Têkoşîna bênavber ên Dayikên Şemiyê 28 salên xwe temam kir 2023-05-27 10:36:12     Marta Somek   STENBOL - Têkoşîna bênavber ên Dayikên Şemiyê 28 salên xwe temam kir. Berdêla wê çi dibe bila bibe Dayikên Şemiyê dev ji Qada Galatasarayê bernedan.   Tirkiye wek welatan e ku pratîka "windakirinê" ya ku bi polîtîkayên qirkirinê tê meşandin, lê zêde ye. Windakirin di salên 1990'î de bi taybetî li Kurdistanê bû "pratîka" dewletê. Di salên 90’î de li Tirkiye û Kurdistanê qetlîamên kiryar nediyar, zext û îşkenceyên li ser Gelê Kurd, binçavkirinên derqanûnî, koçberiya bi darê zorê, ferzkirina sîxuriyê, revandin û windakirina bi zorê bû polîtîkayeke sîstematîk.   Gelek caran îtîrafkarên JITEM'ê behsa windakirinên salên 90'î kir lê Tirkiye derbarê îtîrafan de tu gav neavêt. Dozê ku hatin vekirin jî bi hinceta demborî hatin girtin. Îro jî polîtîkayiên windakirinê didomin. Xizmên windayan sed sal in bi rêbazên cuda hewl didin ku aqûbeta windayên xwe hîn bibin. Lê ev lêgerîna malbatan jî bi zextan re rûbirû dimînin.    Kombûna ewilî ya qadê   Malbatên ku dixwazin dengê xwe bidin bihistandin her tim di nav berxwedanê de bûn. Yek jî wan Dayikên Şemiyê bûn. 28 sal beriya niha ji bo parvekirina êş û kulê xwe û ji bo dîtina zarokên xwe li Qada Galatasarayê ya Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê kom bûn. Dayikên Şemiyê ji dayikên Arjantinî feyz girtin. Ji ber ku Dayikên Plaza de Mayo di sala 1977'an de ji bo dîtina zarokên xwe yên ji hêla cuntaya leşkerî a Arjantînê ve hatî windakirin dest bi çalakiyê kiribûn.    Çalakiya ewilî di 27'ê Gulana 1995'an de saet 12.00'an de pêk hat. Kurê Emîne Ocak Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995’an de hat binçavkirin û piştî 58 roj şûnde li Goristan Bêkesan bi îşkenceyê qetilkirî hat dîtin. Ji hêla rojnameger Nadîre Mater ve bi navê "Dest nede hevalên min" kampanyayek da destpêkirin. Ev kom piştî dîtina cenazeyê Hasan Ocak peşniyara "Her roja şemiyê em li Qada Galatasareyê di heman saetê de çalakiya rûniştinê ya bêdeng pêk bînin" kirin. Biryara dan ku di çalakiyê de pankartên rêxistinan bila nebin, bila dirûşm neyê berzkirin. Her heftê bila çîroka windayek bê xwendin. Piştî demekê ji komê re gotin "Dayikên Şemiyê".    Dayikên Şemiyê...   Ji roja destpêke heta îro ligel îşkence zext û zordariyê Dayikên Şemiyê dev jî qadê bernedan û her tim daxwaza aşkerakirina aqûbeta xizmên xwe kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê roj bi roj belavî Kurdistan û Tirkiyeyê bû. Bi sedan malbat bi heman daxwazê daketin qadan. Ne tenê xizmên windayan kesên li derdorê jî êdî piştevaniya vê çalakiyê kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê ji sala 1995'a heta sala 99'an di saet 12.00’an de li ber lîseya Galatasarayê berdewam kir.    Êriş birin ser dayikên ku edaletê dixwazin    Êrişa ku di 15'ê tebaxa 1998’an pêk hatî 7 meh berdewam kir. Di nav 7 mehan de dayik û xizmên windayan bi îşkenceyê re rûbirûman. Di 170’emîn çalakiyê de ji ber êrişan di 13'ê adara 1999’an de biryara navberdayîna çalakiyê hat dayîn. Piştî 10 sal şûnde di 31'ê çileya 2009’an de carek din li Qada Galatasareyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Ez ê serê xwe bidim ser axa wî   Bi sedan dayik bi israr li Qada Galatasarayê kom dibûn yek jî wan Dayika Berfo bû. Dayika Berfo di nav têkoşîna Dayikên Şemiyê de bû sembol û 33 salan  ji bo dîtina kurê xwe Cemîl Kirbayîr li ber xwe da. Berfo wiha behsa kurê xwe dikir: "Ez bi hêvî bûm ku dê rojekî kurê min bê û min derî û bace dihişt vekirî. Roj derbas bûn, meh derbas bûn û sal derbas bûn... Lê kurê min nehat. Heke kurê min miribe jî bila cenazeyê wî radestî min bikin..."  