Ji Fehîme Poyraz banga bikaranîna dengan 2023-05-24 09:04:16   Melike Aydîn   ÎZMÎR - Fehîme Poyraz diyar kir ku kujerê keça wê û bi hezaran welatiyan faşizm e û da zanîn ku ji bo deshtilatdariya AKP’ê têk biçe, divê her kes di hilbijartinên serokomariyê de denga xwe bi kar bîne û sindoqan biparêze.   Hilbijartinên serokomariyê tevî hemû lîstik û şaîbeyan ji tura duyemîn re man. Welatî niha xwe amade dikin ku di 28’ê Gulanê de ji bo tura duyemîn a serokomariyê dengên xwe bi kar bînin. Dayika, Denîz Poyraz a di avahiya HDP’a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz der barê hilbijartinan de axivî û diyar kir ku keça wê jî wek bi hezaran welatiyî ji aliyê faşîzmê ve hatine qetiklirin û ji bo bidawîkirina deshtilatdariya AKP’ê hemû gel vexwend bikaranîna dengan û parastina sindoqan kir. Fehîmeyê her wiha got ku nokteya esesas a çareseriya pirsgisrêka Kurd Îmrali ye.    ‘Bila îradeya xwe bi kar bînin’   Fehîmeyê destnîşan kir ku faşîzmê Denîz qetilk kiriye û ne tenê Denîz bi hezaran kes qetil kiriye û wiha domand: “Lê herî zêde ji jinan ditirsin. Jin berxwedêrin, civakê tînin gel hev. Mêr jî serkeftina jinan naxawzin. Dixwazin jinan dîl bigirin. Denîz tu carî nedixwest zirar bigihêje kesî.  Em dixwazin dayik êdî negirîn. Em dixwazin ji bo pêşeroja zarokên xwe ji bo ev xwîn raweste deng bên bikaranîn. Her roj mirov tên girtin, zext tên kirin. Mirovan bi sindoqan jî tehdîd dikin. Lê her kes îradeya xwe bi kar tîne.”   ‘Banga muşahidiyê’   Fehîmeyê banga xwedîderketina li sindoqan û muşahîbûnê kir û wiha domand: “Hinek welatî kal û pîr in. Nizanin çawa bi kar bînin. Ji wan re vebêjin, bila netirsin, ger em bitirsin em zirarê didin xwse. Bila biçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar bînin.”   ‘Çareserî Îmrali ye ‘   Fehîmeyê her wiha anîz iman ku çareseriya pirgirêka Kurd Îmralî ye û wiha dawî lê anî: “Divê deriyên girtîgehan bên vekirin û serokatiya me bê berdan.  Serokê me jî yekitiya me dixwaze. Tayyîp Erdogan bi saya Kurdan bi ser ket. Îcar jî bila Kiliçdaroglu bi ser keve. Bila derî bên vekirin, girtiyên nexweş bên berdan û bên gel malbata xwse.”