Ji bo dengdanê bang: Em ê faşîzmê têk bibin 2023-05-22 09:03:23   WAN - Nûnerên Partiyên siyasî ji bo tura duyemîn a hilbijartinên serokomariyê banga ser sindoqan kirin û diyar kirin ku divê 28’ê Gulanê 'bibe roja têkbirina faşîzmê’  û gotin ev derfet her tim nakeve destê wan.   Di encama hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê yên 14’ê gulanê de hatin kirin de hilbijartina serokomariyê ma ji tura duyemîn re. Ji tura duyemîn ya wê di 28’ê gulanê de pêk bê ji hefteyekê kêmtir dem ma. Li dijî tifaqa AKP-MHP’a ku destkeftiyên jinan hedef digirin û bi piranî ketin meclîsê, bertek didomin û di serî de jin hemû aliyên civakê ji bo bi desthilatdariya heyî bidin windakirin wê biçin ser sindoqan.   Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê ji bo tura duyemîn a hilbijartina 28’ê Gulanê ya serokomariyê banga biçin swnfê xwe bidin kirin.     ‘Li ser jinan zextek giran mijara gotinê ye’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şengul Polat, diyar kir ku encama di hilbijartinên 14’ê Gulanê de derketiye holê ji bo gelan bi xetere û got hilbijartinên 28’ê Gulanê ji ber vê pir girîngin. Şengulê ev tişt anî ziman: “Ji bo ev di 28’ê Gulanê de bê beralîkirin divê em ji bo Tirkiyeyek demokratîk xebatên xwe li gorî berê xurtir bimeşînin.  Em li tifaqên di 14’ê Gulanê de derketine pêş binerin, rastiya Huda Par û AKP-MHP’ê heye.  Divê ev neye jibîrkirin ku wê zextên li ser gelên Tirkiyeyê girantir bibin û bi taybet jî polîtîkayên li ser jinan kûr bibin.”   ‘Destkeftiyên jinan hedef hatin girtin’   Şengulê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyaniyên ku Huda Parê dane bibîr xist û balkişand ser gotinên ‘Li Tirkiyeyê jinên divê xwedî lê bên derketin’ û wiha vegot: “Jin bi awayekî topyekun ji aliyê zîhniyeta serdest ya mêr ve tên tunekirin, tê hedefkirin ku bi tu awayî mafê gotinê ya jinê tune be. Tifaqa Cumhur bi hedefgirtina Peymana Stenbolê propganda hilbijartinê ava kir. Temenê zewacê jî dibin 18’yî de qebûlkirin, rastiya tifaqa dijminahiya jinê dike nîşan dide.”   ‘Wê faşîzm winda bike’   Şengulê wiha dawî lê anî: “Li cîhanê têkoşîna jinan bilind dibe. Em jinên Kurd jî dema xwe ji bo xebatên 28’ê Gulanê veqetînin. Di vî esasî de em ê jin xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û hîn pêşdetir biçin. Ne bi pirsa ‘AKP biserkeve wê çi bibe? CHP biserkeve wê çi bibe?, yekane tişta em li ser bisekinin ev e; Faşîzm biserkeve wê çi bibe, faşîzm winda bike wê çi bibe? Faşîzm biserkeve divê em rewşa jinan, ciwanan û gelan bibinin. Divê em bi fikra ger faşîzm têk biçe wê ji bo jin, zarok û gelan pêşeroj di bin ewlehiyê de bin. Em ê bi vê fikre 28’ê Gulanê tacîdar bikin.”   ‘Em têkoşîna xwe tacîdar bikin’   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Handan Karakoyun jî destnîşan kir ku hedefa wan ev e ku faşîzma di sedsala 21’ê de mayîn de bûye hilweşînin û wiha daxuyand: “Di vê pêvajoyê de li dijî zîhniyeta serdest gelek gotinên me yên ku em bêjin hene. Em jinên li dijî vê têkoşînek bi biryar dimeşînin di 28’ê Gulanê de em ê destur nedin zîhniyetên faşîst. Wê hêza jinên berxwedêr faşîzmê têk bibe.  Em ê bi îradeya xwe ji bo destkeftî, nirxên xwe têbikoşin. Em ne bê hêvî ne. Em bi biryar û baweriyek mezin dizanin ku wê ev faşîzm têk biçe. Hadê Wan!Ji bo tacîdarkirina têkoşînê û dengan em biçin ser sindoqan.”   ‘Em bawer in em ê di 28’ê gulanê de bişînin’   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Wanê Gonul Uzunay jî  destnîşan kir ku ji roja ewil de li dijî faşîzmê têdikoşin û got tifaqa Cumhur tenê bi polîtîkayên tunekirinê û şer li ser piyan e û wiha bi dawî kir: “Em wek jinên Kurd û tevgera kurd têkoşîn û îradeya xwe ji her demê mezintir dikirin. Yekane hedefa me heye ev jî  tunekirina faşîzmê ye. Banga me ji bo her kesî ye divê em hilbijartinên 28’ê Gulanê baş binirxînin. Divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bilind bike. Em ê dawî li faşîzmê bînin. Em bawer dikin.”