Dayika Berfo heta ku jiyana xwe ji dest da ji daxwaza hestiyên kurê xwe kir. Berfoya ku gelek caran bi gotina "Ez zarokê xwe dixwazim, bila zarokê min bidin min" di 5'ê sibata 2011'an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Tayyîp Erdogan soza dîtina kurê wê da. Di dawiya lêkolînên ku ji aliyê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ve piştî hevdîtinê hat destpêkirin de, hat destnîşankirin ku Cemîl Kirbayir di girtîgehê de rastî îşkenceyê hat û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. ji aliyê rayedarên cemaweriyê yên ku lêpirsîn kirin ve hat girtin." “Ez çente di destê xwe de, serê min li ser keviran, li benda hestiyê te li ber derî rûniştim. Berfo wiha bang dikir: "Ez şewitim. Dayikan neşewitînin. Çi bûye, bide min. Ez ê bi Cemîl re herim ser gorê. Ez ê serê xwe bidim ser axa wî. Çi li ser gora wî? Çi li ser erdê? Çima soz dan min, çima neanîn?" Berfo serî li AÎHM'ê da. Tevî ku çû edliyeyê ku Kenan Evren ê berpirsyarê windakirina kurê wî jî lê dihat darizandin û bi qîrîna dirûşma "Kenan Evren tu yî hesabê bidî".   Heta dawiya emrê xwe kurê xwe geriya   Dayika Berfo heta dawiya emrê xwe 33 salan ji bo xwe gihandina Cemîl di nav têkoşînê de bû. Di 21'ê Sibata 2013'an de di bin emeliyetê derneket û 105 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Berfo ji zarokên xwe de mîrateya "Tu carî efû nekin" hişt. Hej Dayika Berfo dijiya li cem gora xwe gorek vala hişt û got "Vê gorê tu carî negirin û heta ku hûn gihiştin hestiyên Cemîl." Her wiha derbarê qetilkirina Cemîl Kirbayir de di sala 2014'an de lêpirsînek hat vekirin û lê ev biryara lêpirîsê hat betalkirin. Dadgeha Bilind, biryara Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê derbarê destpêkirina lêkolîna bûyerê de betal kir. Bi hinceda demborî dosya girt. Soza ku ji bo dîtina hestiyên Cemîl Kirbay nehat girti.    Îşkence, qedexe û domandina çalakiyê    Dayikên Şemiyê bi daxwaza "Zarokên me û xizmên me hatibin qetilkirin jî hestiyên wan bidin me. Em tenê dixwazin gorekî wan hebe. Hek dijîn jî bila zarokên me radestî me bikin" daketin qadan û li qadan bi dehan caran bi êrişa polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Lê çend hatin binçavkirin jî tu carî dev jî têkoşîna xwe bernedan. Di sala 2018'an de di çalakiya 700'î de Qada Galatasarayê ji hêla Qeymeqemtiya Beyoguyê ve hat qedexekirin. Li ser vê yekê di 25'ê tebaxa 2018'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe pêk bînin lê bi êrişa polîsan re rûbirû man û hatin binçavkirin. Piştî 2 sal şûnde ji hêla Serdozgeriya Komara Stenbolê ve derbarê 46 kesan de îdîaname hat amadekirin û di Dadgeha Cezayê Asliye a 21'emîn a Stenbolê jî doz hat vekirin. 5 salan ji ber qedexeyan nekarin biçin qadê. Lê dîsa dayikan dev jî têkoşîna xwe bernedan di qadên cuda de çalakiya xwe berdewam kirin.    