Li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan li Helebê meş hat lidarxistin 2023-05-28 09:22:49     HELEB - Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Kongreya Star ve li Helebê meş hat lidarxistin.   Bi berdewamiya rêza çalakiyan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê Kongreya Star ve meşek li Taxa Şêxmeqsûd ya Helebê hat lidarxistin. Meş ji pêşiya eywana Yasîn a ku dikeve milê xerbî ya taxê dest pê kir û ber bi qada Cebnatan a ku dikeve milê şerqîya taxê dom kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Dem dema azadiya Rêber Apo ye", wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Kongreya Star hatin hildan, her wiha bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" meşê dest pê kir û bi dawî bû. Di meşê de endamên saziyên siyasî, meclîsên taxê û gelek kesên ji her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê amade bûn.   Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin li ser navê Kongreya Star ji aliyê Nediya Yosêf ve hat kirin.     Nediya di destpêka axaftina xwe de wiha got:"Em ji Taxa Şêxmeqsûd silav û hezkirinên xwe ji dil ji Girava Îmraliyê re dişînin. Em Pakrewanên ku ji bo doza gelê kurd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwe feda kirine û di şexsê Pakrewan Bêrîvan û Ronahî de em  bi rêzdarî hemû Pakrewanên doza azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber  wan ditewînin."   'Rêber Ocalan li berxwe dide'   Nediya bal kişand ser berxwedana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:"Ev bû 24 sal ku Rêberê me di nava tecrîdeke giran de dijî. Her wiha ev bû du sal in ku tecrîd girantir kirine, her wiha dewletên endamên NATO'yê rojane dixebitin ji bo ku felesefeya Rêbertî ji holê rakin lê Rêber Abdullah Ocalan li hember vê siyaseta faşîst rojane li berxwe dide."   Azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan    Nediya di axaftina xwe de qala azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û got:"Dewleta tirk û hevbendên wê rojane şerê şervanên azadiya Kurdistanê dikin ji bo vîn û îradeya gelê têkoşer têk bibin lê şervanên azadiya Kurdistanê li hemberî faşîzma dewleta tirk tu car teslîmiyet nepejirandine û rojane têkoşîna xwe xurtir dikin û gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê rojane li kolanan e û şerê li hemberî faşîstan dikin. Encax bi vîn û vê girseyê em azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin. Her wiha bikaribin fîzîkî bi Rêberê xwe re bijîn."