'Li şûna şermezarkirina tecrîdê divê pêkanînên bi bandor bikevin dewrê' 2023-06-12 09:02:06   Dîlan Babat   ENQERE - Parêzer Ceren Uysal tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku rewşa Îmraliyê veguheriye îşkenceyê, saziyên navneteweyî li şûna tecrîdê şermezar bikin divê pêkanînên bi bandor bikin dewrê.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Tecrîd û komploya li hember Ocalan 24 sal in didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê de 27 meh in agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Îmraliyê tên kirin jî bê bersiv tên hiştin. Hevdîtin bi hinceta cezayên dîsîplînê tên qedexekirin.   Endama Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Parêzer Ceren Uysal tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand.    ‘Rewşa li Îmraliyê îşkence ye’   Cerenê da zanîn ku rewşa li Îmraliyê îşkence ye û tecrîd di her rewşê de veguheriye îşkenceyê. Cerenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salan e em vê tînin ziman. Em tenê naynin ziman. Di belgeyên navneteweyî de jî tê gotin. Lê tevî vê tecrîda li ser Birêz Ocalan gihiştiye astek dijwar. Em behsa tecrîdek bi salane dimeşe dikin. Ne malbat ne parêzer nikarin hevdîtinê bikin. Em agahiyê ji rewşa wî nagirin. Tu aliyekî vê yê hiqûqî tune ye, ev îşkence ye. Di serî de Peymana Mafê Mirovan a Ewropa, hemû peymanên ku Tirkiye alîgirê wê ye hatiye binpêkirin.”   Cerenê di berdewamiyê de daxuyakirin ku cezayên dîsîplînê jî bi awayekî kêfî tên meşandin û got: "Gelek girtiyên polîtîk jî bi awayekî kêfî tên girtin. Li hember gelek siyasetmedarên Kurd jî ev pêkanînên kêfî di pratîkê de tê kirin. Bi cezayên dîsîplînê înfazan dişewitînin. Divê ne wisa be. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtinên bi Îmraliyê re tên redkirin. Tu agahî jê nayê girtin."   ‘DMME’ê bi dehan carî biryara binpêkirinê da’   Cerenê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li Tirkiyeyê  ji kes re rejîma înfaza taybet pêk tê. Ligel vê li ser civakê jî pêk tîne. Bi aşkera ji dijminahiya siyasî tê.  DMME’ê bi dehan carî der barê Tirkiyeyê de biryara binpêkirinê da. Li ser vê bi dehan carî hiqûqnasan daxuyanî dan. Ev pêkanîn divê tenê bi hiqûqê neyên xwendin divê bi siyasî bê xwendin û bên nîqaşkirin.”   ‘Divê pêşî lê bê girtin’   Cerenê nêzîkatiya CPT ya li hember Îmraliyê jî nirand û got CPT jî di çarçoveya sererastkirinek qanûnî de dixebite û wiha vegot: “Yekitiya Hiqûqnasên Ewropa ya ji bo Mafê Mirovan Demokrasiyê ya Cîhanê (ELDH) tişta rexne dikin ev e ku rapor li gor ûsule nayên weşandin. Divê em qanûnê rexne bikin. CPT di çarçoveya sererastkirina qanûnî de divê fikaran ji holê rabike. Niha li hember kesekî tecrîdek giran pêk bê û tişta divê CPT bike qe nebe divê rapora xwe ya hevdîtinê parve bike. Ger ku hevdîtinek hatibe kirin divê CPT vê aşkera bike. An jî der barê tendurirstiyê de agahiyê bide. Ger ku Tirkiye vê raporê parve nake jî divê li dijî vê di pozîsyonek çalak de be. Divê pêşî li van pêkanînan bigire. Divê CPT bikeve rewşeke çalaktir. CPT welatan ziyaret dike hevdîtinan bi rêxistinên girseyî ya demokratîk ku rêxistinên civaka sivîl re dike ye. Di nav endamên ELDH’ê de ji Komeleya Hiqûqnasên Hevdem û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê jî cih digirin. Saziyeke ku pêkanînên li girtîgehan pêk tê, dişopîne ye. Ji ber vê divê CPT ELDH wek rêxistineke piştevaniyê qebûl bike.”   Pêvajoya bi CPT re hevdîtin bê kirin wê bê destpêkirin   Cerenê da zanîn ku di 13’ê Hezîranê de wek ELHD bi piştgiriya rêxistina hiqûq û mafê mirovan a navenda wê li Elmanyayê û parlamentoya Ewropayê konferansekê pêk tînin û sernavê konferansê jî tecrîd, girtîgeh û pirsgirêka Kurd e. Cerenê wiha nirxand: “ Wê parêzer û akademîsyenên navdar tevli bibin. Ji Buroya Hiqûqê ya Asrin wê hevpîşeyên me tevli dibin. Em ê tecrîdê nîqaş bikin. Em wek ELHD dixwazin bi CPT re civînekê organize bikin. Der barê vê de em ê serlêdana nivîskî bikin.”    Cerenê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li kolanan bê ziman û ji aliyê muxalefeta civakî ve bê rojevê û wiha dawî lê anî: “Divê muxalefeta civakî di ferqa tecrîda li îmraliyê û tecrîda li girtîgehan be. Divê êdî ev bibe rojeva me hemûyan. Divê em hemû hîn zêdetir çalak bin. Bi şermezarkirinê nabe. Li şûna şermezarkirinê divê pêkanînên bi bandor bikevin dewrê.”