Ji bo bikaranîna dengan bang: Me bi Erdogan da windakirin 2023-05-25 09:09:31     Dîlan Babat   ENQERE - Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîlîoglu der barê tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê ya ku wê roja yekşemê pêk bê de axivî û got: “Me bi Erdogan da windakirin. Em ê di 28’ê Gulanê de jî j nûve bi Erdogan û dîktatoriya wî bidin windakirin.”   Hilbijartinên serokomariyê yê 14’ê Gulanê ji tura duyemîn re man û hilbijêr wê di 28’ê Gulanê de dîsa biçin ser sindoqan û navbera namzetê tifaqa Mîllet Kemal Kiliçdaroglu û namzetê tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan de tercîha xwe bike.   Ji hilbijartinan de çend roj man û partiyên siyasî xebatên xwe bi lez didomînin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê Pakîze Sînemmîlîoglu li dijî zîhniyeta mêr a li meclîsê banga ser sindoqan û bikaranîna dengan kir.   ‘Dawiya dîktatoriyê hat’   Pakîzeyê da zanîn ku serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di tura yekemîn de winda kiriye û di ji sedî 49’ê de mayîn jî bi manîpulasyone û wiha got: “Me bi Erdogan da windakirin. Ji ber vê jî divê ev ji bo gelên me bibe hêviyek mezin. Em dikarin di 28’ê Gulanê de ji nûve bi Erdogan û dîktatoriya wî bidin windakirin. Me her tim berxweda û em ê vê desthilatdariya faşîst bişînin. Bila gelê me bê hêvî nemîne. Ev dîktatorî hatiye dawiyê.”   ‘Em ê tura duyem de temam bikin’   Pakîzeyê daxuyan ku di windakirina AKP-MHP’ê de bandora partiya wan pir zêde ye û wiha dirêjî daye: “Bila gelên me tu car bê hêvî neminin. Em bi vê hêviya xwe di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan. Em ê karê xwe yê nîvco maye temam bikin. Wekê din çare nîne. Li Meclîsê piranî zîhniyeta mêr in. Huda Par jî li meclîsê ye. Ji ber vê divê ev desthilatdarî biçe. Ji bo destkeftiyên jinan neyên tunekirin divê ev desthilatdarî biçe.”   ‘Em ê li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin’   Pakîzeyê destnîşan kir ku Partiya Çep a Kesk 29 parlamenterên jin derxistine û ev tişt bi lêv kir: “Ev derfeteke û wê jin li meclîsê gotina xwe bêjin. Em ê denge xwe bi cîhanê bidin bihistin. Divê Huda Par, AKP û MHP li meclîsê tunebûna. Lê hene. Em ê jî li dijî vê têkoşîna xwe bidin. Em ê li dijî faşîzmê denge xwe bilind bikin. Ez bang li hemû gelê me dikim ku di 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dîktatoriyê beralî bikin, riya demorkasiyê vekin. Em jin ne bê hêvîne. Em ê ji nûve biserkevin.”