Çima projeya ÇEDES'ê, çima mele? 2023-06-15 09:05:33   Dîlan Babat   ENQERE - Ji bo mele di bin navê ‘ şêwirmendiya manewî’ de li dibistanan bi cih bibin projeya ÇEDES’ê hatibû amadekirin. Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim mijar nirxand û got di pêvajoya havînê de li Stenbolê wê 237 dibistan ji TUGAV’ê re bên vekirin. Sîmgeyê got li dibistanên ku şêwirmendên psikolojik yên perwerde dîtine hene, hewcedariya şêwirmendiya manewî ji kîjan hewcedariyê derketiye holê?   AKP’ê di 20 sal desthilatdariya xwe de li Tirkiyeyê pergala perwerdê gelek caran guhert û pergala perwerdê bi giştî ji qada laîk dur xistiye û gelek dibistan veguhert Lîseyên Îmam Hatîp.  Bi vê mudaxaleyî perwerdehiyên tevlihev jî kirin. AKP’ê vê carê li Îzmîrê ‘Projeya Ez li hember derdora xwe hestiyarim, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)’ bi navê din ‘Şêwirmendiya Manewî’  li dibistanekê da destpêkirin.    Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Senê Sîmge Yardim der barê projeya ÇEDES’ê de nirxandin kir.   ‘Pergalek netewperest pêkane’   Sîmgeyê daxuyakirin ku pergala perwerdehiyê li rewşeke zayendperest, yekparêz û olperest pêçan ji salên 80’yî de hatiye destpêkirin û yek ji hedefên wê demê jî ev bûn. Sîmgeyê wiha domand: “Ev pêkanîn bi dema AKP’ê re hîn bêtir giran bû. AKP’ê ev polîtîka baş konsolide kir. Em di demên dawî de vê baş dibînin. AKP ji roja hatiye dixwaze civakê li gorî xwe teşe bike. Pergala perwerdê jî ji bo vê alava esas e. Li dibistanan bi müfredat, bi kadoryên mamosteyan û îdareyên girtîgehan avakirina civakek wisa pêkane. Ji vir şûnde jî em ê zêdetir vê pekanînê bibinin. Pergalek netewperest pêkane.”   ‘Li Stenbolê wê 237 dibistan ji TUGVA re bên vekirin’   Sîmgeyê daxuyakirin ku divê pergala perwerdê ji nû ve bê sazkirin û pergala heyî zayenperestiyê zêde dike newekheviyê xwedî dike.Sîmgeyê wiha dirêjî daye: “Em di perwerdehiyê de demek şûndeketî dijîn. Perwerde ji zanist, demokratîk û laîkbûnê dur e. Hemû îtîrazên me di vî alî de ne. Ev demek dirêje dixwazin meleyan bikin dibistana. Li ser vê projeyê dixebitin.  Bi gelek weqf, cemaat û tarîkatan re protokol hene. Dema ev protokol di alî hiqûqî de bên betalkirin jî ji nûve nav diguherin û dertên pêş me. Herî dawî piştî hilbijartinê projeya ÇEDES derket holê.  Di dema havînê de wê 237 dibistan ji TUGVA re bên tesîskirin.”   ‘Mîlyonek û nîv xwendekarên keç derveyê perwerdê man’   Sîmgeyê balkişand ser tundî û destdirêjiya li yurdan li hember xwendekaran tê kirin û got: “Divê ev yurd bên girtin. Divê yurdên cemaweriyê bên vekirin. Ji ber krîza aborî û girtina dibistanên gundan malbat zarokên xwe dişînin van yurdan. Ji ber nikarin pereyên yurdên taybet bidin. Bi taybet zarokên keç di bin xeteriyeke mezin de ne. Zarok di demên dawî de ji perwerdehiyê dur ketin. Li gorî daneyên wezareta perwerda neteweyî ya dema perwerdehiya borî mîlyonek û nîv zarokên keç ji derveyê perwerdehiyê mane.  Li Antalyayê li lîseya Anadolu ya Muratpaşa bûyera îstîsmarê hat jiyîn. Ev meheke lêpirsîn hatiye vekirin lê cigirê midûr tê parastin û hîna li dibistanê li ser kar e. em li van pêkanînan dinêrin em dibînin ku zarokên me bi xetereyan re rû bir û ne. Ji ber vê divê em bi awayekî zelal ‘em perwerdehiyek çawa dixwazin’ divê baş nîqaş bikin.”   ‘Guhertina pêvajoyê di destê me de ye’   Sîmgeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ji bo pêvajoyên pêş divê têkoşîn bê dayîn û têkoşîn ne tenê di alî perwerdehiyê de, li dijî netewperestî, paşverûtî û newekheviya zayendî têkoşîn bê meşandin û got guhertina pêvajoyê di destê civakê de ye.    ‘Ji kîjan hewcedariyê derketiye holê’   Sîmgeyê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Peywirek mezin dikeve ser saziyên perwerde û komeleyên malbatan. Divê malbat berxwedanek hevpar derxin holê. 18 mîlyon xwendekar hene. 18 mîlyon jî malbatên wan hene. Ev girseyek gelek baş e. Ji bo pêşeroja zarokan divê em bikevin tevgerê. Li dijî vê pergala perwerdehiyê li dijî van projeyan divê em helwesta xwe nîşan bidin. Li dibistanên ku şêwirmendên psikolojik yên perwerde dîtine hene, hewcedariya şêwirmendiya manewî ji kîjan hewcedariyê derketiye holê? Em bi xeta têkoşînê dikin vê veguherînin destkeftiyê. Em bi malbatan re xebatek hevpar hedef dikin.”