Ji bo doza ‘Suslu Sulo’ berat: Em ê li her derê li pêş wan bin 2023-05-25 09:12:27   Marta Somek   STENBOL- Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz sala borî di hefteya Windayan de ji bo Wezîrê Karê Hundur Suleyman Soylu gotinên ‘tuyê jî rojekê bêyî darizandin Suslu Solu’ û bi îdiaya ‘heqeret’ kiriye doz lê hat vekirin. Dayika Şemiyê Hanîfe Yildiz ku ji dozê berat kir wiha got: “Yên mirovan winda dikin qet nayên darizandin. Dayik û malbat tên darizandin. Heta agirê kezeba min bişewite ez ê  dest ji lêgerîna li kurê xwe û têkoşîna xwe bernedim.”   Yek ji dayikên bi salane li  Qada Galatasarayê têdikoşe dayika Murat Yildiz ê hat windakirin, Hanîfe Yildiz e. Hanîfe Yildiz 28 sale li kurê xwe digere û dest ji Qada Galatasarayê bernade.  Dayikên Şemiyê heta 6 hefte berê 5 salan bi hinceta qedexeyê nikaribûn derkevin Galatasarayê . Sala borî di 17’ê Gulanê de di Hefteya Windayan 17-31’ê Gulanê de Dayikên Şemiyê li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî dan. Hanîfeyê di daxuyaniyê de wiha gotibû: “Edelet di destê kesên edalet de ye. Ger edelet bikeve destê kesên bi edelet wê windayên me bên dîtin. Wê rojekê tu jî bê darizandin Suslu Sulo. Di dawiya çalakiyê de Hanîfe ji aliyê polîsn ve bi îşkenceyê hatibû binçavkirin.”    Ji doza 'Suslu Sulo' berat   Der barê van gotinan de dozger îdianame amade kir û der barê Hanîfeyê de bi îdiaya ‘heqeret’ kiriye doz hat vekirin. Yekemîn runiştina dozê di 17’ê Mijdara 2022’an de li 48’emîn Dadgeha Cez Giran a Asliye ya Stenbolê hat dîtin.  Dadger îfadeya ‘suslu sulo’ wek heqeret nenirxand û wek gotineke (qebe) hişk nirxand û biryara berata Hanîfeyê da.   ‘Darizandina dayikekê çiqas rast e?’   Hanîfe ji ajansa me re der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ne têkoşîna wê ne jî israra wê bidawî nabe. Hanîfeyê wiha dirêjî daye: “Min kurê xwe bi destê xwe bir qerekolê û carek din agahî jê negirt. Gelo divê kî bê darizandin. Darizandina dayikekê çiqas raste? Min ev tu carî fêm nekir. Ev 28 sale ez têkoşîna edeletê didim. 17’ê Gulanê hefteya windayan bû. Me çalakiya xwe pêk anî. Gotina ‘suslu’ ne gotinek xerabe. Min bizanebûn got. Lê wan wateyek din lê bar kir. Ez bi sûcê heqaretê hatim darizandin.”   ‘Kezeba min bişewite jî ez dest ji têkoşînê berndaim’   Hanîfeyê destnîşan kir ku çiqas zextan bikin jî tu dayik nikarin dest ji zarokên xwe brdin û wiha domand: “Min tu car qebûl nekir. Me tu car dest ji windayên xwe bernedan. Tu dayik dema ku kezeba wan bişewite dest ji têkoşîna xwe bernade. Ez ne dest ji têkoşîna xwe ne jî ji zarokê xwe berdidim. Bila her kes vê bizanibe.”   Di têkoşînê de bi biryare   Hanîfeyê her wiha ev tişt anî ziman: “Yekane daxwaza min ev e ku gumanbarên hemû windayan bên dîtin û cezakirin. Ez li zarokê xwe diğerim, çima ev dibe sûc? Ez dayikek im û li mafê zarokê xwe digerim. Tenê zarokê min ew bû . Min bê zarok hiştin. Ez tu car dest jê bernadim. Bila vê wisa bizanibin. Em ê li her derî li pêş wan bin. Ev pêvajo wê tu carê neqede. Yên mirovan winda dikin nayên darizandin. Yên gumanbar nayên darizandin, dayik û malbat tên darizandin.  Em vê edeletê qebûl nakin.Meha sibatê  ji bo min meha reş e. Erdhêja 6’ê Sibatê jî lê zêde kir. Vê êşek mezin da min. Dayik li ser kavilan li zarokên xwe geriyan. Lê kavilek min jî tune ez li ser bigerim. Min ber Lîseya Galatasarayê wek navnîşan dabû. Min digot kurê min, ger bibîne wê bê gel min an jî li min bigere. Ez hîna jî dibêjim wê bê wir. Ji ber vê em ê tu carî ji Qada Galatasarayê veneqetin.”