Jin dest ji qanûna hejmara 6284'an bernadin 2023-06-14 09:04:38   ÎZMÎR - AKP’ê piştî hilbijaritnan guhertina destûra bingehîn ji nû ve xist rojeva xwe. Di guhertina destûra bingehîn de qanûna 6284'an jî heye. Jinan diyar kirin ku ew dest ji qanûna 6284'an bernadin.   Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici di rojên borî de tevli bernameyek televizyonê bû û der barê guhertina destûra bingehîn de axivî. Hayatî Yazici da zanîn ku guhertina dema borî nekirine dixwazin vê hefteyê bikin û got ku wê guherînan bi referandûmê pêşkêşî dengdanê bikin.   Di guherîna destûra bingehîn a tê xwestin bê kirin de Qanûna Hejmara 6284'an a ku Derbarê Pêşîgirtina Tundiya li dijî Jinê û Parastina Malbatê jî  heye. Di hilbijartinên dawî de Partiya Refaha Nû û Huda Par a di tifaqa Cumhur de cih digirtin, der barê qanûnê de daxwazên hedefgirtinê kiribûn û jinan bertek nîşanî vê yekê dabûn.    Jinan der barê mijarê de nirxandin kirin û diyar kirin ku anîna rojevê ya vê qanûnê bi tu awayî nayê qebûlkirin û diyar kirin ku ew dest ji qanûna hejmara 6284'an bernadin.   ‘6284 beriya hilbijartinê kirin mijara bazarê’   Ji Jinên Halkevci Emîne Akbaba diyar kir ku guhertina destûra bingehîn beriya hilbijartinan anîne rojevê û bi vê dixwazin jiyana jinan tune bikin, jinan hepsê malê bikin û got: “Guhertina destûra bingehîn a pêşî li nefret, dijminahî û êrîşa li hember LGBTÎ’yan vedikir, bi xebatên hilbijartinê re hatibûn rakirin. Lê niha li tifaqa AKP’ê, Huda Par û Partiya Refaha Nû zêde bû. Seranserê xebatên hilbijartinên destkefteiyên jinan hedef girtin, qanûna 6284'an kirin mijara bazara hilbijartinê û li ser dijminahiya jin û zarokan xebat hatin meşandin. Niha îro ji nû ve guherîna destûra bingehîn tînin rojeva meclîsê.”   ‘Bi hêza ji Erdogan tê girtin guherînê dikin’   Emîneyê destnîşan kir ku guherîna destûra bingehîn bi hêza ji Erdogan tê girtin tê amadekirin û wiha dirêjî dayê: “Desthilatdariya ku barê krîza aborî bi tundiya mêr bi rê ve dibe, ev rojev derxistiye holê. Em dest ji 6284’an bernadin. Me çawa dest ji Peymana Stenbolê berneda em dest ji 6284'an bernadin. Em ê teslîmê wan nekin. Em ê têkoşîna xwe ji bo jiyanek azad û wekhev bidomînin.”   ‘Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin’   Ji atolyeya Jineolojiyê Ayten Acar jî got di pêvajoyeke ku kuştinên jinan gelek zêde ne, tundiya di nav malbatê de pir zêde ye qanûna 6284'an ji nîqaşê re hatiye vekirin û ev tişt bi lêv kir: “Mudaxalekirina qanûn an jî peymanên navneteweyî yên bi destkeftiyên jinan hatine bidestxistin, nayê qebûlkirin. Îro em di nokteyeke ku jin û zarok li dijî tundiyê bê parastinin de ne. Lê di heman demê de têkoşîna me didome. Em vê dibêjin 6284 dide jiyîn, em dest ji Peymana Stenbolê bernadin. Tifaqa Cumhur jiyana jinan hedef digire. Lê jin vê qebûl nakin. Ev di encama polîtîkaya ku mêr tê parastinê de dertê holê. Em jin di ferqa manîpulasyonê de ne. Ji bo qanûna 6284'an em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Em ê li dijî qanûna dij-demokratîk bin’ Ji Mor Sarmaçik Berfîn Kaya jî destnîşan kir ku beriya hilbijartinan Erdogan polîtîkayên dijminahiya jinan û LGBTÎ’yan dimeşand, êrîşê mafê jinan dikir. Berfînê nirxandina xwe wiha domand: “Qanûna hejmara 6284'an ji bo hemû kesên di civakê de tundiyê dibînin derbasdar e. Peymana Stenbolê ji aliyê rejîma yek mêrî ve hat rakirin. Niha jî çav berdane qanûna hejmara 6284'an. Ez wek parêzerekî bi rehetî dikarim bêjim ku ev qanûn mekanîzmayeke ku jinan diparêze ye û yekane mafê di destê jinan de maye ye. Em jin wê tu car dest ji mafên xwe berndin. Em ê li dijî vê pêvajoya dijdemokratîk bin.”