'Dem dema parastina nûçegîhaniya jinê ye' 2023-06-13 09:07:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku ji bo daneşîna yekem a Mudura Karên Nivîsê ya ajansa me JINNEWS Safiye Alagaş axivîn gotin, "Dem dema parastina nûçegîhaniya jinê ye."    Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de û 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 20 jê rojnameger bûn û   Mudura Ajansa me JINNEWS Safiye Alagaş jî di nave 16 rojnameger bi îdîaya “ endamê rêxistinê" di 16'ê Hezîrana 2022'yan de hatibûn girtin. Daneşîna doza Safiye ku dosyaya wê ji ya 15 rojnamegerên din hat cudakirin û îdanameya derbarê wê de piştî bi 10 mehan di meha Nîsanê de hat amadekirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. Rojnamevan Sîbel Yukler,  Endama Lijneya Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz û aktivîsta mafên mirovan Gunselî Suna Kaya piştevaniya Safiyeyê kirin û banga berdana wê kirin.     Bi gelek nûçyan rojev ava kir   Sîbelê diyar kir ku di 15'ê Hezîranê de saleke Safiye di girtîgehê de di qede û got, ""Lêpirsîneke li dijî çapemeniya kurd, li dijî rojnamevanên kurd  bû, lê cudakirina dosyaya Safiye nîşanî me dide ku JINNEWS bi dadgeheke taybet tê darizandin." Sîbelê diyar kir ku Safiye rojnamegereke û bi bîr xist ku di Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) ya ku di sala 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin û di Rojnameya Şûjin a ku disa bi bi KHK'ê  hat girtin de jî xebitiye. Her wiha gelek nûçeyên ku ketine rojeva Tirkiyeyê dagir kirine û rojev ava kirine jî çêkirin. Hin ji van jî nûçeyên êrîşa zayendî ya li Kercewsê, nûçeyên êrîşa zayendî ya li Êlihê ne. Safiye jixwe midûra nûçeyan a JINNEWS’ê ye û rojnamevanek ku xelata çapemeniya navneteweyî wergirtiye ye.”   Tundiya li dijî rojnamegerên jin   Sîbelê bal kişand ser îdianameya derbarê Safiyeyê de jî û ev tişt got, "Di îdianameya ku ji 338 rûpelan pêk tê de ji bilî nûçeyên hiqûqî yên di derbarê Safiye û ajansê de tiştek nîne. Di îdianameyê de 85 nûçe hatine nîşandan û zimanê JINNEWS'ê weke hêmaneke sûc hatiye nîşandan. Dixwazim vê jî bi bîr bixim, di rûniştina doza 11 rojnamegerên li Enqereyê hatin darizandin de, Seroka Dadgehê ji Nûçegihana JINNEWS'ê Habîbe Eren re got, 'Ma zimanê ku hûn bi kar tînin jî ne zimanekî zayendîparêz e?', dema ku wê got ew rojnamegeriya jinê dike. Na ne wisa ye. Rojnamegeriya jinê û hebûna nûçegihan û mudurên nûçeyan ên weke Safiye bi serê xwe gelekî girîng e. Hêvîdarim di danişîna 15'ê Hezîranê de dema girtina bi neheqî ya Safiye ku ev salek e girtiye bi awayekî lezgîn bi dawî bibe û di serî de li ser rojnamegerên jin zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin."   Rêgezên nûçegîhaniyê hedef hatine girtin   Endama Lijney Kovara Jineolojiyê Dîlan Yildiz jî diyar kir ku êrîşên li ser rojnamegeriya azad bi salan e berdewam dikin û got, “Bi nêrîneke bêalî şîrovekirina bûyeran û xwedîderketina li zimanê xwe yek ji girîngtirîn xebatên rojnamegeriyê ye. Yên ku vê yekê pêk tînin rasterast dibin hedefa pergalê.” Dîlanê bal kişand ser rola JINNEWS'ê di warê rojnamegeriya jinê de û wiha got: "Em sedema vê êrîşê baş dizanin. Ji ber ku dema bûyerek pêk tê, şîrovekirina wê ji aliyê jinê ve pir girîng e. Zimanê ku tê bikaranîn pir girînge ku mirov bêje ev komkujî ye. Ji ber vê yekê jî kesên ku rojnamegerî kirin prensîb kirin hedef û avêtin girtîgehê. Em baş dizanin ku ev zext bi taybetî li ser rojnamegerên jin tên kirin.”   'Jinên ku naxwazin bibin zayenda duyemîn tên girtin'   Dîlan got, "Pergal jinên ku dibêjin  ew ne ji zayenda duyemîn digre. Ev têkoşîna giştî ya jina ye.  Çawa ku heta niha me têkoşîn daye em ê ji îro şûn de jî têkoşîna xwe bidomînin."    'Bi salan e di warê rojnamegeriya jinê de têkoşînê dide'    Gunselî Suna Kaya jî diyar kir ku azadiya çapemeniyê rasterast bi azadiya ragihandinê ve girêdayî ye û bal kişand ser rola ajansa nûçeyan a jinan JINNEWS'ê û Midûra Karên Nivîsê Safiye Alagaş. Gunseliyê destnîşan kir ku Safiye di salên dirêj ên rojnamegeriyê de di warê jin, zarok û binpêkirina mafan de nûçe çêkirine û diyar kir ku Safiye di dema çêkirina nûçeyên xwe de gelek caran rastî binpêkirina mafan jî hatiye. Gunselî destnîşan kir ku Safiye ji gava ewil heta hat girtin bi gelek binpêkirinên mafan re rûbirû maye û rûniştina yekem a piştî salekê jî wek beşek ji van binpêkirinan nirxand.   'Safiye çima saleke girtî ye'   Gunselî got ku prensîbên pîşeya rojnamegeriyê parvekirina nûçeyên rast bi raya giştî re ye û got, "Operasyonên binçavkirinê yên li dijî JINNEWS'ê û wiha got: “Girtin tedbîrek e, yanî ji bo kesê ku tê îddîakirin ku sûc kiriye. Çima Safiye Alagaş tevî îtîrazan ??nehat berdan? Dema ku diviyabû li gor qanûnê bihata tahliyekin çima nehat tehliyekirin? bersiva rast a van pirsan dikare nîşanên girîng bide me."