‘Pîroziya malbatê ji jiyana jinê bi nirxtir tê dîtin’ 2023-06-11 09:04:06     Şehrîban Aslan    AMED - Parêzer Songul Argunaga hedefgirtina qanûna hejmar 6284'an nirxand û got: “Çima li dijî 6284'an dijiminahî tekirin? Wek di Peymana Stenbolê de hat kirin, pîroziya malbatê ji mafê jiyana jinê bi nirxtir tê dîtin. Tundiya li ser jinê, ji bo belavbûna malbatê sedemek têr nîne.”   Serokmarê AKP’ê Tayyîp Erdogan di şevekê de Peymana Stenbolê fesh kir û piştî vê kuştinên jinan zêde bûn, tundiya li ser jinan gihişt asta herî jor. Niha jî qanûna hejmar 6284'an di hedefe de ye.  AKP’ê bi partiyên dijminê jinê HUDA PAR û Yenîden Refah re tifaq kir û van partiyan xwest qanûna 6284'an bê betalkirin, HUDA PAR'ê Parê got divê jinên tenê dijîn xwedî lê bên derketin. Li dijî vê bertek her diçin mezin dibin.   Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Songul Argunaga der barê jinan û hedefgirtina mafê jinan de nirxandin kir.    ‘Dixwazin tundiyê veşarêrin’   Songulê got Peymana Stenbolê di 2011’an de bi armanca parastinê li Tirkiyeyê ketiye meriyetê û wiha got: “Di 10 salan de tu gotineke peyamanê nehatibû guhertin lê di carekê de bi îdiaya malbatê hildiweşîne hedef hat girtin. Bi aşkeraye ku bi feshkirina peymanê dixwazin tundiya nav malbatê veşêrin û nedin xuyakirin.”   Tundî wek pirsgirêk nayê dîtin   Songulê destnîşan kir ku li welat dema mirov li îstatîstikên qetilkirinê binêrin, piranî di malbatê an jî di asta destberdanê de pêk tên. Songulê axaftin wiha domand: “Ev rêje pir bilinde. Hemû rastî li holê ye lê tundî nayê dîtin, tundî wek pirsgirêk nayê dîtin. Peyman hedef tê girtin. Peyman yek ji qezencên jinan bû. Bêguman em dest ji peymanê bernadin. Em hîna jî daxwaznameyên xwe didin. Argumanên me yên der barê vê de hene. Qanûna 6284'an vê argumanê dide me. Niha qanûna hejmar 6284'an jî dikin hedef. Ji bo wan tundiya li ser jinê ji bo belavbûna malbatê sedemek têr nîne. Di danezanên hilbijartinê de 6284'an kirin hedef.  Li dijî jinan her cureyê gotinê heye. Dijminahiya jinê dikin. Dixwazin qanûan ku zarokên 15 salî bên zewicandin bikin meriyete.  Dixwazin qanûna ku jin destûr ji mêr dixwazin bikin jiyanê. Ev kes di heman demê de li dijî perwerda tevlihevin jî.”   ‘Li gorî HUDA PAR'ê Parê em cihê jinê dizanin’   Songulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro qanûna 6284 heye. Gelek derfetê hiqûqî hene lê mixabin piştgiriya ji bo jinan qelsin. Mînak stargeh gelek kêm in. Jin bi zarokên xwe yên kûr yê 12 salî mezintir nikarin biçin stargehan. Tevî ji bo starbûna jinê gelek alternatîf hene jî ev li ser kaxizê dimîne. Ligel vê veşartina navnîşana biryarên durxistinê  li ser kaxizan dimînin. Yek ji van jî kelepça elektronîke. HUDA PAR'ê qanûna hejmar 6284'an kir hedef. Di danezana xwe de jî dibêje. Li gorî HUDA PAR'ê em cihê jinê baş dizanin.”   ‘Divê em têkoşîna hevpar bidin’   Songulê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Yek ji berpirsyariyên ku peymana Stenbolê dida welatên alîgir, bi sazî û rêxistinên jinan re bi hevkarî  têkoşîn meşandin bû. Lê dema Peyaman Stenbolê di meriyete de bû jî sazî û komeleyên jinan hatin girtin. Divê em li dijî van êrîşan bi saziyên jinan re têkoşîna hevpar bimeşînin. Divê em xwedî li mafên xwe derketin. Wekê di tu alternatîfa me tune ye.”