Li dijî tecrîdê li Taxa Şêxmeqsûdê meş hat lidarxistin 2023-06-06 08:33:12   HELEB - Bi dirûşma"Jin jiyan azadî serbixwe azadî " li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin.   Bi dirûşma"Jin jiyan azadî serbixwe azadî " li Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve meşek ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin. Meş ji qada Destîna a li milê şerqî taxê dikeve hat destpêkirin û ber bi taxa Eşrefiyê ve herikî. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Yekîtiya Jinên Ciwan her wiha pankarta bi nivîsa "Jin jiyan azadî serbixwe azadî" hat hilgirtin. Dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Jin jiyan azadî"hatin berzkirin.   Têkoşîna li dijî tecrîdê   Piştî deqeyeke rêzgirtin axaftin ji aliyê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Hêva Bekir ve hat kirin. Hêva wiha got :"Hemleya me ya jin jiyan azadî serbixwe azadî ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin bi tevlîbûna jinên ciwan hat lidarxistin. Wê jin di bin vê dirûşmê de çalakiya xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin. Ev bû 24 sal in ku tecrîd li ser Rêberê me hatiye dayîn. Her wiha her ku diçe tecrîd girantir kirine û cezazê dispilînê li ser Rêbertî girantir dibe."   Dewleta tirk dixwaze vîna gelê kurd tune bike    Hêva di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman:"Dewleta tirk a dagirker bi siyaseta xwe ya qirêj dixwaze vîna gel û ciwanên kurd têk bibe, lê ciwanên Rêber Abdullah Ocalan wê ji hemû êrîşan re bibin bersiv. Her wiha ciwanên Rêbertî  wê li hember hemû kiryarên dewleta tirk bibin bersiv ji ber em bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gihaştin vê astê. Bi ramanên Rêbertî re em dijîn û li ber xwe didin."   Hêva di dawiya axaftina xwe de got ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan wê tekoşîna li dijî komployê berdewam be û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîsoger bibe.