Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-06-17 11:19:29     ÎZMÎR - Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ji aliyê kujer Onur Gencer va hat kuştin, li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn.   Denîz Poyraz a di 17'ê Hezîrana 2021'ê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, ji aliyê kujer Onur Gencer va bi êrişa çekê ya nîjadperest, hat kuştin, li ser gora xwe bi merasîmekê tê bibîranîn. Berdevkên Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar û Îbrahim Akin, Parlamentera Partiya Çep a Kesk ên Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, rêveberên HDP'ê yên Îzmîrê, malbata Denîz Poyraz û gelek welatî tevlî merasîma bibîranînê bûn. Her tim dirûşmên "Denîz Poyraz nemir e","Denîz Poyraz ne bi tenê ye" hatin berzkirin.    'Hemû kes Denîz in'   Bi deqeyeke rêzgirtinê bibîranînê dest pê kir. Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz piştre axivî. Fehimeyê da zanîn Denîzê keça hemû kesî ye û wiha got:"Keça min bi şev û roj xebatên xwe dida meşandin. Carinan dema ez lê digeriyam ji min re digot 'Ger bi derengî bikevim tu bizanibe ku ez li xebata me'. Keça min kuştin. Kesên alîkariya kujer kirine jî bila ceza bigirin. Bila dewlet nebêje 'Mirovek bû wê bê jibîrkirin'. Şehîd tu carê nayên jibîkirin. Ew her tim di navbera me de ne. Şehîd tu carî namirin. Hemû kes Denîz in. Ez her kesên li vir wekî Denîz dibînim. Denîz jî Denîza hemû kesî ye. Ez ji we hemûyan re spas dikim. Ez dibêjim jin jiyan e, jin jiyan azadî."   'Ji bo meselaya kurd çareser bibe em ê têbikoşin'   Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan da zanîn ev ne cinayeteke edlî û ji rêzê ye, li vir faliyetên siyasî yê partiyekê hatiye hedefgirtin û got:"Ev komkujî encamê gotinên nefretê û cihêkariyê yên îktidarê ne. Yê sûcdar ne tenê kesê tetîk kişandiye. Kesên van polîtîkayana dimeşînin jî sûcdar in. Ji bo kesên ev cinayet kirine derkevin holê em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dema em doza Denîz Poyraz dişopînin em bi vê perspektîfê dişopînin. Denîzê navê xwe ji Denîz Geçmiş girtiye. Wekî Deniz Gezmiş dibêje ji bo meseleya kurd li ser bingeheke demokratîk, di çarçoveya mafên wekhev de bê çareserkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Wê pergala yekmêrî heta dawiyê neçe. Em ê bi dengê têkoşînê yê jinê û civakê yê li kolanan vê îktidarê biguherînin. Bila soza me ji Denîzê re ew be ku heta em welatekî azad biafirÎnin em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Hevserokê Giştî yê Partiya Avakirina ji Nû de ya Sosyalîst (SYKP) Cavit Ugur da zanîn ku dibêjin qey wê Denîzan bikujin û biqedînin lê belê em li vir in û got:" Em bi zimanê xwe bi awayekî wekhev dixwazin bijîn. Heta em aştiya ku xeyalê Denîzê ye binîn em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Jin jiyan e wê jiyan neqede'   Li ser navê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Peyruze Kurt jî diyar kir ku ji ser qetilkirina Denîzê re 2 sal derbas bûye û wiha got:"Bila herkes bizanibe ku wê destên dirêjî zarokên kurd dibin bişkên. Heta di doza Denîz Poyraz de edalet pêk were em ê têkoşînê bidomînin. Jin jiyan e wê jiyan tu carî neqede."   'Em ê têkoşîna li dijî sîstema mêr dewletê bidomînin'   Parlamentera Partiya Çep a Kesk ên Îzmîrê Burcu Gul Çubuk da zanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha pê de çû:"Kesên di têkoşîna ji bo Denîz Poyraz de cih girtin li girtîgehan rehîn tên girtin. Lê belê em li her derê Denîzê didin jiyîn. Em ji hevalên xwe yên di şexsê Denîz Poyraz de bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' têkoşîna xwe derxistin holê silavên xwe dişînin. Têkoşîna Denîz didome. Li dijî sîstema mêr dewletê em dev ji hevdu bernadin û têkoşîna xwe didomînin. Em li vir in em ê dev jê bernedin. Em ê sozên me daye Denîzê bi cih bînin."   Piştî axaftinê kulîlk danîn ser gora Denîzê.    Wê bernameya bibîranînê saet di 16.00'an de li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi xwepêşandana sinevizyon û kursiya serbest bidome.