Berteka li dijî êrîşên li hember Mexmûrê: Em têkoşîna xwe mezin bikin 2023-05-26 09:15:17   WAN  - Jinan bertek nîşanî êrîşên artêşa Iraqê yên sistematîk yên li hember Wargeha Mexmûrê pêk tên dan û li dijî vê zilma li hember Kurdan banga têkoşînê kirin.   Di salên dawî de hem artêşa Tirkiyeyê hem jî ya Iraqê bi awayekî sistematik êrîşê Wargeha Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê dikin. Bi hezaran Kurdên di salên 90’î de ji ber zextên dewletê koç kirin Mexmûrê bi kedek mezin Mexmûr veguhertin qada jiyanê. Artêşa Iraqê di 25’ê Gulanê de dora Mexmûrê bi têlan girt û di saetên sibehê de jî bîrên avê girtin. Jin û ciwanên Mexmûrê bertek nîşanî êrîşên artêşa Iraqê dan û êrîş têk birin.   Li dijî êrîşên li hember Mexmûrê bertek didomin. Jinên Wanê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.   ‘Tu kes bi şer û êrîşan nikare bide qezenckirin’   Jina bi navê Makbule Bedîr bertek nîşanî êrîşan da û diyar kir ku divê Kurd li dijî êrîşan bibin yek û got tu kes ji şer û êrîşan biser nakeve.    Makbuleyê got yekane daxwaza wan aştî û aramî ye.   Dîlan Çîçek jî daxuyakirin ku gelo wê ev zext heta ku derê bidomin û wiha domand: “Tevî zext, girtin û mirinan têkoşîna me didome. Wê di her şert û mercî de jî bidome. Li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek giran heye. Bila ev tecrîd bi dawî bibe. Bi hezaran girtî hene. Gelê Kurd wê li berxwe bide.”   ‘Dengê xwe bidin aştiyê’   Şefîka Dînç jî destnîşan kir ku êrîşên li hember Kurdan li her derê didomin û ji bo hilbijartina roja yekşemê jî ev bang kir: “Em dengê xwe bidin aştiyê. Ez dayikên Mexmûrê silav dikim. Li wir gel li berxwe dide û êrîşan diçewisînin. Wê li berxwe bidin. Bila ev zilma li ser Kurdan bi dawî bibe.”   Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Perîşan Aslan jî wiha got: “Ez êrîşan şermezar dikim. Gelê Kurd ê li dijî zilma dewleta tirk koçber bû niha jî Mesût Berzanî zilmê lê dike. Divê demildest dawî li vê zilmê bê.”   ‘Bi Erdogan re bûye yek û zilmê li Kurdan dike’   Jina bi navê Rabîa Algur jî wiha vegot: “Ez bang li Mesut Berzanî dikim. Wê Berzanî hesabê zilmê rojekê bide. Bila ji bîr neke. Ez berxwedana gelê Mexmûrê silav dikim. Ev êrîş şev û roj di bîra me de ne. Dema Berzanî li Iraqê hat hilbijartin em gelek kêfxweş bûbûn. Bi Erdogan re bûye yek û zilmê li Kurdan dike.”