Niam Bedel: Li dijî tifaqa qirêj berxwedan divê 2023-06-05 09:02:53     ŞENGAL - Endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel, bal kişand ser planên li hemberî Şengal û Mexmûrê û got: "Li hemberî tifaqa ku li dijî Mexmûr û Şengalê planan çêdike divê em difaqa xwe xurt bikin û rê nedin siyaseta qirêj."   Bi ser fermana 3'yê Tebaxa 2014'an 9 sal derbas bû. Çeteyên DAIŞ’e bi ser Şengalê de girt û di encamê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, revandin û li bazaran jin û ciwanên êzidî hatin firotin. Bi 10 hezaran êzidiyên ku ji fermanê rizgar bûn jî berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Piştî rizgarkirinê li Şengalê civak dest bi rêxistinbûnê kir. Êzidiyên ku koçber bûn berê xwe dan axa xwe. Di destpêka meha nîsana 2023’yan de 123 malbat ji bajarokê Sinûnê derbazî Şengalê bûn. Ji parêzgeha Mûsilê nêzî 250 malbat jî vegeriyan ser warên xwe.    Çend li Şengalê pergala jiyaneke nû tê afirandin jî, êrişên li hemberî Şengalê jî berdewam kir. Di 9'ê cotmehê sala 2020'an de, di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hikûmeta Iraqê û Dewleta Tirk de  “Peymana Şengalê” hat îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de gelek provokasyon hatin pêş xistin. Her wiha bi êrişên hewayî jî hewl tê dayîn ku herêm bê valakirin. Herî dawiyê jî di 1'ê hezîranê de bi balafirên keşfê li hemberî navenda Şengalê êrişek pêk hat.    Tevî hemû êrişan jî civaka êzidî li dijî pêkanînan li ber xwe dide. Her wiha piştevaniya civaka êzidî ya li hemberî xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî berdewam dike. Civaka êzidî bertek nîşanî hewldana artêşa Iraqê da. Derbarê êrişên li hemberî Şengalê û hewldana Arteşa Iraqê ya li hemberî Mexmûrê de Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinan a Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel ji ajansa me re axivî.   'Wargeh di bin banê NY'ê de ye'   Niam di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Wargeha Mexmûrê û got: "Di bin banê Neteweyên Yekbûyî (NY) de hatiye avakirin. Ev der di bin parastina NY'yê de ye. Nêzî 27 sal in ev wargeh heye. Hikûmeta Iraqê û PDK, bi zextên Tirkiyeyê Mexmûrê dorpêç kirine. Wargeh wargeha sivîlan e. Di sala 219'an ve ji hêla PDK'ê ve li hemberî wargehê amborgoyek hatiye danîn. Hikûmeta Iraqê hewl dide ku dora wargehê têl bike û kuleyan dayne. Li dijî vê yekî pêwist dikir ku NY'yê rabûya ser piyan û bertek nîşan bida. Ez li vir bang NY'ê û dezgehên parastina mafên mirovan dikin ku bila xwedî li Mexmûrê derkevin. Ev hewldana Hikûmeta Iraqê yekcar nayê qebûlkirin. Kesên xwedî bi vijdan jî vê tiştî qebûl nake û rabûye ser piyan. Em bang li parlamentopa Iraqê jî dikin bila li hemberî hewldana Hikûmeta Iraqê bêdeng nemînin. Ez bang li xelkê Mexmûra berê dikim bila rabin ser piyan. Bila li hemberî kiryaran xwedî bi bertek bin."   'Em berxwedana Mexmûrê silav dikin'   Niam, diyar kir ku xelkê Mexmûrê li ber xwe dide û wiha bi lêv kir: "Kesên nexweş û pîr û kal di bin konan de li ber xwe didin. Di nava vê germahiya havînê û tozê de. Ji Şengalê bigire heta Mexmûrê em berxwedana gelê xwe silav dikin. Dê serkeftin bibe ya gelê berxwedêr."   'Cihên pîroz tên hedef girtin'   Niam, piştî nirxandina derbarê Mexmûrê bal kişad ser rewşa Şengalê û wiha axaftina xwe domand: "Di fermana 2014'an de DAIŞ hat. Belê navê wî DAIŞ bû lê dîktator Erdogan bû û serkêşiya wan dikir. Di hêla lojîstik, leşkerî û perwerdeyê de piştevaniya DAIŞ'ê dikir. Qubeyên me vê demê hatin bombekirin, cihên me yên olî û pîroz hedef hatin girtin. Malên ku nêzî Qubeyan tên bombekirin. Em vê tiştî qebûl nakin. Em bang li civaka êzidî dikin ku bila li hemberî êrişan demên dawiyê seferber bibin."   'Em axa xwe terk nakin'    Niam Bedel, diyar kir ku demek dirêjê xelkê êzidî vedigerin ser cih û warê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha xelkê me tên cih û warê xwe. Lê bi wan êrişan hewl didin ku xelkê bitirsînin û vegera wan asteng bikin. Ligel her cureyên kiryar, siyaseta qirêj dîsa jî hatina xelkê me didome. Xelkê êzidî axa xwe terk nake. Em wek êzidiyek, jineke êzidî û TAJÊ, em ê li hemberî êrişan li ser piyan bin û berxwedana xwe bidomînin. Em nahelîn ku planên wan li Şengalê bikevin meriyetê. Em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin."   'Em rê nadin siyaseta qirêj a li hemberî me'   Niam, da zanîn ku dê xelkê êzidî her tim li ber xwe bide û got: "Civaka êzidî tu carî serî netewand. Çend fermanan re rûbirû mabin jî li ber xwe da ne. Niha hêza me ya leşkerî heye, hêza me ya asayî heye, sazî û dezgehên me hene, rêxistinên me yên giştî û yên jinan hene, rêveberiya me ya xweser heye. Em nahêlin ku kesek dest bide wan hêz û rêxistinên me. Em ê li hemberî her planên wan bisekînin. Em ê rê nedin ku li hemberî me siyaseteke qirêj bê meşandin."   'Divê em tifaqa xwe xûrt bikin'   Endama Koordînasyona TAJÊ Niam Bedel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bang li xelkê xwe yên li wargehan dikin ku bila vegerin ser axa xwe. Bila tifaqa xwe çêkin û dest bidin destê hevdû. Heke tifaqa me xurt bibe kesek nikare tiştek bike. Em bang li gelê xwe dikin ku bila bêdeng nebin. Divê em li hemberî tifaqa ku li dijî Mexmûr û Şengalê planan çêdike rabin. Mexmûr, Şengal û Kerkûk ji hêla malbata Barzanî vê hatiye firotin. Firotine Erdogan. Ev xet xeteke stratejîk e. Divê bê zanîn ku xelkê Mexmûrê û Şengalê û peşmergeyên xwedî bi rûmet û xwedî şehîd ên li Kerkûkê jî cihê xwe nadin Erdogan. Em rê nadin lîstok û bazara PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dike."