'Heta em vegerin Efrînê wê têkoşîna me bidome' 2023-06-19 09:10:28   Mîdye Miqted   ŞEHBA - Jinan bertek nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herî dawî jî ya li ser nexweşxaneya Til Rifet dan û ji saziyên navneteweyî xwestin ku xwedî helwest bin û diyar kirin ku heta vegerin ser axa xwe Efrînê wê berxwedana wan bidome.   Ev bû nêzî deh rojin ku dewleta tirk bi balafirên keşfê ên bê mirov sivîlan hedef digre. Lê ev ne cara yekemîne ku dewleta tirk komkujiyan bi serê welatiyên li Şehbayê bi taybet navçeya Tilrifetê bi serê jin û zarokan de tîne.  Mixabin ev hemû komkujî û kiryarên dij exlaqî li ber çavên hemû dewlet û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî tên dubarekirin. Mixabin dewleta Tirk vê carê jî nexweşxaneyek kir hedefa xwe û bombe baran kir.  Dewleta Tirk di 16`ê hizêranê de nexweşxaneya navçeya Tilrifetê ya herêma Şehbayê bi balafira keşfê a bê mirov topebaran kir. Di encamam tobebaranê de zirar gihêşt nexweşxaneyê û di heman demê de çar kes ku jê yek hemşîreya nexweşxaneyê ye birîndar bûn. Herwiha rewşa du birîndaran jî di nava metirsiyê de ye.    Li dijî vê êrîşê jinên koçber ên  Efrînê ku di heman demê de hemşîriyên nexweşxaneeyê jî di nav wan de hene bertek nîşan dan.   'Hedefgiritna nexweşxaneyê gefan li jiyanê dixwe'   Hevseroka Desteya Tendirostiyê ya Efrîn û Şehbayê Elye Mihemed ji ajansa me re axivî û got:"Ev demek dirêje êrîşên dewleta Tirk li  ser herêmên Şehbayê zêde bûne. Lê ev carê dewleta Tirk nexweşxane navçeyê hedef girtin û ev yek jî dide xuyakirin ku dewleta Tirk êdî dest bi binpêkirina mafê mirovan a di warê tendirustiyê de dike.  Her wiha ger ku ev careke din were dubarekirin ev tê maneya ku gefê li jiyana xwesên li herêmê diwin.  Ji ber ku li herêma Şehbayê tenê du nexweşxane hene ku gel berê xwe dide wan û xizmeta gel dikin.” 'Jiyana kesên dihatin dermankirin ket xeterê'   Di heman demê de hemşîriya nexweşxaneya Tilrifetê Nêrgiz Hecî Reşîd jî wiha anî ziman û got:"piştî ku dewleta tirk nexweşxane hedef girt kesên ku lê dihatin dermankirin rewşa wan ket xeterê û niha nebaş e.  Em bang li dewlet û rêxistinên navneteweyî dikin ku li hember van kiryaran bê deng neminin. Li gel ku noqteya hikumeta Rûsan li piş nexweşxaneyê dikeve jî dîsa li hemberî vê êrîşê bêdeng man.”   Nêrgizê di dawiya xaxftina xwe de kiryarên hov ên dewleta Turk şermezarkirin û got ku hîna jî  di van kêliyan de balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta Tirk li esîmanê herêma Şahbayê digerin.   'Koçber ji bo vegera Efrînê li ber xwe didin'    Di heman demê de Berdevka Partiya Yekîtiya Demoqratîk (PYD ) a navçeya Tilrifetê Sîlvana Hesen ji ajansa me re berteka xwe da nişandan û wiha got:"Nexweşxane ji bo kesên koçber ên herêma Efrînê hatiye vekirin. Ev kes li vê herêmê berxwedaneke mezin didin. Ev kes tevî hemû astengî û dorpêçan jî li hêviyê ne ku vegerin Efrînê."    'Cîhan hemû qirêjiyên dewleta Tirk dibîne'   Sîlvana di dawiya axaftina xwe de wiha nîşan da û got:"Hebûna dewleta xwe bi domandina kiryarên xwe yên qirêj û komkujiyên li ser koçberên Efrînê yên li Tilrifetê dimînin didomînin.  Ev yek siyaseta wan a bê sinc dide xuyakirin ku di heman demê de piroje û erka wan ji aliyê hemû dewletan de tê dîtin.  xuya ye ku ew destekê didin çeteyên DAÎŞ'ê yên li Sûriyeyê. Her wiha ger ku ev çete li Tirkiyeyê bên darizand  wê  êdî hemû dewlet piştgiriya wê bikin û dewleta Tirk vê carê wê ji berê zêdetir êrîşên xwe bidomîne."   'Heta em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin'   Sîlvana wiha berteka xwe a li hember dewleta Tirk da nîşandan û got:"Ji ber hêviya me ya ji destpêkê û heta roja îro vegera li ser axa Efrînê ye em ê heta dawî li ber xwe bidin. Heta ku em vegerin Efrînê em ê li ber xwe bidin.  Em ji birîndaran re şifayê dixwazin.”