Rojên Ma Mûsîcê destpê kir 2023-06-07 21:52:29   AMED – Akademiya Ma Musîc, bi dirûşmeya ‘Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin’ 5’emîn Rojên Ma Mûsîcê ku dê sê rojan berdewam bike, îro li Ma Mûsîc Centerê destpê kir.    Akademiya Ma Musîc, bi dirûşmeya ‘Em ê zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin’ 5’emîn Rojên Ma Mûsîcê ku dê 3 rojan berdewam bike, ya yekem îşev li Ma Mûsîc Centerê destpê kir. Malbatên zarokên ku li akademiye perwerdehiyê dibinin, mamosteyên wan û ji Akademiya Sînemayê Lîsa Çalan û gelek kes bi coşek mezin tevlî bernameyê bûn.    Beriya ku şahiya mûzîkê destpê bike hîndekar Ferhat Ertaş axaftinek kurt kir.    ‘Zarok bila rojên xweş bibînin’   Piştre mamoste Helîn Kiliçarslan axaftinek kurt kir. Helînê  wiha got: “Ez gelek kelecanî me û nizanim ku çi bejim. Ev kelecan ne bi tenê ji bo îro heye, di hemû rojên dinê de jî heye. Ev zarok ji sifirê destpê kirine û ji bo bên vê rojên kedek gelek mezin dan. Ji ber vê yekê jî em dibêjin bila ev yek li vir nemine û em ê zêdetir pêşve biçin. Em dibêjin zarokên me bila rojên xweştir bibinin.”    Kedkarên çapemeniya azad hatin slavkirin    Piştî axaftinê xwendevanan di qadê de beşdarvanan slav kirin û amûrên cûr bi cûr lê dan. Di vê navberê de pêşkeşvan Ferhat Ertaş, kedkarên çapemeniya azad jî ji bîr kir û got kedkarên çapemeniyê di bin zextên gelek mezin de ne û slavan rojnamegerên azad kir.  Piştî lêdana amûran bername gulên ku ji perwerdekarên zarokan re hat dayîn ve bi dawî bû.