Kezban Konukçu: Çareserî bi têkolîna hevpar pêkan e 2023-05-23 09:05:40     Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Kezban Konukçu Kok, a ji Partiya Çep a Kesk weke Parlamentera Stenbolê hat hilbijartin, destnîşan kir ku di tûra yekemîn de desthilatdariya AKP-MHP'ê têk çû û rêxistina gelan bi ser ket.  Kezbanê anî ziman ku rêya hilweşandina faşîzmê bi têkoşîna hevpar a kolanan û ser sendoqê pêkan e û got, “Em ê li Meclîs û kolanan têkoşîna jinan mezin bikin. Ji bo ku serokê faşîst winda bike divê em biçin ser sindoqan.”   Li gorî encamên nefermî, Partiya Çep a Kesk di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28'an a 14'ê Gulanê de li 23 bajaran 62 parlamenter bi dest xistin. Ji vê hejmarê 31 parlamenterên jin in. Bi vê encamê re careke din derket holê ku Partiya Çep a Kesk li ser esasê nûnertiya wekhev hatiye avakirin. Li aliyê din, li gelek bajaran dengên Partiya Çep a Kesk ji ber diziya eşkere ya ku hikûmeta AKP-MHP'ê li ser sindoqan kiriye, derbasî AKP û MHP'ê bûn. Li her bajarî li dijî encamên sindoqan nerazîbûnên endamên partiyê berdewam dikin.   Yekane partiya ku herî zêde nûnertiya jinê lê heye   Dîsa Partiya Çep a Kesk di hilbijartinan de bû yek ji partiyên ku herî zêde parlamenterên jin lê hene. Ji 8 wekîlên ku ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Stenbolê hatin hilbijartin 4 jê jin bûn. Li Stenbolê ku yek ji bajarên her roj jin lê tên qetilkirin, îstîsmar, tacîz û tecawizkir û li dijî vê yekê têkoşîna jinan lê derketiye holê ye.   Kezban Konukçu Kok ku ji Partiya Çep a Kesk weke Parlamentera Stenbolê hat hilbijartin, têkildarî pêvajoya hilbijartinê, armanc û hefefên partiyên xwe  de ji JINNEWS’ê re nirxandin kir.   Rêxistininbûna gel bi ser ket!   Kezbanê diyar kir ku tifaqa mêtinger di hilbijartinan de têk çû û rêxistina gelan a şandina vê tifaqê bi ser ket û got, hikûmet ji hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an û vir ve hewl dide kursiyê xwe li meclisê bi nelirêtiyê biparêze. Kezbanê bal kişand ser wê yekê ku nelirêtî tenê bi jimartina dengên ji sindoqan nayê kirin û got, “Pêvajoya hilbijartinê bi xwe dijdemokratîk e. Hewldana hikûmetê ya ji bo bêdengkirina dengê me bi astengkirina dengên me di çapemeniyê de, bi girtina rojnamegerên me bi hemû rêbazan, bi girtina HDP'ê û operasyonên di pêvajoya hilbijartinê de di vê pêvajoyê de pêk hat. Demeke dirêj e di warê jimartinan dengan de  pirsgirêk hene. Me hewl da li hemberî vê yekê tedbîran bigirin, lê vê têrê nekir. Lê Erdogan tevî hemû neheqiyan nekarî di hilbijartinên serokomariyê de bi ser bikeve û rêjeya dengên AKP'ê kêm bû.   'Hê hilbijartin bi dawî nebûne'   Kezbanê diyar kir ku her çend Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di hilbijartinan de têk çû jî encama ku tê hêvîkirin ji bo gelan nehat bidestxistin û got, ew bi armanca ku Tayyîp Erdogan di tûra yekemîn de têk biçe, xebitîne. Kezban got, “Divê em jî bikevin pêvajoya xwe rexnekirinê. Partiya me beriya niha li ser vê mijarê daxuyaniyek dabû. Divê pêvajoya xwerexnekirinê jî hêviyê bide û ji bo ku di pêşerojê de jê sûdê bigire bê kirin. Ji ber ku xerabiya herî mezin a ku niha li gelan tê kirin bêhêvîbûn e. Me dizanibû ku têkbirina faşîzmê wê ne hêsan be û tenê bi hilbijartinan pêk neyê. Têkoşîna li dijî faşîzmê ne hêsan e. Em behsa desthilatdariyeke faşîst dikin ku bi salan e pergala xwe ava kiriye. Em ji bo derbê li faşîzmê bixin girîngiyê didin hilbijartinan, hê jî ev hilbijartin bi dawî nebûye.”   