Xelkê Mexmûrê: Li hemberî planan serî natewînin 2023-05-20 15:30:11     MEXMÛR - Xelkê Mexmûrê dijî leşkerên Iraqê ku dixwestin li dora wargehê kuleyan danin, derketin. Helîmeya ku li Mexmûrê dijî bertek nîşan da û da zanîn ku dê li hemberî planên dewleta Tirk, Iraq û PDK'ê serî natewînin. Xurbet jî berket nîşanda û got ku xelkê wargehê dê heta dawiyê li ber xwe bide.    Ji roja ku hat avakirin heta îro Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi êrişan re rûbirû ma. Ligel êriş, dorpêçkirin û ambargoyê berxwedana xelkê wargehê didomin. Hikumeta Iraqê carek din hewl dide derdora wargeha bi têlan dorpêç bike. Artêşa Iraqê bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet û têlên ji bo dorpêçê, ji danê sibê ve hewl dide, derdora wargehê bi têlan dorpêç bike. Berxwedana xelkê Mexmûrê dewam dike. Li dijî helwesta arteşê xelkê wargehê kon danîn û nobetê digirin. Her wiha leşkeran êrişê xelkê kirin û di encamê de ciwanek birîndar bû.   Bertek û nerazîbûnên li hemberî dorpêçkirina Mexmûrê didome. Derbarê mijarê de Helîme Îşlek û Xûrbet Îşlek ji ajansa me re axivîn.    'Serê sibê bi ser wargehê de girtin'     Helîme, li hemberî hikûmeta Iraqê û Hewlêrê bertekên xwe anî ziman û got: "Leşkerên ereb, tirk û yên PDK'ê bûn yek û serê sibê wargeha me dorpêç kirin. Hêj xelk di xew de bûn bi ser wargehê de girtin. Wargeh dorpêç kirin. Hewl didin ku dora wargehê têl bikin. Heta ku em sax bibin em tu carî nahêlin ku dora wargehê têl bikin. Hewl didin me bixin girtîgehê. 10 roj derbas bibin jî em ê dîsa li qadan bin. Em vê helwestê şermezar dikin. Wek DAIŞ'ê bên me bikujin û şerjê bikin jî em ê li dijî dorpêçê derkevin."   'Em serî natewînin'   Helîme, daxuyand ku ji 7 salî heta 70 salî jin, mêr, ciwan û zarok dê parastina xwe bikin û wiha dawî li axafina xwe anî: "Em ê li ber xwe bidin. Qet şerm nakin, hemû dewlet bûne yek li hemberî Mexmûrê derdikevin. Dema DAIŞ hat wargehê peşmerge ji vir derketin û revîn. Me bi xwe parastina xwe kir. Em tu carî dorpêçê qebûl nakin. Divê dewlet ji xwe şerm bike em penaber in. Em ji ber zilma dewleta Tirk revîn û hatin li vir. Lê divê bê zanîn ku çi dikin bila bikin em serî natewînin. Em ê li dijî planên dewleta Tirk, Iraq û PDK'ê li ber xwe bidin."   'Dê gel li ber xwe bide'   Xûrbet Îşlek jî bertekên xwe anî ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Danê sibê hêj xelk ji xewê şiyarnebûyî bi ser wargehê de girtin. Hikûmeta Iraqê xwest li dordora wargehê kuleyên xwe dayne û dora wargehê têl bike. Ev bû çend car heman tiştî dikin. Piştî xelk bihist, berê xwe dan cihê leşkerên ku hewl dan kuleyan daynîn. Bi berxwedana gel ev tişt hat rawestandin."     'Ji ber daxwaza Tirkiyeyê êrişê li me dikin'    Xûrbet, di axafina xwe de wiha bal kişand ser hewldana hikûmetan a li hemberî wargehê: "Hevalên berpirs û berpisên meclîsê hevdîtinek pêk anîn. Ji raste rast ji me re dibêjin dewleta Tirk zextê li me dike ku em zextê li ve bikin. Niha ava herêmê qûtkirine û dixwazin yekcar bêaramiyê bixin nava gelên herêmê jî. Gelek caran bi vî rengî êrişê li me kirin. Em 24 sal in li wargehê dijîn û heta niha me tu zerar nedaye welatiyên herêmê. Lê niha carekdin bi daxwaza dewleta Tirk zextê li me dikin û êrişê li me dikin. Dixwazin xelkê herêmê bêhevî bihêlin û vîna xelkê bişkînin."   'Bexda û Hewlêr hertim destûr dide'   Xûrbet, destnîşan kir ku 4 sal in li hemberî wargehê embargoyek heye û got: "Ev ambargo jî dîsa bi talîmata dewleta Tirk pêk hat. Ev talîmat jî ji hêla hikûmeta Iraqê û PDK'ê ve li herêma Kurdistanê tê pratîzekirin. Heke de Hewlêr û Bexda destûr nede Tirkiye nikare vê helwestê nîşan bide û nikare bikeve axa welatek din û qanûnê wan binpêbike. Di hêla bejayî de DAIŞ, di hêla hewayî de jî balafirên bê mirov êriş dike."   'Serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd'   Xûrbet, di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana bi salan a xelkê Mexmûrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Xelkê me serê sibê saet 05:00'an de heta niha li vir in. Xelkê wargehê dê heta dawiyê li ber xwe bide û tu êriş û astengî nikare serî li me bide tewandin. Berxwedana ku me 30 sal e daye, jiyana ku bi penaberiyê derbas bûyî dev jî têkoşînê bernadin. Em ê îro jî li ber xwe bidin û serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd."