Ji bo berdana 300 girtiyên nexweş ên giran dixebitin 2023-05-23 09:09:08     Rojda Aydin    AMED - Rêvebera MED TUHAD-FED’ê Safiye Akdag, anî ziman ku li gor tespîtên wan 300 girtiyên nexweş ên giran hene û destnîşan kir ku ATK bi awayek alîgir nêzî girtiyên siyasî dibe.    Di girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê de bi sedan girtiyên nexweş hene, nayên tedawîkirin û tahliyekirin. Malbat û parêzer ji bo girtiyên nexweş bên berdan serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) didin, lê her tim bê encam dimînin. Herî dawî girtiyê nexweş Behçet Kaplan û girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê (75) ku 22’yê adarê de tahliye bû, piştî 51 roj şûnde di 12’yê adarê de jiyana xwe ji dest da. Di nava du salên dawiyê de 93 girtî di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dan.   Rêvebera Federasyona Komeleyên Hiqûqê û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED) Safiye Akdag, derbarê girtiyên nexweş ên ku nayên tahliyekirin de axivî.   Safiye, destnîşan kir ku gelek caran bal kişandine ser rewşa girtiyên nexwe û got: “Mixabin polîtîkayên qirêj û bêhiqûqî gihaşt asta herî bilind. Di nava vê mehê de du girtiyên me yên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Girtiyê nexweş Behçet Kaplan 31 salî bû û pençeşêra mîdê pê re hebû. Ligel serlêdanên parêzer, me û malbata wî jî serbest nehat berdan. Ji xeynî Tetwan û Ehlatê pêştir li nexweşxaneyan jî nehat dermankirin. Herî dawî birin nexweşxaneyê û li wir tedawiya wî destpê kir. Lê mixabin di 4 mehên dawiyê de nedikarî xwarinê jî bixwe. Ew jî ji aliyê îktîdara AKP-MHP’ê ya faşîst ve hat qetilkirin. Ji ber polîtîkayên desthilatdariyê û polîtîkayên navneteweyî girtiyên me jiyana xwe ji dest dan. Abdulhalîm Kirtay jî 30 sal bûn di girtîgehê de bû û 68 salî bû, rewşa wî gelek giran bû. Piştî ku hat tahliyekirin 51 roj şûnde jiyana xwe ji dest da. Ji ber rewşa wî giran 51 roj bû li nexweşxaneyê dihat dermankirin.”   ‘Ji ber biryarên bêhiqûqî girtiyên nexweş serî ATK’ê nadin’   Safiye, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Ozkan û Ergîn Aktaş û got ligel rewşa wan jî gelek girane nayên berdan û wiha pê de çû: “Di heman demê de girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ê ku nexweşe û rewşa wî gelek giran e di raya giştî de tê zanîn. Di girtîgehê de nikare êdî hevdîtinê bi malbata xwe re jî bike. Dîsa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş jî rewşa wî gelek giran e. Di raporên ATK’ê de hat gotin ku ‘Dikarin jiyana xwe di girtîgehê de bidomînin’. Êdî nikarin derkevin hevdîtina bi malbatên xwe re jî. Girtiyên nexweş nikarin bên cihê hevdîtinê. Girtiyên nexweş bi alîkariya girtiyên din jiyana xwe didomînin. Heta niha yên ku me tespît kirine nêzî 300 girtiyên ku nexweş in û rewşa wan giran e di girtîgehan de ne û nayên berdan. Ji ber şert û mercên girtîgehan hem di aliyê derûnî û hem jî di aliyê fîzîkî de jiyana wan ne bi ewle ye. Lîsteya girtiyên nexweş ên ku me amadekirine bi partiyên siyasî re, bi raya giştî û bi rêxistinên hiqûqî re parve kirine. Em bi rêya parêzer û malbatên wan pêvajoya tendûristiya wan dişopînin. Di heman demê de rewşa înfazên wan jî ji nêz ve dişopînin. ATK’ê derbarê Mehmet Emîn Ozkan û Ergîn Aktaş de biryarek bê hiqûqî da. Girtiyên din ên nexweş ji ber vê biryarê êdî serî li ATK’ê nadin. Ji ber ku dibêjin ‘em biçin ATK’ê jî tu encam jê dernekeve.’ Li gor rewşa girtiyan ku ev qas girane û li ber mirinê ne ATK biryarek bi vê rengê dide. Bi sedan girtiyên nexweş ji ber biryarên bê hiqûqî serî li ATK’ê nadin. Mafê hêviyê tê binpêkirin.”   ‘ATK alîgir e’   Safiye, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser belgenameya di 3’yê Çilê de ji hêla Wezîrê Edaletê ve hatî weşandin: "Serokkomar bi biryarekî dikare girtiyan serbest berde. Wekî ku tê zanîn kesek ku ji doza hîzbûllahê hatibû girtin bi biryara serokkomar serbest hat berdan. Bi vê yekê serokkomar dikare ji bo hin kesan biryaran bide. Ev belgename ne ji bo girtiyên siyasî, ji bo kesên xwe derxistine. Îktîdar îro hiqûqa xwe ya navxweyî pêk nayîne, çawa ya navneteweyî pêk bîne. Zagonên xwe pêk nayînin. Em ATK’ê û biryarên wî alîgir dibînin.”   ‘Girtiyên siyasî tên qetilkirin’   Safiye, bal kişand hilbijartinên ku îro pêk tên û anî ziman ku ev hilbijartin ji bo girtiyan gelek girîng e û wiha bi lêv kir: "Em ji bo guherînê her tim bi hêvî ne. Êdi baweriya gel bi vê desthilatdariyê nayê. Di hilbijartinê de di tûra yekem de daxwaza guhertinê derket pêş. Polîtîkayên li ser girtiyan û ligel vê yekê tecrîda ku li ser Birêz Ocalan tê meşandin li ser hemû girtîgehan hatiye girankirin. Ev hilbijartin bi xwe re encamên girîng jî derxist holê. Hem li ser civak, Gelê Kurd û saziyên rêxistinên demokratîk tundî û tecrîdek giran tê meşandin ji aliyê desthilatdariyê ve. Ji ber vê jî ev hilbijartin bû hêviyek. Bi hezaran girtiyên ku cezayê xwe qedandibûn divê bihata tahliyekirin. Lê belê înfazên wan hatin taloqkirin. Ji bo ku dengê xwe bikarneyînin înfazên wan hatin şewitandin. Ger di vê hilbijartinê de desthilatdarî neyê guhertin bandora mezin li ser girtiyan bike. Malbat ji rewşa girtiyên xwe bi gûman in. Girtiyên siyasî di girtîgehan de tên qetilkirin. Ji ber vê yekê jî hemû kes ji bo vê hilbijartinê seferber bûne. Ji bo ku girtiyên wan serbest bên berdan û taybetî jî yên nexweş. Hemû kes ji bo guhertinê li ser piyan e.”   ‘Li Tirkiyeyê her tişt di bin tecrîdê de ye’   Safiye, di axaftina xwe de wiha behsa tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kir: “Herî dawî bi tenê çend deqeyan agahî ji Birêz Ocalan hatibû girtin û ew telefon jî ji nîvî ve hat birîn. Wekî ku tê zanîn di demên dawiyê de li girtîgehan sirgûnkirina girtiyan gelek zêde bûne. Roj tuneye ku sirgûn pêk nayên. Sirgûn jî veguheriye îşkenceyê. Berê girtiyên hikûmxwar lê niha girtiyên din jî di hûcreyên yek kesî de tên girtin. Ji ber vê yekê jî dema em lê dinêrin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi vê yekê re girêdayî ye. Heta tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan neyê şikandin, tecrîda li ser civak, Gelê Kurd û hemû gelên demokrat û girtîgehan dê tu carî ji holê ranebe. Li Tirkiyeyê her tişt di bin tecrîdê de ye.”   ‘CPT derbarê Îmraliyê de tu agahî neda’   Safiye, diyar kir ku Tirkiye ne hiqûqa navxweyî û ne jî ya navnetweyî pêk tîne û “Serlêdana CPT'ê ji bo Îmraliyê hebû. Lê CPT derbarê hevdîtinê de tu agahî neda. Gelo hevdîtin pêk hat na nehat? Ger ku hevdîtin pêk hatibe encam çi bû? Divê bi Gelê Kurd û raya giştî re bihata parvekirin. Lê CPT tu agahiyê neda. Hiqûqa navneteweyî jî ker û lal e. Dema mijar dibe kurd, girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd mixabin tu awayî tu hewldan û bertek nayên nîşandan.”   ‘Ji bo berdana girtiyên nexweş hewldan didomin'    Safiye, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hem di aliyê federasyonê û hem jî aliyê hiqûqê de xebatên me berdewam dikin. Hevdîtinên me yên bi parêzerên girtiyên nexweş re didomin. Ji bo berdana girtiyên nexweş bi hev re di nava hewldanan de ne. Her wiha bi partiyê siyasî re di nava têkiliyan de nin û agahiyan bi hev re parve dikin.”