Songul Guler: Mexmûr nûnertiya netewa demokratîk e 2023-06-04 11:53:28     MEXMÛR - Endama Komîteya Jinelolojiyê Songul Guler, bal kişand ser dorpçêça Mexmûrê ya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve û diyar kir ku  li pişt vê dorpêçê polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk bi rêya PKD’ê hene. Dewleta Tirk hemû bazarên xwe li Rojhilata Navîn li ser kurdan dike û bi taybetî jî li ser Mexmûrê.  Ji ber ku Mexmûr nûnertiya pergala netewa demokratîk  a bi perspektîfa Rêber Apo dike.   Leşkerên Iraqê di 20’ê Gulanê de di Saet li dora 5’ên sere sibehê xwest dora wargehê dorpêç bike û li gelek nokteyan leşkerên xwe danîn û xwestin ku kuleyan ava bikin. Ev helwesta hikûmeta Iraqê bû sedema bertekên  gele Mexmûrê  û li hemberî vê dorpêçê gele ku dest bi çalakiyan kir heta roja îro çalakiyên xwe  di pêşengiya jinan de dewam dike.   Endama Komîteya Jineolojiyê ya Mexmûrê Songul Guler derbarê rewşa dawîn ya Wargehê de nirxandin kir.   Songulê diyar kir ku bi hinceta ewlehiyê  xwestin dora wargehê dorpêç bikin  û gotin ku ev biryara dewletê ye. Songulê di berdewamiyê de ev tişt got, “ Li hemberî  vê biryara bê hincet  gelê wargehê helwesta xwe nişan da û got divê em bizanibin ku armanc çiye. Ji ber ku gelê  Mexmurê li piştvê helwestê dizane ku siyaseteke qirêj heye û bazarên qirêj hatine kirin.  Ji ber vê jî gelê me hewesta xwe ya demokratîk nişan da û dest bi çalakiyan kir.  Ev 16 roj in gelê Mexmûrê konê çalakiyê li 5 cihan vedane û li dijî vê dorpêçê  çalakiyên xwe  di pêşengiya jinan de berdewam dike. “   ‘Jin pêşengiyê dikin’   Songûlê anî ziman ku di çarçoveya van çalakiyan de kon hatin avakirin, laçalkî hatin destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “ Di konên çalakiyan gel pergala xwe di her warî de da avakirin û  rêveberiya  xwe jî da avakirin û ev jî di pêşengiya jinan de pêk hat. Di vî warî de jî jin li pêş bûn. Em dikarin bejin ku şerê gel ê şoreşgerî di kesayeta kesên Mexmûrê de xwe da nişandan û bi taybetî jî di kesayeta jinan de. Lê ev dorpêç ne ya ewil e.  Ji ber ku par jî heman tişt kirin û gel helwesta xwe nişan da û hikûmeta Iraqê mecbur ma paşve gavê biavêje.”   ‘Navê din ê gele Mexmûrê berxwedan e’   Songulê anî destnîşan kir ku   helwesta dewletê ya bi hinceta ewlehiyê di sere wan de gumanan  çêdike û axaftina xwe wiha berdewam kir,” Em dizanin ku li pişt vê lîstikên dewleta tirk û PDK’ê hene. Wargeha Mexmûrê  ji sala 1994’an ve hedefa polîtîkayên dewleta tirk e û dixwaze ku belav bike. Ev koçberiya gele Mexmûrê ya 9’emîn e û ev jî bi rêya PDK’ê tê kirin.  Lê  bi  taybetî ji 2008’an heta îro tund bi ser wargehê de hatin û siyaseta qirêj dan meşandin. Ev êrîşên xwe hem di warê leşkeri û hem jî di warê siyasî de pêk anîn û bi vê helwesta xwe êrîşî nasname û çand a gele Kurd dikin. Lê divê ku bizanibin navê din ê gele wargeha Mexmûrê  berxwedan e.”    ‘Li pişt van êrîşan dewleta tirk heye’   Songulê bal kişand ser helwesta wan a tund ya îro li hemberî  hikûmeta Iraqê û wiha destnîşan kir,” Çima îro helwesta me tünd e li hemberî hikûmeta Irqê.  Dema ku êrîşên PKD’ê li hemberî  wargeha Mexmûrê çêdibûn  em hatin me xwe sipart Iraqê û heta niha  di nava me û Iraqê  tu gelê Ereb ên din de derneketibûn û em di bin parstina wan de bûn.  Ji ber vê jî em dibêjin ev bi deste dewleta tirk tê kirin. Ji ber ku dewleta tirk bazara xwe ya li rojhilata navîn hemû li ser kurdan dike û bi taybetî jî li ser gele Mexmûrê dike.  Ji ber ku Mexmûr mînaka pergala netewa demokratîk û perspektîfa Rêber Apo ye û li gorî wê xwe rêxistin dike û bi îradeya xwe hêza xwe datîne holê û hemû meclisên xwe avakirine. Lê dewleta tirk vê hezm nake. Rêxistinkirina kurda ji bo Tirkiyeyê talûkeyek herî mezin e û ji ber vê jî bi PDK’ê re polîtîka dan meşandin. Ji ber ku gele Mexmûrê ev pûç kirin, niha jî hikûmeta Iraqê kiriye dewrê û dixwazin an wargehê teslîm bigirin û an jî belav bikin.”   ‘Wê berxwedan bidome’   Songulê wiha dawî li axaftina xwe anî, “Hikûmeta Iraqê dibêje ku em ji bo ewlehiyê dikin. Lê çima ev di dema êrîşên DAÎŞ’ê de nekir û çima dema ku 4 salan PDK’ê ambargo danî ser wargehê nekir.  Îro radibe wekî ku tiştek nebûye dibêje em ê kuleya deynin û ewlehiya we bigirin.  Ev helwesta hikûmetê bawariyê nade me.  Divê hikûmeta Iraqê ku malovanî ji me re kiriye bibine ku me heta niha tu zerar nedayiyê, li gorî vê tevbigere û hêzên xwe paşve bikişîne. An na wê berxwedana me bidome."