Xelkê Mexmûrê xendekên hatibûn vekirin, girtin 2023-05-25 12:43:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Mexmûrê xendekên ji aliyê Hukumeta Iraqê ve hatibûn vekirin, girtin.    Di saetên sibehê de carek din leşkerên Iraqê bi wesayîtên zirxî û makîneyên kar li derdora Wargeha Mexmûrê ketin nava tevgerê û dest bi kolandina xendekan kirin. Lê gel li hemberî vê hewldanê rabû. Gel bi dest û lingên xwe xendeqên ku hatin kolandin tije ax kirin.   Hewldanên artêşa Iraqê ya ji bo dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) berdewam e. Vê sibehê jî artêşa Iraqê li dora wargehê ket nava tevgerê. Bi wesayîtên zirxî û makîneyên kar xwest dora wargehê bi xendeq û kuleyan dorpêç bike.   Lê gel zû ket nava tevgerê û bi berxwedana xwe pêşî li vê hewldana leşkerên Iraqê girt. Gel bi dest û lingan xendeqên ku hatibûn kolandin tije ax kirin.   Leşkerên Iraqê di dorpêçkirina wargehê de bi israr in, gel jî di nava berxwedanê de ye.