Ayten Kordu: Em ê pirsgirêkan çareser bikin 2023-05-26 09:13:42   Şehrîban Aslan   DÊRSÎM - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Ayten Kordu pirsgirêkên heyî nirxand û got: “Em ê pirsgirêkên bajar bi civakê re çareser bikin. Dema em çareser bikin jî em ê ji zîhniyeta serdest paqij bikin û çareser bikin.”   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Dêrsîmê hat hilbijartin Ayten Kordu der barê hilbijartina xwe, pirsgirêkên bajar de nirxandin kir.   Gelê Dêrsîmê bersivek mezin da   Aytenê daxuyakirin ku gelê Dêrsîmê daxwaza parlamentera jin kiriye û ev bajar bajarê jinê ye û got: “Li vî bajarî keda jinê pir mezin e. Ji  baweriya Elewî cihê jinê di civaka me de pir girîng e. Şaredarên me yên berê Edîbe Şahîn û Nurhayat Altun bûn. Hevala me Aysel Dogan wek parlamenter hatibû hilbijartin. Lê parlamenteriya wê hatibû xespkirin. Dêrsîm di alî keda jinê de cihekî gelek girîng e. Ji ber vê daxwaza parlamenterên jin hebû. Ez hêjayê vê dîtim. Ez ji Çep a Kesk hatim hilbijartin. Em serbilind in.”   ‘Em ê bêjin Gulîstan Doku li ku ye’   Aytenê bal kişand ser Gulistan Doku û wiha dirêjî dayê: “Li Dêrsîmê pirsgirêkên mezin hene. Pirsgirêka koçberiyê, betaliyê bi awayekî cidî tê jiyîn. Polîtîkaya bêmirovhiştinê tê meşandin. Ev polîtîka demek dirêj e tê meşandin. Li ser jin û ciwanan polîtîkaya hişbir û jirêderketinê tê meşandin. Li bajarê me hîna Gulîstan Doku tê pirsîn. Em ê li meclîsê û li bajar bi jinan re şopdarên vê mijarê bin. Em ê têkoşîna ji bo Gulîstan Doku bidomînin.”   ‘Fikarên der barê ewlehiyê de hene’   Aytenê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku dema li gundan digeriyan li pirsgirêkên gundiyan guhdar kirine û got: “Gundiyan gotin dema diçin sewalên xwe diçêrînin her tim tên şopandin. Ji ber vê jî bi bi fikar in, ewlehiya wan tune ne. Gotin bi dûrbînan tên şopandin. Mînak jin naçin sewalan naçêrînin. Ditirsin. Fikarên der barê jiyanê de hene. Jin ji bo zarokên xwe bi fikar in. Der barê vê de em ê li meclîs û saziyên bajar bikevin têkiliyê û çareseriyan peyda bikin.”   ‘Em ê bi nêrîna jinê pirsgirêkan çareser bikin’   Aytenê balkişand ser xespkirina mafan ên wek Peymana Stenbol û qanûna hejmara 6284'an û wiha bi lêv kir: “Em ê li dijî xespkirina mafên xwe xebatên xwe pirtir bimeşînin. Pêşniyara me ya wezareta jinê heye. Ev ji bo me pir girîng e. Divê butçeyek bê veqetandin. Ji bo çareseriyan divê butçeyek yekser hebe. Li bajarê me hewcedarî bi xebatek hevpar heye. Bajarê me bendewariya wê ji nûneriya jinê heye. Em ê pirsgirêkan ji zîhniyeta serdest paqijkirî çareser bikin.”   ‘Em ê dawî li rejîma yekmêrî bînin’   Aytenê da zanîn wê dawî li rejîma yekmêrî bînin û wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî bi diziyê çû tura duyemîn. Ji ber vê em wisa dibêjin: Belê me rejîma yekmêrî di 14’ê Gulanê de da sekinandin, em ê di tura duyemîn de dawî li rejîmê bînin. Em ji bo vê têdikoşin û li qadan e. Em banga xwe li hemû gel dikin. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin û  teqez divê em biçin ser sidnoqan. Divê em desthilatdariyê  bişînin.”