'Çareserî di têkoşîna hevpar a kolan û sindoqan de ye'   Kezbanê diyar kir ku wê faşzim di di encama hevserngiya têkoşîna li kolan û ser sendoqand a hevapr de têk biçe û wiha got: "Nêzîkatiya Tifaqa Milet ya ku lingên gel ji kolanan dûr dixe û mijarê di sindoqan de kilît dike jî pirsgirêkek cuda ye.  Helwest û nêzîkatiya partiya me diyar e, me di vê mijarê de rexne li wan girt. Ji bo ku faşîzm winda bike, divê em rêyên xweîfadekirina hemû dînamîkên têkoşînê vekin û hilbijartinan baş binirxînin. Divê em hewl bidin ku Erdogan di tura duyemîn de winda bike. Lê encam çi dibe bila bibe, diyar e ku derbek giran xwarine.”   Berfirehkirina Vebijarka Rêya Sêyemîn Armanc e   Kezban anî ziman ku Partiya Çep a Kesk di têkoşîna gelan a ji bo pêvajoya pêş de xwedî roleke pêşeng e û destnîşan kir ku ew ê vê rola xwe roj bi roj berfirehtir bikin. Kezbanê got, “Hebûna me ya li meclîsê ji bo bilindkirina dengê hemû pêkhateyênTirkiyeyê li dijî pêkhateya faşîst girîng e. Karekî giran li benda me ye ku em bi dînamîkên civakî re rê li ber têkoşîna gelan vekin. Em ji bo vî karî her tim amade ne. Ji bo  mezinkirina vebijêrka rêya sêyemîn a li dijî faşîzma Tifaqa Cumhur û Tifaqa Milet a restorasyonkar divê em têkoşînê mezin bikin. Lê ya ku em dixwazin demokrasiya xwecihî û beşdar e. Pir eşkere xwiya dike ku divê em di heyama pêş de dest bi avakirina meclisên xwe bikin. Ger em nikaribin meclîsên xwe bi awayekî berfireh û bi tevlibûneke mezin ava bikin, karê me hinekî zehmettir wê bibe.”   'Em ê dengê têkoşîna jinan bilind bikin!'   Kezbanê diyar kir ku partiyên wan ji bo temsîliyeta wekhev bi taybetî di sîstema hevserokatiyê de têkoşîneke mezin didin û destnîşan kir ku li gorî hilbijartinên berê di van hilbijartinan de temsîliyeta  wekhev bi dest xistine. Kezbanê got, “Divê temsîliyeta wekhev weke ronîkirina têkoşîna jinê bê dîtin. Mînak manîfestoya me ya hilbijartinê ya jinan ne deklerasyona du-sê kesan e. Deklerasyona ku di çarçoveyek ji têkoşîna jinan hatiye fîltrekirin de hatiye nivîsandin. Dema ku em lihevhatina muhtemel a hikûmetê bifikirin, ew ê di dijminatiya jin û LGBTI+ de bimeşin. Ji bo pêşîgirtina li van êrîşan em ê hem li kolanan, hem li qadan û hem jî li Meclîsê dengê têkoşîna jinan bilind bikin. Ev têkoşîn wê tu carî teslîm nebe. Di şeva hilbijartinê de dema bêhêvîtî serdest, yên ku dîsa hêvî dan jin bûn ku bi daxuyaniyên xwe ev pêk anîn.    Banga ji bo dengdayînê: Bila serokê faşîst winda bike   Herî dawî ji bo tûra duyemîn a hilbijartina 28’ê Gulanê  Kezbanê bang li gelan kir ku careke din biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin û got, “Ji bo serokê faşîst winda bike divê em biçin ser sindoqan. Divê em bibin muşahid. Ger ku em di tûra duyemîn de bi serokê faşîst bidin windakirin, wê derfet çêbibe ku em krîza faşîzmê kurkiriye  rawestînin. Vê firsendê ji dest nedin, bila serokê faşîst winda bike.”