Newroz Uysal: Em ê di tûra dûyemîn de pergalê hilweşînin 2023-05-23 09:02:46       Sema Çaglak   ŞIRNEX - Newroz Uysal Aslan ku li Şirnexê ji Partiya Çep a Kesk parlamenter hat hilbijartin, destnîşan kir ku ew ê di tûra dûyemîn de vê pergala heyî hilweşînin û got ew ê bi deng û rengê jinê di parlementoyê de cihê xwe bigirin.   Partiya Çep a Kesk, li gor encamên nefermî yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bi rêjeya ji sedî 9,33 li 23 bajaran 62 parlamenter bi dest xistin. Li gorî encamên nefermî; Partiya Çep a Kesk bi rêjeya ji % 64,43 an ji Şirnexê deng derxistin û Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û Ayşegul Dogan parlamenter hatin bijartin.   Em bi Newroz Uysal Aslan a ku li Şirnexê di rêza yekemîn de parlementer hate bijartin re li ser encamên hilbijartinê axivîn.   'Hilbijartin di rewşekê awarte de pêk hat’   Newrozê daxuyand ku rixmî hemû astengî û zextan ew bi ser ketine û wiha behsa roja hilbijartinê kir: “Ji bo ku rewşa roja hilbijartinê em fêm bikin divê em li bêrîya pêvajoya hilbijartinê temaşe bikin. Di her xebatên me yên hilbijartinê de hêzên ewlehiyê em şopandin û bi vê yekê zextek li ser gel pêk anîn. Li gelek gundan peywirdar û hêzên girêdayî dewletê gef li gel xwarin. Hem berîya hilbijartinê hem jî di roja hilbijartinê de ev zext zêdetir bûn. Di roja hilbijartinê de li ser her sendoqê bi çek û unîformayên xwe polîs li wir bûn. Li ber deriyê her dibistanê wesayitên polîsan û yên zirxî hebûn û dibistan hatibûn dorpêçkirin. Her wiha gelek kesên astengdar û temen mezin jî hatin astengkirin û nehiştin ku dengê xwe bi kar bînin. Li Şirnexê hilbijartin di şert û mercên awarte de pêk hat.”   ‘Binpêkirin û bêhiqûqiyên hilbijartinê’   Newrozê, bal kişand ser binpêkirinên hilbijartinê yên li Şirnexê û got: “Hêjmara polîs û leşkeran li dibistanan gelek zêde bû. Her wiha em pê hesîyan ku li Şirnexê û navçeyên wê fotokopîya belgeya hêjmara 142 an hatiye derxistin û bi vê yekê gelek deng hatine bikaranîn û belgeya resen ji mûşahitan re nehatiye dayîn. Di vî aliyî de gelek nerazîbûnên me çêbûn. Li hin deran mudaxele kirin, lê em dizanin ku li gelek deveran bi vê yekê binpêkirin pêk hatine. Li gelek gundan jî bi destê keya, sercerdevan û axayan dengên tevahî gundiyan hatiye bikaranîn. Roja hilbijartinê jî piştî ku deng dayîn bi dawî bû li Cizîr û Silopiyê polîsan li her taxê gaza îsotê avêtin û rixmî 4 roj derbas bûye jî her şev gaza îsotê diavêjin û stranên mîlîtarîst li kolanan didin bi dengê bilind dixwazin bidin guhdarîkirin.”   ‘Gelek lîstik kirin’   Newrozê, diyar kir ku hê deng dayîn bi dawî nebibûye AKP’ê pîrozbahiyên xwe kirin û wek serkeftinek nîşanî gel dan û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Demekê dirêj nehiştin ku dengên sandoqan yê Cizîr û Silopyê bikevin sîstema daneyan. Her wiha gelek lîstikên partîyan jî çêbûn û bi tevlîhevkirina hişê gel bi hezaran deng hatin şewitandin. Pûsûlayên parlementeriyê û serokkomariyê hatibû tevlihevkirin. Îtîrazên me yên ji bo dengan jî berdewam dikin. Ji aliyekê dewletê zext û zordestî kir ji aliyekê din ve jî partiyên tîfaqa mîllet zext û tevlîhevî pêk anîn.”   ‘Pergala YSK’ê li ser nelêretiyê hatiye avakirin’   Newrozê, anî ziman ku ewlehiya hilbijartinê ya li Tirkiyê bi taybetî li Kurdîstanê bi salan e xetere tê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di asta navneteweyî de sazîyên ku li ser hilbijartinê çavdêrîyan dikin jî bi salan e van tiştan dibêjin. Gel ne dikare dengên xwe bi awayekî azad bi kar bîne ne jî parastina dengdayînê di ewleyê de ye. Di her xebatên hilbijartinê yên mafê propagandayê de zext û zordestî kirin. Nelêretiyên ku di vê hilbijartinê de hatine kirin di hilbijartinên borîn de jî hatin kirin. Ev kesên ku van nelêretiyan dikin ji peywirdarên dewletê bigire heta wazeratên wan jî tiliyê wan tê de hene. Jixwe wezîrên wan bûn namzet û hatin bijartin. Pergala ku di YSK’ê de hate avakirin hem li bajaran hem jî bi pergala xwe li ser nelêretiyê hatiye avakirin.”   ‘Di tûra dûyemîn de em vê pergalê hilweşînin’   Newrozê, destnîşan kir ku baweriya gel bi  YSK’ê nemaye û got: “Li Şirnexê berîya hilbijartinê kesên ku li vê derê najîn dengên xwe wê li vir bi kar bianîna. Partiya me ji van hemûyan re îtîraz kir û ev tişt hatin sererastkirin. Lê belê hêjmarek zêde bi qasî 6 hezaran ev dengdayîna bêhiqûqî pêk anîn. Berîya hilbijartinê amadekariya vî tiştî hatibû kirin. Ji aliyek din ve jî gelek torbeyên dengan berîya ku ji Lijneya YSK’ê re werin şandin hatine guherandin.  Li gelek bajaran dengên me ji partiyên din re hatine nivisîn. Li ser vê mijarê gelek girtek hatin şandin û nerazîbûnên hatin ziman. Bi van binpêkirinan em diçin tûra duyemîn. Li ser van binpêkirinan ji aliyê partiyên din xwedîderketinek pêk nehat lewra gel ji vî tiştî ne razî ye. Gel jî nerînên xwe yên di vî aliyî de bi awayekî aşkere dibêje. Gel naxwaze di tûra duyemîn de ev binpêkirin û hewildanên li dijî hiqûqê pêk werin. Ev binpêkirin bû sedema tûra dûyemîn. Guhertina vê pergalê an jî nêzîkatiya polîtîkayên şer dijî jin û kurdan tenê ne bi serketina parlementoyê bû. Guhertina Serokkomariyê wê zêdetir bi bandor be. Serokkomar sembola dijminatiya kurdan, bêtîfaqbûyîna gelan, sedema qeyrana aborî û bêhiqûqîyê ye. Lêwra divê  tûra dûyemîn de divê em vê pergala heyî hilweşînin.”   ‘Em ê bi deng û rengên xwe di parlementoyê de cih bigirin’   Newrozê, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê ya di parlementoyê de û got: “Partiya me di sîyasetê de li ser koletiya jinê disekine û guhertina van polîtîkayan di xebatên me de cihê herî yekser digire. Em rola jinê ji malê ve digirin heta hemû qadên civakî de berçavtir digirin dest. Sîyaseta me ne tenê bi dengê xwe bi rengê jinê jî xwe dide nîşandan. Ev sîyaseta ji bo jinê ya herî zêde di sîyaseta kurdî de berbiçav e. Hem di meclîsê de hem jî di rêveberîyên xwecihî de û pergala hevserokatiyê de sekna jinê ya di sîyasetê de bi hêz e. Namzetên ku di vê hilbijartinê de hatin diyarkirin zêdetir ji parlementerên jin pêk hatin. Ew jî sîyaseta me ya pêşengtiya jinê nîşan dide. Têkoşîna jinê bi her şiklî xwe bi hêz dike lê ev têrî nake. Ji ber ku di partiyên din de hêjmara parlementerên jin kêm in. Her wiha kesên ku dijminatiya jinê û civakê dikin, kesên ku piştgiriya tarikat û îstîsmarkirina zarokan diparêzin di parlementoyê de cihê girtin û wê siyasetê bikin. Bê guman ev barê me zêdetir dike û em ê jin di her qadên civakê û meclîsê de jî têkoşîn û xebatên xwe yên di wî aliyî de mezintir bikin. Em ê reng û dengê xwe di meclîsê de nîşan bidin.”