Navnîşana mirinên biguman Kandira: Gotin întîxar lê şopa lêdanê heye 2023-05-25 09:03:28     Marta Somek   STENBOL - Di 20’ê adarê de girtiya edlî Duygu Koral li Girtîgeha Kandirayê bi guman jiyana xwe ji dest da. Ji bo bûyerê gotin întîxare lê li bedena wê gelek şopên lêdanê hatin tespîtkirin. Parêzera Duyguyê, seroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku wê heta dawî şopdarê bûyerê bin û got li gorî wan ev cinayet e.   Di salên dawî de hejmara girtiyên li girtîgehan tên qetilkirin zêde dibin. Li gorî rapora girtîgehan a 2022’yan a Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di sala dawî de li girtîgehan ji 50’yî zêdetir girtiyên edlî û siyasî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Girtiya bi navê Garîbe Gezer di 9’ê kanûna 2021’ê de li Girtîgha Tîpa F ya Hejma Yek a Kandirayê hatibû qetilkirin.   Piştî Garîbeyê jî di 20’ê adarê de girtiya edlî Duygu Koral li gorî îdiaya îdara girtîgehê dawî li jiyana xwe aniye. Duygu beriya jiyana xwe ji dest bide di hevdîtinên telefonê yên bi dayika xwe re gotiye ji aliyê gardiyanan ve tundiya giran dibîne. Di otopsiya Duyguyê de jî şopên lêdanê li bedena wê hat dîtin.   Parêzera Duyguyê û Seroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn der barê van gumanan de ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘Jineke ku tu carê mirin nedifikirî’   Erenê diyar kir ku Duygu girtiyek edlî bûye û got: “Jinek ciwan 28 salî bû. Ji ber sedemên edlî, ji bikaranîna hişbirê bi hinceta zirar daye malê dewletê du sal ceza lê hatibû birîn. Li gorî malbata wê Duygu jineke ku tu carê mirin nedifikirî û her tim bi coş û kelecan bûye. Lê agahî dan û gotin întîxar kiriye. Garîbe jî li Kandirayê jiyana xwe ji dest da. Girtîgeha Kandirayê girtîgehek bi guman e. Em ji Bûyera Garîbeyê jî baş dizanin. Her du bûyer dişibin hev. Her du jin Garîbe û Duygu îtîraz dikin. Tiştên li wan tên kirin qebûl nakin. Li dijî vê dertên. Yanî bûyer dişibin hev.”   Îdiaya gardiyanan derî girtine   Erenê, daxuyand ku li gorî îdiaya gardiyanan êvarê saet di 20.00’an dema agahî jê nayê dikevin gumanê û diçin hundir û ev tişt vegot: “Dibêjin deriyê serşoyê di alî hundir de girtiye. Em bi salane diçin girtîgehan. Li girtîgehan mifte tuneye. Girtî ji ber mifte tune ne nikarin ji alî hundir ve derî bigirin. Dibêjin derî vekirine ku xwe duşê ve daliqandiye. Lê nabêjin bi çi xwe daliqandiye. Gardiyan îfadeyên xwe de gotinên biguman bikar tînin. Duygu jinek 40 kîlo ye. Dibêjin ‘Duyguyê êrişê me dikir’. Jineke 40 kîlo bû û gardiyan dibêjin em bi kask û kalkan diketin odeya wê. Gelo çima bi kask û kalkan diketin odeya jineke 40 kîlo. Ev bi rastî jî pir komîke û mirov bê bawer nakin.”   Li bedena wê şopa derban   Erenê destnîşan kir ku malbatê wêneyên otopsiye ya Duyguyê kişandine û got: “Me jî dît û li bedena wê şopên derbkirinê û mor bibû. Em întîxarê qebûl bikin jî li gorî rewşa miroveke wisa gelo çima di hucra yek kesî de tê girtin û tundî lê tekirin. Çima bi kask û kalkanan dikevin hundir û tundî lê tê kirin. Ev hemû gumanan zêde dikin. Li gorî malbatra wê Duygu li mafê xwe digeriya. Duygu xwedî hişmendî bûye û îtîrazê neheqiyê dikir. Malbatê jî got wê heta dawî şopdarê mijarê bin. Em ê jî bi malbatê re di têkiliyê de bin û şopdarê bûyerê bin. Duyguyê di telefonê de her tim gotiye gardiyan tundiyê lê dikin.  Serdozgeriya Komarê ya Kandirayê rojek piştî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin lê hîna pêşketinek tune.  Dozgerê li dosya Garîbeyê dinêre, ji bo vê dosyayê jî hatiye peywirdarkirin. Li gorî me ev mirin bi her awayî cînayet e. Dewlet ji întîxaran berpirse.”