‘Em HUDA -PAR'ê nas dikin em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’ 2023-06-07 09:03:28     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyê Adalet Fîdan, bal kişand ser tifaqa AKP -MHP'ê ya bi  HUDA - PAR û Partiya Yenîden Refah re û got ku ew HUD -PAR'ê ji berê ve nas dikin û wê têkoşîna jinan ya li heberî vê zîhniyeta dijminên jinan bidome.   Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê û aşkere bûna encamên wan, jin ji bilî Partiya Çep a Kesk nebûna temsîliyeta wekhev dinirxînin. Bertekên li hemberî polîtîkayên AKP, MHP, HUDA-PAR, BBP û Refahê yên ku bi Tifaqa Cumhur re ketin Meclîsê yên li dijî jinan û Kurdan dewam dikin.   Destkeftiyên jinan hedef girtin   Li gel AKP-MHP’ê, HUDA-PAR’ê di dema hilbijartinê de destkeftiyên jinan hedef girt. Qanûna bi hejmara 6284’an, mafê zewacê, “xwedîderketina li jinên bi tenê” û nîqaşa perwerdehiya hevpar û ji aliyê HUDA -PAR'ê ve ketin rojevê bû sedema bertekên jinan.     Bi kuştinên 'kiryar nediyar' tê naskirin   Di pêvajoya dîrokî de HUDA-PAR, ango Hîzbûllah, di dawiya salên 80’yî û destpêka salên 90’î de li bajarên wekî Amed û Êlihê derket holê. Wê demê Hîzbullah bi kuştinên “kiryar nediyar” li Kurdistanê derket pêş û hat naskirin. Rêveber û parlementerên Partiya Kedê ya Gelan (HEP) hatin qetilkirin. Wekîlê HEP'ê Mehmet Sîncar, nivîskara femînîst Konca Kuriş jî yek ji navên ku ji aliyê Hîzbullahê ve hatin qetilkirin e.   Rojnameger bûn hedef   Di salên 90’î de Hîzbullah rojnamegerên ji bo Çapemeniya Azad a Kurd dixebitin hedef girt. Zanayê çapemeniya Kurd Musa Anter (Apê Mûsa) Cengîz, Altun, Yayha Orhan, Çetim Abayay, Hafiz Akdemîr û bi dehan xebatkarên Çapemeniya Azad ji aliy Hîzbullah ve hatin qetilkirin.   Hizbullah bi 'aqilê dewletê' di meclîsê de ye   Hîzbûllaha ku di salên 2000'î de hat "bêdengkirin" di sala 2012'an de bi navê HUDA-PAR'ê derket holê. Bi hilbijartinên 14'ê Gulanê re ket meclisê peyama ku ew ê destkeftiyên jinan hedef bigire da.   Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sîlopiyê  Adalet Fîdan derbarê mijarê de nirxandin kir.   Adaletê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser encamên hilbijartinê û destnîşan kir ku hilbijartina ku bi wateya xwe hilbijartinek dîrokî bû di rewşên awarte de pêk hat û got: “Hilbijartin bi şert û mercên demokratîk pêk nehat. Desthîlatdar bi hemû hêza xwe li pey listik û diziyê bû. Hayê herkesî ji girîngiya vê hilbijartinê hebû. Lê hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ji bo ku desthîlatdariya xwe winda nekin li ser gel tundî û zext pêk anîn. Li ser xebatên me gelek provakasyon û tevliheviya hişê gel pêk anîn. Em digel derfetên teng û bi zextê ketin hilbijartinê û bi qasî ji destê me hat hemû hêza xwe me bi kar anî. Di encama hilbijartinê de partiya ku herî zêde parlementerên jin derxist ya me bû. Em wek rêbazek bingehîn nûnertiya jinê di her qadê de bi cîh dikin û reng û dengê jinê digihêjînin civakê. Li dijî hişmendiya mêrsalarî jî têkoşîna me ya ji bo jinê carek din xwe di parlementoyê de nîşan da. Ev ji bo me serkeftinekê girîng e.”   ‘Pratîkên HUDAPAR’ê ji dîrokê ve diyar in’   Ev hikûmet ji 20 sal in zêdetir bi polîtîka û nêzîkatiyên xwe yên li dijî jinê hatiye binavkirin. Qirkirina jinan her diçe zêde dibe. Her wiha tundî û tecavûzên li ser jinê zêde bûne. Ji bilî vê îstîsmara li dijî zarokan jî ligel van di rojevê de cihê xwe digire. Hikûmeta AKP'ê heta niha ev polîtîkayên xwe yên li dijî jin û zarokan dewam kirine. Niha HUDA -PAR û Partiya Yenîden Refahê ku bi AKP’ê re xwedî heman hişmendiyê ye ket meclisê. Di polîtîkayên wan de jin tu carî wek kesayetê nayê hesibandin. Li gorî hişmendiya wan divê jin di nav çar dîwaran de dorpêçkirî be. Lê ya ku civakê hembêz dike jî jin e. Jinan timî ji bo bidestxistina mafên xwe têkoşîn dane. Lê belê niha deskeftiyên jinan bi xeteriyê re rûbirû ne. Pratîkên HUDA -PAR'ê yên li dijî jinê ji salên borîn em dizanin. Niha jî bi ketina meclîsê pratika xwe ya yekemîn jî dîsa li ser jinê nîşan da. Bi gotina ‘pêwîst nîne ku jin bixebite’ daxwaza bi sînorkirina jinê ye. An jî bi gotina em ê xwedî li jinan derbikevin di esasê de jinê wek alavekê û nesneyekê dibînin. Lewra li pêşiya me pêvajoyeke hişk heye. Bêguman ev tenê ne ji bo jina ye. Hemû beşên civakê eleqedar dike. Ji ber ku bi êrîşên li dijî jinê êrîşên li dijî civakê tên armanckirin.”   ‘Di şexsê jinê de civak di bin xetereyê de ye’   Adalet, destnîşan kir ku hedefa ku dane pêşiya xwe civakek bê raman û bê armanc e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ango civaka ku nikaribe raman û daxwazên xwe bîne ziman civakek bindest e û tê xwestin civakek bi vî rengî bê avakirin. Li dijî vê polîtîkayê û ya ku derdikeve û bîat nake jin e. Lewra jin di polîtîkayên wan de hedefa sereke ye. Ev hişmendîya bi xeter zewaca zarokan rewa dike. An jî zarokên ku di tarîkatan de dimînin dixwazin bi wan re bizewicin. Niha gava em lê dinihêrin herî dawî di her dibistanan de xwestin meleyan bi cih bikin. Bi vê yekê li ser zarokan jî polîtîkayên xwe dixwazin bidomînin. Her wiha dixwazin zarokên keç û kur di dibistanan de cuda bikin.  Zarok pêşeroja me ne. Zarokek çawa mezin bibe civak jî wisa saz dibe. Loma ewqas li ser jin û zarokan disekinin. Jiyanek li derveyî exlaq li me ferz dikin. Di warê destdirêjî û destavêtinê de gelek bûyer çêdibin. Tîfaqa pêşberî me neyarê jin zarok û hemû civakê ye. Niha li dijî vê xetereyê bi pêşngtiya jinê divê hemû civak di nav lîv û tevgerê de be.”     ‘Jin wê têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya mêrsalar mezin bikin’   Adalet, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinan li hemberî van pêkhateyan tu carî paşve gav neavêtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tîfaqa wan a niha li dijî têkoşîna jinê ye. Li hemberê mezinkirina têkoşîna jinê xwestin bi tîfaqên xwe wê têkoşînê qels bikin. Kiryarên HUDA -PAR'ê li ser civakê gumanên gelek mezin çêdike. Di şexsê jinê de bi tevahî civak di bin xetereyê de ye. Lewra ji bilî têkoşînê tu tişt nîne ku were kirin. Têkoşîna jinê xwedî mîrateyek mezin e. Gava em lê dinihêrin bi gelek berdelên giranbûha têkoşînek mezin hatiye dayîn. Bi vê têkoşînê jî deskeftiyên mezin hatiye bidestxistin. Mîrateya wan a têkoşînê ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê nasîn. Ew jî bi saya keda jinên têkoşer e.  Heke jin hemû destê xwe bidin destê hevd li dijî vê tîfaqa neyarê jinê, xwezayê û civakê wê bi ser kevin.”