'Divê hemû saziyên demokratîk bikevin tevgerê' 2023-05-29 09:02:28     Rozerin Gultekin    SEMSÛR - Li Semsûrê ku piştî erdhêjê pirsgirêkên paqijî, starbûnê hîna didomin, kavil jî hîna nehatine rakirin. Desthilatdarî jî li dijî bûyerên ku cemaat û tarîkatê ku têde gelek gumanbarên destdirêjiyê hene û konan kontrol dikin bêdeng e. Gelê Semsurê li dijî vê xetereyê bang li hemû saziyên demorkatîk kir û diyar kir ku ger pêşî lê neyê girtin wê bajar ji cemaetê re bimîne.   Di ser erdhêja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû û bandor li 11 bajaran kir re 4 meh derbas bûn. Yek ji bajarê ku herî zêde jê bi bandor bû Semsur bû. Li Semsurê bi hezaran kes bê kefen û bi komî hatin definkirin, AFAD piştî rojan şûnde çû bajêr. Ji ber îhmalkariya desthilatdariyê bajar veguherî bajarê kavil.   Birîn bi piştevaniyê hatin kewandin   Di encama piştevaniya dildar, HDP û rêxistinên civaka sivîl de li Semsurê gelek konbajar hatin avakirin û bi kedek komunal jiyan hat avakirin, bi piştevaniyê birîn hatin kewandin. Lê hîna erdhejzede gelek pirsgirêkan dijîn. AKP-MHP'ê tenê ji bo propganda hilbijartinê çûn bajar. Bertekên gel li her kolanê bi awayek şênber tên dîtin. Partiya Çep a Kesk û komeleyên Elewiyan li bajar di esasê daxwazên gel de xebatên  jiyanek nû bi lez û bez didomînin.   Kavilan li dora çeman vala dikin   Yek ji pirsgirêkên din rakirina kavilan e. Kar û barê komkirina kavilan xetereyek mezin ava dike. Çar mehe hîna rakirina kavilan neqedyaye û ev jî hem ji bo tenduristiya gel hem jî ji bo xwezayê rîskek mezin ava dike. Tevî hemû hişyariyan kavil li dora çeman tê valakirin. Ji bo dawî li vê rewşê bê welatiyan serî li walîtiyê dan lê hîna bersivek negirtine.   Desthilatdarî erdhejzedeyan nabîne   Li bajar hîna kavil û avahiyên bi xesar hene û gel nikare alavên xwe ji xaniyên xwe bigire. Desthilatdarî  hewcedariyên gel jî pêk nayne û gel di meha çaran de hîna gelek pirsgirêkan dijî. Hîna li bajar tu xebateke porojeyê jî pêk nehatiye.   Kon di bin kontrola cemaetan de ne   Pirsgirêka starbûnê hîna pirsgirêka herî mezine û bandorek mezin li ser welatiyan dike. Di lehiya rabû de konên AFAD’ê serobino bûn. Welatî bi rojan di konên şil de man û  tu alîkarî nehatin kirin.  Gelê Semsurê diyar kir ku konbajar û konteynirên hatine avakirin ji wek ‘kampa berhevkirinê’ ne.  Her wiha welatiyan diyar kirin ku ev konteynir piraniya wan di bin kontrola cemaetan de ne.   Aqûbeta zarokên winda   Jin û zarok li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê jiyana xwe bi zor û zehmet didomînin. Yek ji pirsgirêkên din ên dema erdhêjê de derketin holê zarokên winda û aqûbeta wan bû.Ji ber bêtedbîriya desthilatdarî û rayedaran gelek zarokî di erdhêjan de jiyana xwe ji dest dan, gelekan malbata xwe winda kir, bi hezaran zarok jî ya winda bûn ya hatin revandin. Dîsa gelek zarok ku windane an jî jiyana xwe ji dest dane neketin qeydan û gelek malbat ji roja ewil a erdhêjê de ye agahiyê ji zarokên xwe nagirin.   Tarîkat û cemaet li qadan e, desthilatdarî jî tune ye!    Di 8’ê Adarê de tarikata Menzîl diyar kir ku li gundan hezar û 100 zarokên erdhejzede hene û dîmenên ku bi zarokan ‘nîşaneya tekbîrê’ kiribûn û kişandibûn parve kiribû. Di dîmen de leşker û polîs li hemberî ‘Şêxê Menzîlê’ wek serî bitewînin sekini bûn. Niha Weqfa Îsmaîlaga ya bi bûyera destdirêjiya sistematik ya zaroka 6 salî tê zanîn, bi tarikata Menzîl re li konbajaran kontrolê dike. Lİ dijî vê jî desthilatdarî tu tiştekî nake û ji bo zarokên ku tarîkatê dîtine jî tu tiştekî nake.    Hêviya gel bi jiyana nû zindî dibe   Di dema nezde  alîkariyên dildar û şaredariyan jî li bajar bi dawî bûn. Komeleyên Elewî û Partiya Çep a Kesk ji bo avakirina jiyanek nû xebatan dimeşînin. Gelek welatiyên ji bajar koç kiribûn bi nivîsin  wek ‘em diçin lê em ê vegerin’ yên li ser dîwaran nivîsîbûn hêvî carek din zindî dikirin. Welatiyên Semsurê bi hevkariya ajansa me diyar kirin ku ji bo avakirina bajar divê hemû saziyên demokratîk bikevin tevgerê û gotin ger pêşî li cemaetan negirin wê neçar bimînin bajar terk bikin.