Di têkoşîna li dijî tifaqa baviksalarî de bi biryar in 2023-06-13 09:03:53   Elfazî Toral   STENBOL - Nûnerên rêxistina civaka sîvîl û jinan bal kişandin ser tifaqa AKP-MHP'ê bi dijminên jinan re çêkirine û hedefgirtina zagona 6284'an. Jinan dan zanîn zihniyeta Hizbullah li meclîsê ye û gotin ew ê li dijî vê zihniyetê li kolanan li berxwe bidin.    Li Kurdistan û Tirkiyeyê her roj herî kêm 4 jin tên qetilkirin û Peymanên mîna Stenbolê yên jinan diparêzin tên fesihkirin. Her wiha niha bi tifaqên AKP-MHP'ê dîsa zagona 6284'an a jinê diparêze tê hedefgirtin. Têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta dijminatiya jinê dike jî dewam dike.    Têkoşîna ji bo destkeftiyên jinan    Di 20'ê Adara 2021'ê de Tayyip Erdogan bi biryarnameyekê biryara betalkirina Peymana Stenbolê da. Piştî vê biryarê ji bo jinan pêvajoyeke mezin a têkoşînê dest pê kir. Jin piştî biryarê derketin qadan û dorpêçkirina polîsan derbas kirin û gotin ew ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Jinên ku soz dan ew ê dev ji destkeftiyên xwe bernedin niha jî ji bo Zagona  6284'an li berxwe didin.    Jin dev ji zagona 6284'an bernadin   Di 8'ê Adara 2012'an de zagona 6284'an li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin û di 20'ê Adara 2012'an de jî ket meriyetê. Ev zagon ji bo zarok û jinan ewlehiyekê ava dike. Divê jin û zarok ji tundiyê bihatana parastin ev mafê wan ê rewa ye lê belê ev yek pêk nayê. Ji sala 2012'an de ye zagona 6284'an di meriyetê de ye lê belê ev di pratîkê de pêk nayê. Têkoşîna jinan a ji bo zagona 6284'an dewam dike.    Nûnerên rêxistina civaka sîvîl û jinan bal kişandin ser tifaqa AKP-MHP'ê bi dijminên jinan re çêkirine û hedefgirtina zagona 6284'an. Jinan gotin ew ê têkoşîna wan a li dijî vê zihniyetê bidome.    Bûn sedem ku zihniyeta Hizbullah di meclîsê de cih bigire   Endama Piştevaniya Jinê ya Kirkyamayê Tulay Korkutan, da zanîn piştî hilbijartinan piraniya meclîsê ji hevparên dijminên gel pêk tê û wiha got:"Gelek jê dijminên jinê ne. Zayendperestiyê diparêzin û dijminê LGBTI+ ne. Li Tirkiyeyê ji ber AKP'ê her roj tundî li jinê tê kirin. Di pêvajoya 20 salan de mafên me ji destên me hatin girtin, îstismara li hember zarokan zêde bû. Em ne xerîbên van polîtîkayan e. Em bi fikar in. Çimkî AKP'ê bi HUDA PAR'ê re tifaq çêkir û zihniyeta Hizbullah bir meclîsê. Em wekî jin rabirdûya HUDA PAR'ê dizanin. Di beyyanameya xwe dibêjin 'Divê karên li gor fitrata jinê hebin' û bi vê re zayendperestiyê dikin. Dixwazin jinan li malan hepis bikin. Em vana qebûl nakin."    'Em ê wekî Konca Kuriş li hemberî wan bin'   Tulayê da zanîn niha zihniyeta Hizbullah di meclîsê de ye û wiha domand:"Em ê li dijî vê zihniyetê li berxwe bidin. Di 16'ê Tîrmeha 1998'an de Konca Kuriş ji aliyê Hizbullah ve hat revandin. 35 rojî îşkence lê kirin û piştre ew qetil kirin. Wekî îşkence li nivîskara femînîst li Konca Kuriş kirin di salên 90'î de li gelek kesî îşkence hat kirin. Hizbullah nûnertiya cinayetên kiryarên wan ne diyar dike. Em ê wekî Konca Kuriş li hemberî wan bin."   'Li dijî zihniyeta mêr em ê li kolanan bin'   Tulayê da zanîn ew li kolanan têkoşîna xwe mezin dikin û wiha pê de çû:"Ji bo mafên xwe em têkoşîna xwe mezin dikin. Ev tenê nayê wê watiyê ku em li konanan e di heman demê de ev tê wateya xwedîderketina li jiyana xwe û ev têkoşîna hebûnê ye. Li dijî zihniyeta mêr li dijî arîtmetîka meclîsê ya mêr em ê li kolanan bin."   '6284 divê di meriyetê de be'   Damezrêner û rêvebira Lijneya Rêveberiyê ya Qada Tevgiriyê û Wekheviya Kuresel Ayşe Kaşikirik  da zanîn mafên jinê mafên mirovatiyê ye û wiha got:" Jin dixwazin bi awayekî adil, wekhev û azad bijîn. Tundî bi dawî nabe. Divê teqez 6284 divê di meriyetê de be. Ji bo vê yekê jî têkoşîneke topyekun lazim e. Guhertina zihniyetê şert e."   Jin di warê guhertina sîstemê de bi biryar in   Ayşeyê bi lêv kir ku meclîs bêtir ji mêran pêk tê û got:"Mêr zagonan li gor xwe amade dikin. Mêr civînan li dar dixin budçeyê eyar dikin. Çareseriya vê jî ew e ku jin li meclîsê hîn zêde bin. Divê meclîsek nûnertiya jinê lê zêde be bê avakirin. Ya wê sîstemê bikaribe biguhere jin e. Divê piştevaniya di navbera jinê de zêde bibe. "   'Em li vir in em bi hev re ne'   Damezrînera rûpela "Nîvê meclîsê dibe jin" Mine Olcay  da zanîn ew ê zagona 6284'an biparêzin û wiha got:"Em li vir in em bi hev re ne. Ji bo mafên xwe di pêşketinê de em bi biryar in. Jin di ferqiya hêza xwe de ne. Em her ku bêdeng dibînin hinek tên heqê me dixwin. Loma tevgera bi hev re mijareke girîng e. Divê em li malê yek bi yek netirsin û nelerizin divê em bi hev re tev bigerin. Destkeftiyên me li gel me ne û ew emanetî me ne."