Jinên Botanê ji bo Mexmûrê banga yekitiyê kirin 2023-06-10 09:05:34     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Botanê berxwedana Mexmûrê ya li dijî dorpêçê silav kirin û gotin: "Bi daxwaza Tirkiyeyê li wargehê koçberî tê ferzkirin. Lê planên li hemberî wargehê bi berxwedana gel têk çû. Lê divê kurd li hemberî her cureyên êrişan demildest yekitiya xwe ava bike."   Di 20’ê gulanê de artêşa Iraqê hewlda ku derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) xendekan bikole, têl bike û kuleyan ava bike. Penaberên Mexmûrê li hemberî vê hewldanê rawestiyan û 16 rojan bi şev û roj li dijî dorpêçê di nava berxwedanê de bûn. Komîteya dîplomasî û Meclîsa Gel a Mexmûrê ve gelek hevdîtin bi rayedarên Iraqê re pêk anîn. Di encama van hevdîtin û berxwedana gel de lihevkirinek pêk hat û leşkerên Iraqê ji dora wargehê vekişiyan.    Hewldana dorpêçê li gelek deveran bi çalakiyan hat şermezar kirin. Jinên Botanê jî derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û banga yekitiyê kirin.    ‘Berxwedana gelê Mexmûrê bi ser ket’   Hatîce Durmuş, diyar kir ku penaberên Mexmûrê bi salan e bi zilmê re rûbirû dimînin û got: “Wargeha Mexmûrê bi salan e di bin ambargoyê de ne. Niha jî xwestin li dora wargehê têl bikin, lê bi ser neketin. Berxwedana li Mexmûrê bi ser ket. Gelê Mexmûrê tu neheqiyê li ser gelên din nekiriye. Ev 30 sal in bi zilm û zordariyê re dijîn. Em dayik aştî, azadî û biratiyê dixwazin. Hebûna kurdan qebûl nakin. Bi daxwaza Tirkiyeyê ev zilm û zordestiyê dikin. Gelê Mexmûrê gelekê berxwedêr e. Heya niha li dijî zilmê serî netewandiye. Li dijî êrişên li hemberî Mexmûrê divê kurd bibin yek."   ‘Polîtîkayên koçberiyê ferz dikin'    Ayşe Hezer jî di destpêka axaftina xwe de sekna gelê Mexmûrê pîroz kir û wiha bi lêv kir: “Serkeftina wan serkeftina gelê me ye. Ligel hemû êrişan jî ji berxwedan û têkoşîna xwe tavîzê nedan. Ev êrişên li ser Mexmûr hemû plan û polîtîkayên dewleta Tirk e. Dixwazin Gelê Kurd ji cih û warên xwe koçber bibe. Lê gelê me tim li dijî polîtîkayên koçberkirinê jî li ber xwe daye. Kurd li ku derê bin jî wê li ber xwe bidin, heya kurdek tenê bimîne jî wê li ber xwe bide. Tişta ku ji me were em ê bikin.”   ‘Dayik pêşengtiya têkoşînê dikin'    Nebîha Akay jî destnîşan kir ku berxwedana jinên Mexmûrê ji bo Gelê Kurd wek mînak e û wiha axivî: “Gelê Mexmûrê li dijî zilmê berê xwe da Başûr. Lê Mesûd Barzanî bûye hevkarê planên Tirkiyeyê. Xelkê Mexmûrê ev 30 sal in li wir li ber xwe didin. Dilê me bi têkoşîna dayikên Mexmûrê ne. Em ê bi yekitiyê xwedî li rûmet û têkoşîna xwe derbikevin. Dayik pêşengtiya vê têkoşînê dikin.”   ‘Piştevaniyê dê xûrt bikin’   Hayat Uca, di destpêka axaftina xwe de êrişên li ser Mexmûrê şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Berxwedana dayikên Mexmûrê pîroz dikim û ji bo wan serkeftinê dixwazim. Li ser Mexmûrê gelek plan û lîstik tên kirin. Lewra tim li ser Mexmûrê êrişên xwe dikin. Gelê Mexmûrê tenê li ser axa xwe jiyan dikin û tu binpêkinek pêk nayînin. Lê tim rastî zilm û dorpêçkirinê tên. Em vê rewşê şermezar dikin û dibêjin bila hemû kurd rabin ser piyan û ji bo Mexmûrê torekê piştgiriyê ava bikin.”