Jin bi hêrs in: Ji bo 6284 wê têkoşîn bidome 2023-06-19 09:02:42     Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinan diyar kir ku desthilatdarî di çarçoveya guherîna destura binghîn de, qanûna hejmar 6284 û gelek mafên din yên jinan dike bin xetereyê û diyar kirin ku divê ji her alî jin bi hev re têbikoşin.   Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku Peymana Stenbolê bi biryarnameyekê fesh kir, niha jî qanûna hejmar 6284 dike hedef. Di hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê de AKP û MHP’ê Tifaqa Cumhur ava kirin û Partiya Yenîden Refah û Huda Par xist tifaqê û  van her du partiyan betalkirina qanûna 6284 wek şert dan pêş. Piştî hilbijartinan Tifaqa Cumhur ku careke din bû desthilatdar guherîna destura bingehîn anî rojevê û dixwazin qanûna hejmar 6284 di çarçoveya guherînê de rakin.   Jinan der barê qanûna hejmar 6284 û destkeftiyên din yên jinan û êrîşên li hember destkeftiyan nirxandin kir.   ‘Divê hemû jin bên gel hev’   Kedkara malê Sebahat Işik Yuksel: “Qanûna 6284 qanûnek der barê jinan de ye. Daxwaza Huda Parê rakirina vê qanûnê bû. Wek her jinekê ez jî bertek nîşan didim. Tirkiyeyek ku her diçe ber bi şerîatê ve diçe heye. Derfetê min hebûya ez li vir nedimam. Xizmê min girtî ye. 20 sale Tirkiye her diçe xera dibe û hîn bêtir ber bi xerabûnê ve diçe. Hebûna Huda Par, Saadet, tê wateya em bi giştî tune dibin. Bi guherîna destura bingehîn dixwazin çi bikin nizanim. Her tim behsa rakirina nefeqeyê dikin. Gotinên dijminahiya jinê dikin hene.Jin ji xwe têkoşîna hebûnê didin. Divê jin hîn bêtir xwe rêxistin bikin û ligel hev cih bigirin.”   ‘Ez ji bo zarokên keç bi fikarim’   Welatiya bi navê Bahar ku nexwest paşnavê xwe bide û erdhejzedeye wiha got: “Ez ji Antakyayê hatim. Ez ê dîsa biçim wir. Jin mafên xwe dizanin lê li Tirkiyeyê pêk nayên. Ez piştgiriyê didim qanûnên li alî jinan. ez hevdîtinên destura bingehîn nikarim bişopînim. Demek dirêje televizyon ji me dur in. Ji ber vê nikarim nirxandinekê bikim. Em nikarin xwe îfad ebikin. Keça min kurê min heye. Fikarên min hene.  E zji bo zaorkên keç bi fikarim.”   ‘Jin azadiyê heq dikin’   Xwendekara zanîngehê Ayşegul Alçi jî ev tişt anî ziman: “Ez mafê jinan baş nizanim lê ez her tim ligel jina me. Em jin her cureyê azadiyê heq dikin. Em jin divê mafên xew biparêzin. Kes nikare me sînor bike. Em ji mêran jîrtirin. Ez naxwazim bikevim mijara siysetê lê ez bawer nakim guherînekê bikin. 20 sale em wisa ne. Em dixwazin tundî bê rawestandin pêşî lê bê girtin.”   ‘Em ê bişibin Îranê Afganîstanê’   Fatma Gonca ya teqawît jî wiha bi lêv kir: “Jin mafên xwe yên qanûnî niznain. Ez jî qanûna 6284 nizanim. Lê bila ranekin.  Em welatiyên Tirkiyeyê ne. Ez naxwazim mêr sê jinan bigirin. Em vê qebûl nakin.  Çima mafê me ji destê me tê girtin. em jin bibin yek em ê biserkevin. Em xurtin. Qanûna rabe em ê bibin wek Îran û Afganîstanê.” ‘Ciwan bi hêrsin’   Şenay Çetîn ya kafeyê dişuxulîne jî diyar kir ku jin mafên xwe nizanin û yên dizanin jî nîvco dizanin. Senayê wiha domand: “Piştî AKP dîsa bû desthilatdar enerjiya min ket. Rewş nebaşe. Her kes bibe yek wê hinek  tişt biguherin. Du zarokên min hene. Baweriya zarokan jî şikyaye.  Divê em bibin yek û hinek tiştan biguherin."   Duygu Kurtar jî  wiha vegot: “Jin mafên xwe nizanin lê divê em wan bikin xwedî hişmendî. Em ne bêhêvî ne. Em hêviya xwe winda bikin em ê çawa bijîn. Ciwan pêşeroja me ne. em wan baş bigihînin wê civakek baş ava bibe.”