Adalet Kaya: Em ê têkoşînek din derxin holê 2023-05-24 09:21:38     Şehrîban Aslan   AMED - Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya diyar kir ku AKP bi salane destkeftiyên jinan hedef digire û partiyên li parlamentoyê dijminê jinê ne û got: “Em ê bi partiya Çep a Kesk têkoşînek pir cuda derxin holê.”   AKP ku 21 sal e destkeftiyên jinan hedef digire û gumanbarên tacîz, destdirêjî û tundiyê bê ceza dihêle, niha jî ji bo desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle bi Partiya Yenîden Refah û Huda Par ku dijminê jinê ne, bûn hevkar. AKP-MHP’ê ev tiqaf jî  li ser tunekirina qanûna hejmar 6284 ava kir. Parlamenetera Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya der barê mijarê de axivî.   ‘Xwestin jinan bi pergalê ve girêdayî bihêlin’   Adaletê da zanîn ku jin demek dirêje li ber xwe didin û bi taybet ev 7 sale li ser jinan zextên pir mezin hene û didomin. Adaletê wiha dirêjî daye: “Ev zext didomin. Di encama hilbijartinan de tabloya li meclîsê derketiye holê  nîşan dide ku wê aliyekî hîn bêtir îdeolojîk pêş bikeve. Polîtîkayên li hember jinan tên meşandin bi esasgirtina îdeolojiya tirk-sunî tê meşandin. Hewl didin bi giştî jinan hepsê malê bikin û girêdayê pergalê bikin.”   ‘Jinan tu car dest ji têkoşînê berneda’   Adaletê daxuyakirin ku Peymana Stenbolê şevekê de hat feshkirin nû piştre jî qanûna 6284 kirin mijara bazarê ya tifaqa hilbijartinê û wiha pê de çû: “Di Destura Bingehîn de hewl dan guherînan bikin. Di qanûnên turik de gelek qanûn hatin derbaskirin û guherîn hatin kirin û xebat  hatin meşandin. Xwestin zewca temenê biçûk de bikin jiyanê. Jinan li her qadê berxwedana xwe li dijî van pêkanînan meşand. Partiya Çep a Kesk bi 31 parlamenterî ket parlamentoyê. Em hemû jinên ku ji kolanên hatine. Têkiliya me hemûyan bi rêxistinên jinan re heye. Em ê tevgera hêzajinê bibin wir. Ji ber vê 31 parlamenterên jin di vî alî de pir girînge.”   ‘Me nehişt destilatdarî bi ser keve’   Adaletê wiha dirêjî daye: “Hedefa me zêdetir parlamenterên jin in. Me kampanya xwe bi jinan re meşand. Lê zext hatin kirin. Di meha borî de rojnameger û parêzer hatin girtin.  Hewl dan hawira tirsê biafirînin. Lê ji bo desthilatdariya heyî bi ser nekeve me xebatên  baş meşandin. Ev xebat gelek bi nirx bûn. Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin. Em li parlamentoyê li dijî vê em ê xebatek zelal bimeşînin. Ev di danezana me de jî cih digire. “   ‘Em ê têkoşînek cuda derxin holê’   Adaletê balkişand ser girîngiya avakirina Wezareta Jinê û got gelek girînge ku butçeya vê wezaretê hebe, mekanîzmayên ku jinan ji tundiyê diparêzin hebin û got: “Em ê ji bo Peymana Stenbolê carek din bikeve jiyanê, ji bo  perwerda zayenda civakî li her derê bê dayîn xebatan bimeşînin. Li meclîsê ji bo jinan qadek têkoşînê hat vekirin.  Em ê di Partiya Çep a Kesk de têkoşînek pir cuda derxin holê. Yek ji pirsgirêka herî mezin a jinan xizanî û şer e. Jin dixwazin şer bidawî be.  Polîtîkayên şerê taybet pir zêde tê meşandin. Ev bi destê peywirdarên cemawerî pêk tê. Hişbir û fuhuşê li jinên ciwan ferz dikin. Ev pirsgirêkek mezine.  Pêşîgirtina vê pir girînge. Xizanî her diçe giran dibe. Der barê van pirsgirêkan de em ê xebatan bimeşînin.”   'Divê em bi heman biryarê biçin ser sindoqan'   Adaletê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê û wiha dawî lê anî: “Kurd çûn ser sindoqan û li alî partiya xwe tercîha xwe kirin. Divê em di hilbijartinên serokomariyê de jî vê tercîha xwe bidomînin. Ji ber me destur neda ku faşîzm bi ser keve.  Têkbirina li hemberî  faşîzmê di destê me deye. Em bi ciwan û jinên xwe bawerin. Em bi rihê wan yên pêşeng bawer in. Em bi heman biryarê diçin ser sindoqan. Divê em îro ji bo têkbirina faşîzmê bi heman biryarê biçin ser sindoqan.”