'Em dev ji jiyana Sûrê bernadin' 2023-06-03 09:03:48     Rojda Aydin    AMED - Koçberiya bi zorê, xizanî, fihûş, tiryak, destdirêjî, şîdet, sixûrtî hwd. li Sûra Amedê piştî qedexeyên sala 2015'an wek polîtîkayeke taybet a şer hat meşandin. Jinên ku li vir dijîn diyar kirin ku dev ji jiyana Sûrê bernadin û gotin: "Li dijî her cureyên êrişan dê parastina çand û dîroka xwe ya Sûrê bikin."   Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên şerê taybet her ku diçe kurtir dibe. Yek jî wan deveran ji polîtîkayên taybet para xwe girtiye navçeya Sûra Amedê ye. Beriya sala 2015’an jî piştî qedexeya derketina li derve jî bêtir ev polîtîka hat kûrkirin. Bi vê yekê re bûyerên destdirêjî, fûhûş, tiryak û sîxûrî li navçeyê gihîşt asta herî jor. Herwiha ligel wan jî li navçeyê polîtîkayên rantê jî hat pêşxistin û avahiyên welatiyan ên ku hatin hilweşandin koçberî li welatiyan hatin ferzkirin. Li şûna avahiyên heyî û yên dîrokî avahiyên “yek tîp” hatin avakirin û dîroka li vir hat texrîpkirin.    Di saetên nîvro de me berê xwe da nav kolanên têng ên taxa Alîpaşa ya Sûra Amedê. Me xwest em rewşa niha hîn bibin. Dema mirov dikeve nav kolanan wekî ku dikeve nav bajarekî cuda. Ligel texrîbata ku hatî kirin jî di her kolanek û her kevirekî de dîrok, bîranîn û jiyanek heye. Ev der cihê serhildanê ye û cihê dîrokê ye. Wisa tê nasîn...    Li kolanê komek jin li ber deriyekî rûniştine û em nêzê wan dibin û dixwazin bi wan re sohbetê bikin. Em wan dinêrin ew me dinêrin û me xwe gihand wan. Piştî silavdayînê me destûra rûniştinê xwest... Gotin gotinê vekir... Sohbet germtir bû.    Jiyana berê    Emîne Dag 75 salî ye û demildest dibêjê "Tu tişt ne wek berê ye" û em dizanin ku dê sohbet kurtir bibe. Emîneya ku dema behsa bîranînên xwe yên berê dike kelecanî dibe û diyar dike ku rojên xweş û nexweş bi cîranên xwe re derbas kiriye, bûne malbatek. Gotinên Emîneyê bi serê xwe nîşaneya çanda jiyanê ya Sûrê tîne ziman. Emîne wiha jiyana xwe ya rojane ya berê dike: "Em ji serê sibê radibûn paqijiya xaniyên û ya ber mala xwe dikir. Me bang li cîranên xwe dikir û bi hev re taştê dixwar. Em di hewşên malên xwe de rûdiniştin."    'Mirovên dewletê tiryakê difroşin'   Emîne piştî qala rewşa berê kir bal kişand ser demên qedexeyan û got: "Piştî ku dewlet ket nav navçeyê jiyana wan yekcar belav bûye." Hêj me tiştek lê nepirsî ev wiha behsa rewşa niha kir: "Em tenê dixwazin tirk, kurd, laz, çerkez û erep bi hev re azad bijîn. Em şer û kuştinê naxwazin. Zimanê her civakekê cuda ye û ew bi vê yekê hene. Çima zarok tên kuştin. Zarokên me îro ji ber ku bi kurdî stran dibêjin li kolanan tên qetilkirin. Îro berê zarokên me didin tiryakê û fûhûşê. Ciwan li park û kolanan tên kuştin. Îro bi awayek serbest di kolanan de tiryakê difroşin zarokên me. Polîs li ber wan derbas dibin lê binçav nakin. Kesên ku îro li kolanên me tiryakê difroşin mirovên dewletê ne.”   'Em bûn xerîbî welatê xwe'   Em dizanin ku ev sohbeta ku em dikin dê gelek mijaran bi xwe re bîne. Em dîsa guhdariya Emîneyê dikin: "Xaniyên xelkê ji destên wan bi zorê girtin û hilweşandin. Xaniyên ku wek girtîgehan çêkirin. Şêniyên li vir ji neçariyê koçber bûn. Bi rastî em bûn xerîbê welatê xwe. Ez li vir hatim dinê, zarokatiya min li vir derbas bû û ez li vir mezin bûm, ez nikarim biçim cihê din. Jiyana min di nav van kolanan de derbas bû. Deverên din ji bo min wek girtîgehe û ez nikarin li girtîgehê bijîm. Divê ez derkevin kolanê li kolanê bi ciranê xwe re rûnem û sohbetê bikim. Mirovên ku di daîreyan de dimînin hevdû nas nakin û silavê nadin hevdû. Ez ê li ser axa xwe bim."    