Dr. Ayşe Ugurlu: Bi tecrîdê dixwazin îradeyê bişkînin 2023-06-10 09:04:14     Elfazî Toral   STENBOL - Endama Lijneya Rêveber a TTB’ê Dr. Ayşe Ugurlu da zanîn ku bi tecrîda li ser girtiyan dixwazin îradeya girtiyan bişkînin û wiha vegot: “Tiştên li girtîgehan pêk tên, yek ji pêkanînên ku hewl didin civakê jî dizayn bike ye. Ez ji hemû mirovan dixwazim hestiyar bin. Divê em bi awayekî xwe bigihînin girtiyên paş deriyan.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Tecrîd û komploya li hember Abdullah Ocalan 24 sal in didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê de 27 meh in agahî jê nayê girtin. Tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan jî belav bûye.   Tecrîda li girtîgehan bi polîtîkayên wek şewitandina înfazan, nedermankirina girtiyên nexweş û gelekên din roj bi roj girantir dibin. Ji ber şertên tecrîdê rewşa girtiyên nexweş her diçe zehmetir dibe.   Mirinên biguman û tecrîd   Di salên dawî de ku rewşa girtiyên nexweş her diçe xera dibe, SaziyaTipa Edlî (ATK) raporên ‘dikare girtî bimîne’ dide girtiyên nexweşên giran û terkî mirinê dikin. Her wiha bi polîtîkaya tecrîdê re bi hezaran girtî bi îşkence, tundî û zextan re tên rû hev. Di salên dawî de girtiyên îşkence û zextê dibînin bi guman jiyana xwe ji dest didin û der  barê vê rewşê de tu hewldan tune ye.   Endama Lijneya Rêveber a Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Ayşe Ugurlu der barê polîtîkayên tecrîda giran a li girtîgehan de axivî.   Pêkanînên li ser girtiyên nexweş   Ayşeyê balkişand ser girtîgehên Tirkiyeyê û got pirsgirêka herî mezin tecrîd e. Ayşeyê di berdewamiyê de wiha vegot: “Armanca tecrîdê ev e ku îradeya girtiyan bişkînin. Bi tecrîdê hewl didin girtiyan li gorî xwe teşe bikin. Girtiyên nexweş ên giran hene. Tevî raporên tenduristiyê yên ‘nikarin li girtîgehan bimînin’, dişînin ATK’yan. Girtiyên nexweş ji bajarekî dibin bajarekî din ê dûr. Ev jî ji bo girtiyên nexweş rewşek giran e. Girtiyên nexweşiyên wan ên kronik hene di wesayîtên rîngê de zor û zehmetiyan dikşînin. Bi rastî ev di alî wijdanê de qet ne rast e. Gelek girtî di vê pêvajoyê de piştî hatine tehliyekirin jiyana xwe ji dest didin.”   Banga hestiyariyê   Ayşeyê  daxuyakirin ku divê înfaza girtiyan neyên şewitandin û girtî xwe bigihînin mafê tenduristiyê û wiha dirêjî dayê: “Em dizanin ku ev polîtîk e. Em rêxistinên maf û pîşeyî dixwazin ku mirov cezayan bi awayekî mirovahî bikşînin. Me wek TTB’ê li dijî şewitandina înfaza gelek daxuyanî dan. Em van pêkanînan rast nabînin. Em banga hestiyariyê li hemû parêzvanên maf dikin. Em dikarin hestiyariyê zêde bikin û bigihînin cihên têkildar. Di salên dawî de girtîgehên nû hatine vekirin. Li girtîgehan pêvajoyek başbûnê tune ye. Her tim zext mijara gotinê ne. Divê hemû kes li ser mafên mirovan hestiyariya xwe zêde bikin û xwe bitghînin girtiyên paş deriyan.”