Tehliyeya Hatîce Calihan a girtî hat taloqkirin 2023-06-08 09:09:02     Melike Aydın    ÎZMÎR - Hatîce Calihan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî ye tehliyeya wê bêyî hincet 8 mehan hat taloqkirin. Dayika Hatîtceyê, Zeynep Calihan da zanîn ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her kesî eleqeder dike û banga hestiyariyê li rayagiştî kirin.   Girtî Hatîce Calihan a li Girtîgeha Jinan a Şakranê dimîne bêyî dema tehliyeya wê tije bibe tehliyeya wê 8 mehan hat taloqkirin. Hatîce dernexistin Lijneya Îdarî ya Girtîgehê. Dayika Hatîceyê, Zeynep Calihan a di 3’yê Gulanê de ku dîroka tehliyeya wê bû çû Îzmîrê da zanîn ku bêyî ku tu hincetê bêjin girtina keça wê didomînin û mafê telefona keça wê jî hatiye astengkirin û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   ‘Bi hinceta ewlehiyê agahî nedan malbatê’   Hatîce di 2010’an de bi hinceta faliyetên di Rêxistina Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih girtiye bi sûcdariya di ciwanên KCD’ê de cih digire 6 mehan hat girtin. Piştre dosya hat vekirin û bi sûcdariya endamtiya ciwanên KCD’ê hat darizandin û ji du dosyayan bi giştî 13 sal ceza girt. Di 3’yê Gulanê de pêvajoya tehliyeya Hatîceyê temam bû lê nehat berdan. Dayika wê Zeynep tevî hemû nexweşiyan çûye Îzmîrê. Zeynebê wiha vegot: “Me hêvî dikir lê nehat tehliyekirin. Em 5 deqeyan di telefonê de axivîn. Got dayê hîna ne diyar e. Got em ê di 16.00’an de bigerin. Lê hat astengkirin. Em bi şev saet di 00.00’an de li girtîgehê geriyan. Lê agahî nedan.”   ‘Mafê telefonê hat astengkirin’   Zeynebê bal kişand ser astengkirina mafê telefonê û wiha dirêjî dayê: “Em di 5’ê Gulanê de çûn hevdîtina Hatîceyê. Keça min got kaxiz nehatiye, tenê bi gotinê, gotine ku 8 mehên din tu yê girtî bimînî. Min ji dozgerê girtîgehê re got ceza qedyaye lê hûn bernadin. Min got we çima agahî neda. Dernexistine lijneyê, kaxizek neşandine. Qanûn tune ye. Qanûnan tenê ji bo me pêk tînin. Em vê qebûl nakin. Bêyî hincet înfaz hat şewitandin.”   Divê her kes deng derbixe   Zeynebê bang li malbatên girtiyan kir ku zarokên xwe tenê nehêlin û got: “Ev peywira me hemûyan e. Dibe ku rojekê bê serê wan jî. Di girtîgehan de bi hezarna kes hene. Gotin qedyaye. Ev neheqiyek mezin e. Divê her kes dengê xwe bilind bike.”