95 jin tên darizandin: Parastina xwe dê bi bîra ‘Jin jiyan azadî’bikin 2023-06-20 09:13:20     Marta Somek   STENBOL - Têkildarî 100 kesî ku tevlî çalakiya 1'ê Îlona 2022’yan bûn doz hat vekirin. Di nav de seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî heye. Dîlek doza ku hatî vekirin wek şerma hiqûqê pênase kir û banga tevlîbûna dozê li jinan kir û got: "Divê bê zanin ku tu carî dev jî gotina jin jiyan azadiyê bernadin."    Hêza Demokrasî, Aştî û Kedê ya Stenbolê di 1'ê Îlonê de li Îskeleya Kadikoya Stenbolê bi dirûşma "Aştî dide qezenç kirin, şer dide windakirin" çalakiyeke girseyî li dar xist. Hêzên Kedkar, karker, siyasetmedar, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê,  Dayikên Şemiyê, Dayikên ku Nobeta Edaletê digirtin, nûnerên saziyên jinan, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, jin û ciwan bi tevahî bi 10 hezaran kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên wekî “Jin jiyan azadî”, “Jin jiyan aşitî”, “Ne şer, ne dagirkirin, ne çek, ne talankirin divê demildest aştî", "Ji kurdan re azadî ji Rojhilata Navîn re aştî" û "Bimre şovenîzma bindestiya netewan dike" hatibû vekirin. Bi sedan polîs li dora çalakvanan dorpêç kir, 95 jin û bi tevahî 100 kes hatin binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin li Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê bi kelepçeya berovajî hatin rawestandin. Ji 100 kesan 55 kes li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê û 45 kes jî li Emniyeta Çekmekoyê îfadeyên wan hatin girtin.    95 jin derbarê îşkenceya ku pêk hatî de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dan. Her wiha di 19'ê cotmeha 2022'yan de ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Anadolû ya Stenbolê ve derheqê 100 kesî de îdîaname hat amadekirin. 17'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Anadolû ya Stenbolê îdîaname qebûl kir û danişîna yekem a dozê dê di 21'ê hezîranê ango sibê saet 10.00'an de bê dîtin.     Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan di nav çalakiyê de cih digirt û derbarê wê de jî doz hat vekirin. Dîlek ji ajansa me re axivî.    'Çalakiyek meşrû bû'   Dîlek daxuyand ku vekirina dozê tê wateya peyama 1'ê Îlonê ye û wiha bi lêv kir: "Ji bo aştiyê çalakiyek hebû û em jî ji bo vê çalakiyê çûn qadê. 1'ê Îlonê li tevahiya cîhanê, li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê tê li kolanan tê pêşwazîkirin. Ji bo aştiyê û ji bo berdevamiya aştiyê her kes dikeve nava hewldanê. Em li ser erdnegariyek wisa dijîn ku em daxwaza aştiyê dikin. Wekî her sal bi nûnerên saziyan re, bi rêxistinên civakî re, bi parêzvanên mirovan re tevlî çalakiyê bûn. Ev tişt mafê herî xwezayî û meşrû ye."   'Nehiştin em bimeşin'   Dîlek, diyar kir ku êrişa li hemberî kortejê ne tesadûfi ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi kelepçeya berovajî em hatin binçavkirin. Em hêj negihaştin cihê çalakiyê dora me hat dorpêçkirin. Ji me re gotin hûn nikarin bi dowiz û pankartan bimeşin û piştre gotin hûn dikarin kom bi komî biçin. Em bûn 3 û 4 kom lê dîsa dora me hat dorpêçkirin. Em nêzî saetekî li vir man. Hûn bi xwe Hanîfî Zengîn ê ku li Emniyeta Stenbolê dixebite nas dikin, li vir bû. Bi taybetî di çalakiyên jinan de li pêş disekine û pêşkeşvaniya mudaxaleyên herî bi tund dike. Çend me bertekên xwe ya li hemberî rawestandina koman anî ziman jî guh nedan û mudaxele kirin. Ev mudaxale ne tesadifî bû."   Hewldana jinan ji bo aştiyê   Dîlek, di axaftina xwe de derbarê têkoşîna aştiyê de mînaka jinên Kolombiyayê da û wiha axivî: "Di dîroka nêz binêrin, li Kolombiyayê jin ji bo aştiyê hatin cem hev û bedelen gelek giran da û ji bo pêkanîna aştiyê rol û misyoneke girîng girtin ser milê xwe. Em vê rol û misyonê baş dizanin. Em di  vê zanînê de nin û em di vê çarçoveyê de çûn 1'ê Îlonê. Ji bo 1'ê Îlonê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata Navîn jin gelek têkoşîn hat dayîn û bi mudaxaleyan re jî ribûrû man."   'Ez li dijî şîdetê têdikoşim'   Dîlek, diyar kir ku ji doza ku hatî vekirin ne bi fikar e û got: "Tenê doza ku hatî vekirin min xemgin dike. Em komeleyek wisa ne ku serdanên mexdûrên şîdetê digirin, ji bo aştiyê daxwazên jinan tînin ziman û em rêxistineke sivîl in. Ez niha serokatiya komeleyê dikim. Doza ku derheqê min de hatî vekirin ji bo hiqûq û şermek e. Ji ber ku ez li dijî şîdetê têdikoşim. Ez ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê diaxifim û dixwazim bê axaftin jî."    Îşkence hat kirin   Dîlek di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya binçavkirinê: "Pêvajoyên binçavkirinê tê wateya têkbînê. Gelek kes bi îşkenceyê re rûbirû ma. Bi saetan bi kelepçeya berovajî hatin rawestandin. Di dema binçavkirinan de me birin nexweşxaneyên herî dûr. Li cihê ku hûn lêdanê dixwin hûn nikarin li vir daxwaza parastinê bikin. Her wiha ji ber ku kesên hatin binçavkirin bi rêxistinkiribûn xwedî li hev derketin."    Îdianameyeke pêkenok   Dîlek, da zanîn ku îdîanameyeke pêkenok hat amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji derveyî ezberê derketin. Texmîn dikim ku beşek heye ku tenê dosyayên jinan dinêre, ji ber ku ji bo jinan ji cihekî digirin û li dosyayê ve dizeliqînin. Ji ber ku di îdianameyên me de li şûna 1'ê Îlonê 8'ê Adarê hatibû nivîsandin. Heman tiştî ji bo hemû îdînameyên jinan de dikin. Dixwazin dîrokê tenê biguherînin lê vê carê şaş kirin û neguherandin. Lê divê bê zanîn ku em ê xwe, azadiya xwe û têkoşîna xwe biparêzin."   Tevlî danişînê bibin   Dîlek, di axaftina xwe de bal kişand ser dirûşma "Jin jiyan azadî" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dirûşma me di hêla bîrdozî û felsefeyê de li cihekî dane rûniştandin. Di 1'ê Îlonê de û çalakiyên din de me tu carî dev jî vê dirûşmê berneda. Em ê parastina xwe bi biryarî û bi înyad berdewam bikin. Em bang li jinan dikin ku piştevaniya me bikin di danişînê de li cem me bin."