5 sal şûnde daketin Qada Galatasarayê    Masîde Ocak Kişlakçi di çalakiya 700’î de ji hêla polîsan ve lêdan xwar û hat binçavkirin. Masîde derbarê mijarê de û îhlalkirina mafê "meş, çalakî û civînê" de, di 10'ê îlona 2018’an de serî li Serdozgeriya Komara Stenbolê da. Lê Serdozgerî biryara bêşopandinê da û Masîde serî li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) da û doz qezenç kir. Piştî vê biryarê Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê di 8'ê nîsanê de carek din daketin Qada Galatasarayê,    Ez bûm 71 salî...   Lê belê carek din polîsan bi hinceta "qedexeyê" êriş bir ser çalakiyê dayik û çalakvanan binçav kir. Çalakvan bi israr çalakiya xwe domandin. AYM serdana seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî qebûl kir û biryara binpêkirina mafan da û biryar da ku tezmînatê bidin Gulserenê. Her wiha di hefteya 948'an de carek din li Qada Galatasarayê Dayik û Mirovên Şemiyê kom bûn. Hanim Tosun û Hanîfe Yildiz tu carî devjî têkoşîna xwe bernedan. Hanîfeya ku ligel temenê xwe yê mezin di nav têkoşînê de bû û wiha dibêjê: " Ez bi bayê nehatin li vir. Ez ji ber bêedaletiyê hatim li vir. Em bûn zêmar û çîrok. Cîhan bihist lê hikûmet nebihist. Nedîtin û çaresernekirin şerma te ye. Heta ku tu vê çaser nekî edalet û aştî pêk nayê. Kurê min di 19 saliya xwe de ma. Lê ez bûm 71 salî. Min soz daye xwe û kurê xwe ez ê heta dawiyê têbikoşim."...   Çavê min her li rê ye   Hanîm Tosun jî 28 sal in hejînê xwe Femî Tosun ê windayî digere. Hanim jî wiha bal dikişîne ser têkoşîna xwe: "Mirina bi xwezayî cuda ye. Ev êş hinek hêsan dibe. Lê belê windabûn, revandin tiştek cûda ye... Çavê min her demê li ser rê ye. Çend sal derbas bû jî hêj jî çavê min li rê ye. Ez gelek kesan dişîbînim wî. Ez dizanim ku êdî najî lê ev hest ji min venaqete..."   Em ê li qadê dengê xwe bilind bikin   Ji bo Hanimê Qada Galatasarayê girîng e û bi wan peywan hestên xwe tîne ziman: "Em dev jî Qada Galatasarayê bernadin. Ji ber ku li vê qadê cîhanê dengê me bihist. Heke li vir dengê me nehata bihistin dibe ku bi sedan kes bihata windakirin. Dema wêneyên windayên me li Qada Galatasarayê pêl neda cîhan dengê me bihist. Cenazeyên me hatin dîtin, di bîran de û di bîrên asîdê de hatin dîtin. Hêj jî gelek kes ne xwedî bi gor in. Ev Qada Galatasarayê ji bo me gor e. Em ê li vir bin û em ê li vir dengê xwe bilind bikin."   Ji dozê beraet kirin    Di Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di bin Çavan de ya Navneteyî de gelek çalakî û bername tên lidarxistin. Ev hefte ji bo Dayikên Şemiyê hefteyeke girîng e. Di 30'ê tebaxa 2022'yan de bi minasebata Roja Windakirinên bi Zorê ya Navnetewî de Dayik û Mirovên Şemiyê xwestin li Goristana Bêkesan a Altinşehirê daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Lê di encama êrişa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin û derbarê wan de doz hatin vekirin. Lê di 2'yemîn danişîna dozê de biryara beratê hat dayîn.    Dê têkoşîn bidome...   Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê bi çalakiyên xwe biryarbûna xwe tînin ziman û dibêjin: "Bedel çi dibe bila bibe, em ê li aqûbeta windayên xwe bipirsin û em dev jî Qada Galatasarayê bernadin."