Li dijî ambargoyê projeya çêkirina mast 2023-05-27 09:05:15     Mîdye Miqted   HELEB - Jinên li Taxa Şêxmeqsûdê li dijî ambargoya Hukumeta Şamê ya li ser Taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe didin. Bi projeya çêkirina mast hewl didin têkoşîna xwe bidomînin.    Ev bû 9 meh in ku li ser Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ambargoyek giran ji aliyê Hikumeta Şamê ve li ser gel hatiye sepandin, di encamê de êdî madeyên sotemenî û xwarinê derbasî taxê nabe. Her wiha xwarin û hemû pêwîstiyên jiyanê bi pereyên pir buha têne kirîn. Jinên Taxa Şêxmeqsûdê ji bo alîkariya jin û şêniyên li taxê mast bi destan çêdikin û bi pereyên ku ji bazarê erzantir difroşin nav gel. Li milekî din jî ev xwarin weke kevneşopiya şêniyên Efrînê jî tê zanîn û çêkirin.   Li dijî dewamiya ambargoyê projeyan dixin meriyetê    Rêvebera Beşa Aboriyê ya Kongreya Star Kurdistan Elîko ku serkêşiya vê projeyê dike ji ajansa me re axivî û wiha got: "Me weke Komîteya Aboriya Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê bi rengê xwe yê Efrînî, xwest projeyek nû derxin pêş. Ev jî çêkirina mastê kemandî ye. Her wiha ev proje bi armanca alîkariya bi jinên taxê re hat amadekirin. Li dijî dewamiya ambargoya li ser taxê em van projeyan dixin meriyetê."   Çêkirina mast   Kurdistanê wiha bal kişand ser çêkirina mast:"Çêkirina mast bi vî awayî sê rojan li ber xwe dide. Em di destpêkê de mast dixin nav turan, av dixin nav û devê wan turan didin girêdan, du rojan wisa dimîne û piştî wê tê kelandin. Piştî demekê li ser agir dimîne vê carê jî em dixin qutiyan."    Hukumeta Şamê astengiyan derdixe   Kurdistanê qala astengiyên Hukumeta Şamê kir û wiha dawî lê anî:"Em mast ji milê rêjîmê bi astengiyan digihînin vir. Ji ber li ser bendên kontrolê ya hikumeta Şamê pir lêpirsînê dikin. Heta ku em vî mastî derbasî taxê dikin em zehmetiyên mezin dibînin. Vê yekê jî ji bo ku em bi gel re bibin alîkar, em dikin."