'Tedawiya girtiyên nexweş divê li nexweşxaneyê bidome' 2023-05-27 09:11:53       Rojda Aydin   AMED - Rêveber û parêzera MED TUHAD-FED'ê Aslihan Bulut, diyar kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan dewam dikin û diyar kir ku girtiyên nexweş bi astengiyên ATK'ê re rû bi rû ne. Aslihan, destnîşan kir ku raporên ku tên amadekirin bi awayekî objektîf nayên amadekirin.   Li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tahliyeya girtiyên nexweş ji aliyê Saziya Tipa Edlî (ATK) û dadgerên înfazê ve tên astengkirin, girtî bi mirinê re rû bi rû tên hîştin. Girtî ji ber ku bi hinceta “sûcên terorê” girtîne, li pêşiya berdana wan wek asteng tên nîşandan. Her wiha hemû serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo berdana girtiyên nexweş bê encam dimînin, cenazeyên girtiyan ji girtîgehan derdikevin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pêwîst e 32 girtiyên li girtîgehê bi awayekî “lezgîn” bên berdan.   Rêveber û Parêzera Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) Aslihan Bulut, derbarê girtiyên nexweş de axivî.   Astengiya ATK’ê didome    Aslihan, diyar kir ku roj bi roj hejmara girtiyên li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin zêde dibin û got: "Li hemberî vê yekê divê çareseriyek bê pêşxistin. Tevî serlêdanên ku me li hikûmet û îktîdarê kirine jî me encamên erênî negirtin. Di serî de di serlêdanên hiqûqî yên der barê girtiyên nexweş ên ku divê bi lezgînî bên berdan, astengiyên ATK'ê derdikevin pêşberî me. Ligel astengiya ATK'ê, berdana girtiyan bi hinceta ‘sûcên rêxistinî’ tê astengkirin. Beriya her tiştî neyîniyên di biryarên ATK'ê de ne, nahêlin girtiyên nexweş bên berdan.”   ‘Rapor bi awayek objektîf nayên amadekirin’   Aslihan, bal kişand ser girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan û destnîşan kir ku di serlêdanên ji bo wî de pirsgirêkên ku rû bi rû dimînin ji bo girtiyên dinê re jî rastî heman heman pirsgirêkan tên. Aslihan, wiha pê de çû: “Her çend me di serlêdana xwe ya berê de diyar kiribû ku Mehmet Emîn Ozkan di kategoriya girtiyan de nexweş de ye û nikare rêwitiyê bike jî, ji carekê zêdetir birin ATK'a Stenbolê û nexweşiya wî zêdetir bû. Her wiha hat dîtin ku ji ber ku pir nexweşe nikare rêwitiyê bike jî, ji ber kurdî axivî û ATK’ê tercuman neda nîşandan ve bi nirxandinên ne objektîf û ne exlaqî raporek amade kir. Em bandorên vê yekê li ser girtiyên siyasî dibînin. Em dikarin bibêjin ku girtiyên nexweş bi destê hikûmetê û bi rêya dozgeriyê bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.”   ‘Berdana girtiyan bi hinceta ‘sûcê rêxistî’ tê astengkirin’   Aslihan, anî ziman ku ev yek ji bo girtiyên ku 30 sal in girtî ne jî tê kirin û got girtiyên ku 30 sal di girtîgehê de man û tahliye bûn piştre yên jiyana xwe ji dest dan jî hene û wiha axivî: “Ger kesek 30 salan di girtîgehê de bimîne ev nexweşiyên wan zêde dibin û her wiha li pêşiya tedawiyê bê astengkirin jî heman encamê derdixe holê. Serlêdanên ku tên kirin de piştî astengiya ATK’ê vê carê jî astengiya ji ber bi ‘sûcê rêxistinê’ girtî ne wek astengî dertê pêşiya me. Li ser vê yekê ji TEM’ê bersivek tê xwestin. Bersiva vê pêvajoyê jî dirêj didome. Ger TEM bersivek neyînî bide ev yek bandorê li biryara dozgeriyê jî dike û serbestberdana girtiyên nexweş tê astengkirin.”   ‘Di navbera girtiyan de cudahî tê kirin’   Aslihan, bi lêv kir ku biryarên ATK'ê hem ne exlaqî ne û hem jî li gorî îktîdara siyasî ya heyî tevdigerin û wiha li ser zêde kir: “Nirxandina ku ji bo Mehmet Emîn Ozkan hat kirin û ji ber kurdî axiviye xirap nîşan bidin û ev jî nîşan dide ku di bin bandora desthilatdariya siyasî de ye. Ji ber vê yekê em vê helwestê ne weke tevgereke ku di etîka bijîşkî û pîşeyê de cih nagire digirin dest. Cudakarî bi giştînameya heyî zelaltir bûye û di tevahiya pergala hiqûqê de xwe dide der. Bi vê yekê tahliyeya girtiyên siyasî tê astengkirin. Di heman demê de li dijî girtiyên nexweş cudakarî tê kirin.”   ‘Me armanca giştînameyê dît’   Aslihan, bal kişand ser giştînameya ku di çarçoveya xala104’emîn a zagonê de ji bo girtiyên nexweş hat derxistin û wiha domand: “Her çend pergala heyî beriya ku were nirxandin bê ka ev giştîname wê bandorê li girtiyên siyasî bike? Ji ber ku di nava girtiyên siyasî de gelek girtiyên nexweş hene ku divê bên berdan. Ji bilî girtiyên siyasî em şahidiya berdana gelek girtiyan edlî û sûcên dinê jî dikin. Dema em di heman şert û mercan de ji bo girtiyên siyasî serlêdan dikin, em dibînin ku ji aliyê dozgeriyê ve hatine redkirin. Cudakarî ji vir dest pê dike û di giştînameyê de jî xuya dike. Helbet em dibînin ku bi giştînameya ku beriya pêvajoya hilbijartinê hat dayîn gelek Hizbullahî hatin tahliyekirin. Bi derxistina vê giştînameyê me dît ku armanca çiye. Hikûmetê ji bo kesên ku nêzî xwe dibîne vê giştînameyê derxistiye. Ew jî dizanin ku girtiyê siyasî ku ji sedî 80 astengdarin, di şert û mercên heyî de nikarin di girtîgehê de bimînin. Lê ji ber ku naxwaze girtiyan derbixin qanûnan li gorî xwe bi rê ve dibin. Nurettîn Başaran ku sedî 80’ nexweşe girtiyê nivînan e û bi salan e bi vî rengî di girtîgehê de dijî. Lê me dît ku rewşa girtiyek Hîzbûllah ku ji girtiyên din baştire hat tahliyekirin. Bi tahliyekirina kesên nêzên xwe tahliye kirin û ev pêvajo nêzîkatiya li dijî me da nîşandan. Bi guhertina pêvajoyê bandora girtnameyê belkî bi demê li ser girtiyan pêk bê.”   ‘Ger ev hikûmet dewam bike dê zext xûrtir bibe’   Aslihan, destnîşanê hilbijartina 28’ê Gulanê kir û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de zextên hikûmeta heyî li ser girtîgehan tên kirin, em dikarin bibêjin ku eger ev hikûmet dewam bike îhtîmala ku ev zext kûrtir bibin.” Aslihan, bi lêv kir ku bi guhertina rêziknameya lijneyên îdarî û çavdêriyê yên ku di demên dawî de hatin kirin, serbestberdana gelek girtiyan hat astengkirin û li ser zêde kir: “Sedemên astengkirina berdana girtiyan gelek sedemên razber in. Yanî bi hinceta ku xwîşk û birayê wî di girtîgehê de ye berdana girtiyan tê astengkirin. Em dibînin ku girtiyê ku 30 sal in girtî ye sal û nîvek e dîsa girtî ye û berdana wan tên astengkirin. Kesên ku van zagonan derxistine, elbet dibe ku zagonên li gor vê yekê dîsa derbixin.”   ‘Şert û merc ên tîpa R girantir e’   Aslihan, bal kişand li ser girtîgehên tîpên R û wiha dawî li axaftinga xwe anî: “Dewlet di pêvajoya heyî de bi bikaranîna hemû tîpên alfabeyê avakirina girtîgehên cuda berdewam kir. Me di girtîgehên tîpa S de herî dawî ev yek dît. Li gelek deverên Tirkiyeyê gelek girtîgehên tîpa S hatin avakirin û me şahidî kir ku girtiyên li Kurdistanê sirgûnî cihên dûrî malbat û parêzeran hatin kirin. Her wiha em şahid in ku hêjmara girtîgehên tîpa R zêde bûne û ev sewqî girtîgehên tîpa R jî tên kirin. Di serî de serlêdana Mehmet Emîn Ozkan di pêvajoya serlêdana berê de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatibû redkirin. Em bûn şahid ku xwestin wî bişînin girtîgeha tîpa R. Biryara saziya tiba edlî hebû ku tedawiya wî li girtîgeha tîpa R mehekê bê şopandin. Di heman demê de em dizanin ku girtîgeha tîpa R li Elezîzê hatiye avakirin. Her wiha em dibînin ku bi tîpên R, M û S’yê ya Menemen û li Elezîzê tîpa R girtîgeh gav bi gav zêde dibe. Di rastiyê de girtiyên nexweş ên ku nayên berdan tê îdiakirin ku ji tîpên R û D’ê re sewqên wan bên kirin ve tedawiya wan bê kirin. Ji ber ku şert û mercên van pêvajoyan li girtîgehên tîpa R gelekî giran in, ji ber ku ji malbat û parêzerên xwe dûr in, em dibînin ku pêvajoya tedawiyê baş derbas nabe. Tevî ku tê gotin ku nobedarên tîpa R jî hene, lê her çixwasî hebin jî divê pêvajoya tedawîkirinê li girtîgehan de neyê kirin. Pêvajoya tedawiya kesên nexweş divê li nexweşxaneyê berdewam bike. Jixwe şert û mercên girtîgehan jî dibe sedema pêşketina nexweşiyan.”