Dayikên Aştiyê ji bo Mexmûrê banga yekitiyê kirin 2023-05-24 10:00:11     Rojda Aydin    AMED - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, bertek nîşanê êrişên li hemberî Mexmûr û Şengalê dan û gotin: "Neteweyên Yekbûyî çav û guhên xwe li hemberî dorpêça Mexmûrê girtiye. Lê divê li dijî her cureyên êrişên li hemberî kurdan, teqes avakirina yekitiya kurdan hewce dike."    Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de serê sibê bi wesayîtên zirxî û leşkerî xwest bikeve Wargeha Penaberan a Mexmûrê. Arteş hewl dide ku bi têl û danîna kuleyan dora li kampê bigire. Li ser vê, şêniyên herêmê herikîn pêşiya leşkeran. Penaberên wargehê li çend cihan kon vedan û dest bi nobetê kirin. Her wiha di 23’yê Gulanê de balafirek keşfê li gundê Xelef a bi ser Herêma Barê ya Şengalê malekî bombebaran kir.   Derbarê êrişan de bertek û nêrazîbûn her ku diçe zêde dibin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê jî têkildarî mijarê de axivîn.   ‘Bazara xwe li ser kurdan dikin'    Murvet Demîr, bertek êrişên ku tên meşandin kir û got ew mirov ji ber ku koçber bûne neçar mane ku derbasî Mexmûrê bibin û got: “Li vir ji xwe re wek bajarek nû ava kirin û jiyanek nû avakirin. Bi destûra Neteyên Yekbûyî (NY) li wir wargeh hat avakirin. Em NY'ê şermezar dikin ku çima xwedî li wargehê dernakevin? Çi mafê wan heye ku vê zilmê dikin. NY, tenê vê yekê temaşe dike. Ew bazara xwe li ser kurdan dikin û li hember kurdan disekinin. Çi karê wan li Şengalê heye? Tiştê ku wan anî serê Şengalê têr nekir, dilê wan rehet nebû? Lê niha carekdin jî êrişê Şengalê dikin. Barzanî bila neyê lîstokan. Bila bira bira nekuje. Dixwazin gelê Mexmûrê ji wargehê derxin. Ji ber vê yekê dora wê dorpêç dikin. Dibêjin ger dernekevin dê avê li ser gelê wir bigirin. Hûn ava kî bi ser kî ve digirin? Ew ava Mezopotamyayê ye. Hûn çawa bi vê rengê gefan didin xwarin. Demildest ji vê rêyê vegerin û dev ji neyartiya kurdan berdin.”   ‘Dawî li vî şerî bînin'    Murvet, da zanîn ku PDK tê lîstokan û wiha pê de çû: “PDK bila hişê xwe bide serê xwe. Nîv saet mabû DAÎŞ bikeve hindûrê Mexmûrê û ji wir derbasî Hewlêrê bûna. Gelê Hewlêr û Mexmûrê destûr nedan vê yekê. Lê ew van rojan ji bîr dikin. Dîsa yên ku pişta wan bigirin jî dîsa em in. Em nizanin ku ew îro xizmeta çi dikin? Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku demildest ji bo parastina gelê Mexmûr û Şengalê gav bavêjin. Ya bila karê xwe bikin, an jî bila îstîfa bikin. Dem ne dema birakujiyê ye. Demildest dawî vê şerê bînin.”   ‘Dixwazin kurd bê xak û welat bihêlin’   Gulistan Erek jî da xuyand ku sedema êrişên ku li dijî Mexmûr û Şengalê tê meşandin malbata Barzanî ye û wiha axivî: “Ew mirovan ji ber zilm û zordestiyê çûn li wê derê. Niha jî destûr nadin ku li wir jî bimînin. Ger ku Barzanî birayê kurdan bûya ev ambargo danetîni û wargehê dorpêç nedikir. Gelê Kurd ji ber zilmê neçar ma ji xaka xwe koçberê wê derê be. Ew pêşmerge niha zilmê li wan dikin. Dixwazin Gelê Kurd bê ax û bê welat bihêlin. Armanca dewletan û Barzanî tunekirina kurdan e. Lê tu kesek nikare me tunebike. Gelê Mexmûrê li hember êrişan serî netewand û destûr nedan hêzên PDK’e bikevin Mexmûrê. Neteweyên Yekbûyî çav û guhên xwe girtine. Hemû kes li dijî kurdan ker û lal in. Çima bangawaziyên me nabihîzin. Çima dengê dayik, jin û zarokan nabihîzin. NY çima li dijî Barzanî gavê navêje. Dema ku kurd bûn yek dê wê demê ev şer jî bê sekinandin. ”   ‘Em li ser sindoqan bersiva êrişan bidin’   Gulistan, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser hilbijartina serokkomariyê ya 28'ê Gulanê: "Ji şer bi dawî be, ji bo deriyê girtîgehan bên vekirin divê em 28’ê Gulanê de biçin dengê xwe bikar bînin. Bila hemû kes biçin ser sindoqan û bêjin ‘êdî bes e.’ Kesên ku ji aliyê azadî û demokraisiyê ne bila biçin dengê xwe bikarbînin. Em ê li ser sindoqan bersiva êrişan bidin.”   ‘Divê em kurd yekîtiya xwe ava bikin’   Nafiye Yîgît jî di axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî Şengal û Mexmûrê: "Çi mafê malbata Barzanî heye ku êrişê li Mexmûrê dikin. Çi mafê wan heye ku wargehê dorpêç dikin. Ew serokek ji Başûr e. Lê tiştê ku dike jî tu carî nayê qebûlkirin. Êrişê li Mexmûr û Şengalê dikin û bajarê wan wêran dikin. Tu kes vê zilmê qebûl nake. Ger ku li wir tiştek bibe dîsa dê kurd dengê xwe derbixin û rabin li ser piyan û dê xwedî li wan derkevin. Banga min ji hemû dewletan re heye ku gav bavêjin û dawî li vê zilmê bînin. Bila çav û guhên xwe negirin. Bila dev ji lîstokên qirêj berdin. Dema ku mijar dibe kurd hemû dewlet li dijî me dibin yek. Ji ber vê yekê jî divê em kurd jî yekîtiya xwe ava bikin. Em nebin yek em ê biçin yek bi yek."   Banga çûyîna ser sindoqan   Nafiye, dawiya axaftina xwe de wiha behsa hilbijartina 28’ê Gulanê kir: "Ev hilbijartin hebûn û tunebûna me ye. Hem ji bo me kurdan û hem jî ji bo tirkan ev yek derbasdar e. Em dixwazin xweşî û aramî bikeve nav welat. Hêviya me serkeftine. Banga min hemû gelê me ew e ku 28’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bikarbînin.”