'Cîrantî nemaye'    Dema me bi Emîneyê re sohbetê dikir Aynûr Adman a 50 salî jî hem guhdariya me dikir û hem jî difikirî ku dê çî bêje. Aynur beriya qedexeyan li kolana Ilgazê ya taxa Alî Paşayê dijiya, piştî xaniyê wê hatiye hilweşandin berê xwe daye Semta Şehîtlikê ya navçeya Yenîşehîr e. Aynûr heftê carekî tê û bi cîranê xwe re rûdinê. Piştî ewqas agahiyên me da em niha guhdariya Aynûrê bikin: "Jiyana min li Sûrê xweştir û aramtir bû. Piştî ku ez ji Sûrê derketim û min jiyana xwe li bînayan de berdewam kir. Bi rastî jî di avahiyên çend qatî de jiyan nexweş e. Îktîdar destûr nade ku aştiyeke mayînde pêk bê. Bi zorê avahiyên me ji destê me girtin. Ez gelekî bêriya Sûrê dikim. Çend gelek caran ez heqê rê nikarim peyda bikim jî têm li taxê bi cîranê xwe re rûdinem. Ez li vir her kesî nas dikim, lê niha cihê ku ez dijîm ez kesekî nas nakim û cîrantî nemaye."    Aynûr, çend behsa jiyana xwe ya rojane dike jî bal dikişîne ser polîtîkayên dewletê ya li hemberî herêmê jî û bi wan gotinan fikrên xwe tîne ziman: "Bi her awayî zilmê li ser me kurdan dikin. Li ser avahiyên me siyaseta rantê kirin. Me çend di qedexeyan de dev jî xaniyên xwe berneda lê piştre bi zorê xaniyên me ji me girtin. Dewletê li Sûrê taybet rawestiya."   ‘Ez nikarim dev ji Sûre berdim'    Remziye Ay 57 salî ye û 40 sal in jî li Sûrê dijî. Xaniyê wê jî hatiye hilweşandin. Ligel vê yekê jî Remziye dev ji Sûrê bernedaye, jiyana xwe li vir berdewam kiriye. Remziye Sûrê wek “bihûştê” pênase dike. Remziye, wiha dest bi axaftina xwe dike: “Ez nikarim dev ji Sûrê berdim. Jiyana min li vir gelek xweş e. Em li vir tim bi cîranên xwe re ne. Armanca dewletê ew e ku çanda Sûrê tune bikin. Xaniyên me xwestin lê me neda..."   'Bi tang û topan ketin Sûrê...'   Remziye jî wekî jinên din di axaftina xwe de bal kişan ser dema qedexeyan û diyar kir ku dewlet bi tank û topan ket nav Sûrê û got: "Xaniyên welatiyan xirapkirin û bajarê me wêran kirin. Piştî şer jî dest danîn ser xaniyên me. Min terka Sûrê nekir û dev jê bernadim. Heta şerê Sûrê bê bîra min ez ê li Sûrê bim. Dema şer de em di malên xwe de bûn gule li ser me de dihatin... Me dev ji xaniyên xwe berneda...”   'Ez gelekî xemgînim'   Remziye çend xwaziya xwe rojên borî bîne jî li Sûrê gelek tişt guheriye. Dema behsa niha jî dike xemginiya xwe tîne ziman. Ji ber ku rewşa ciwanên ku niha ketine nav dilê wê dişewitine. Remziye wiha dawî li axaftina xwe tîne: "Piştî şerê Sûrê li vir tiryak zêde bû, fihûş zêde bû. Kesên ku tiryakê difroşin û belav dikin, di nav Sûrê de ji xwe re xanî girtine û esrarê difroşin. Dixwazin bi vî rengî kurdan tune bikin û berê ciwanan bidin cihên qirêj... Em dixwazin ciwanên me bila dev ji vê berdin...”    Sohbeta me ya ku me bi jinan re kir rastiya Sûrê yek bi yek radixe ber çavan. Mê xwest em rewşa Sûrê û daxwazên jinan bînin ziman û bal bikişînin ser polîtîkayên taybet ên li herêmê tê meşandin.