‘Bêdengî û bêcezahiştin kuştina bi maşîneyên zirxî zêde dike’ 2023-06-13 09:04:43   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Hevseroka HDP’ê ya Silopyayê Asuman Kulter, bal kşinad ser êrîşên bi maşîneyên zirxî yên li dijî zarokên kurd û destnîşan kir ku polîtîkayên bêcezahiştinê û bêdengî bûyerên bi vî rengî zêdetir dike. Asûmanê got li dijî van bûyeran ne tenê kurd divê sazî û dezgehên navneteweyî jî bikevin dewerê.    Çawişê pispor A.K.P. li Gevera Colemêrgê bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan da û qetil kir. Çawişê pispor ê hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan. Bi kuştina Erdem Aşkan re kuştinên bi heman rengî yên bi maşîneyên zirxî carek din ketin rojevê. Li gorî rapora  Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) a Şaxa Amedê , bi kuştina Erdem Aşkan re di 15 salên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê 82 bûyerên ku bi maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran li welatiyan dane pêk hatine û 21 jê zarok 44 kes di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.    Têkîldarî êrîşên bi maşîneyên zirxî yên li dijî zarokên kurd Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopyayê Asuman Kulter axivî.   ‘Ji bo kurdan polîtîkayên bêcezahiştinê di meriyetê de ne’ Asumanê, diyar kir ku bi salan e gelê Kurd di hedefê de ye û tê qetîlkirin û got herî zêde jî jin û zarok di hedefê de ne.  Asûman, got: “Heta niha bi sedan kurdan ji ber qelibîna maşîneyên zirxî an jiyana xwe ji dest dane û an jî birîndar bûne. Ji ber van bûyeran jî heta niha tu kesî cezayek negirtiye. Li Şirnex û navçeyên wê gelek bûyerên bi vî rengî pêk hatine." Saûmanê bi bîr xist ku di sala 2017'an de jî  maşîneyek zirxî ket hundirê malekê û du zarokên ku di xew de bûn hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe:"Mixabin ji ber vê bûyerê jî tu ceza nehat dayîn. Bi dehan zarokên me ji hêla maşîneyên zirxî ve hatn qetîlkirin. Bêcezahiştina van qetlîaman jî dibe sedem ku bûyerên bi vî rengî zêdetir bibin. Ji bo kurdan polîtîkayên bêcezahiştinê di meriyetê de ne. Di 16’ê gulanê de li Taxa Dîcle ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê dema zaroka 5 salî Y.Y. li pêşiya mala xwe dilîst, wesayîteke zirxî lê dabû û bi giranî birîndar bû. Derbarê vê bûyerê jî mixabin tu lêpirsinek nehat destpêkirin."   ‘Ewlehiya canê zarokan nema ye’   Asumanê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ewlehiya zarokan nema ye û got: “Mînaka herî dawî jî li Geverê bû. Zarok tên qetilkirin û kujerên wan serbest li derve digerin. Tu ewlehiya canê zarokên me nema ye. Gava em lê dinihêrin li her serê kûçeyek bajarên me maşîneyek zirxî heye. Di kolan û kuçeyên teng re maşîneyên zirxî digerin.”   ‘Divê hemû sazî û rêxistinên navneteweyî bikeve dewrê’   Asuman, di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku li Tirkiyê mafê zarok û jinan tune ye û ev tişt anî ziman: “Herî zêde jî mafê zarokan tê binpêkirin. Zarokên bêsûc û bê guneh li kolanên ku li wan dilîzin tên qetîlkirin. Bêdengî û polîtîkayên bêcezahiştinê van bûyeran zêde dikin. Ji bo mafên zarokan ne tenê kurd divê hemû gel, sazî û rêxistinên navneteweyî bikevin tevgerê.  Êdî malbat ditirsin ku zarokên xwe bişînin derve. Rapor û daneyên van bûyeran hemû li holê ne û gelek daneyên kritik in. Em dixwazin ku pêşiya van qetlîaman were girtin û kujerên zarokên me werin girtin û cezakirin.”