Ji bo bi desthilatdariya serdest bidin windakirin bi biryar in 2023-05-20 09:03:48     STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan der barê tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de axivîn û diyar kirin ku ew ê bi desthilatdariya serdet a mêr bidin windakirin.   Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de ligel nelêrêtiyên hatin jiyîn Partiya Çep a Kesk bi 62 parlamenterî ket meclîsê. Nîvê 62 parlamanterî jinan ava kir û bi vê re jî nûneriya wekhev pêk hat.   Endama jin bi hev re bi hêz in (KBG) Ferîde Eralp û endama Komeleya Dema Jinê Newroz Unverdî têkildarî tabloya li meclîsê ava bûye , girîngiya nûneriya wekhev û pêvajoya pêş de tevgerên jinan wê riyek çawa bişopînin axivîn.   ‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’   Ferîdeyê da zanîn encamên hilbijartinan ji bo gelan pir ne baş be jî, gelek sedemên ku têkoşîn bê mezinkirin û hêvî bê parastin hene û wiha got: “Beşek mezin a civakê ji Tayyîp Erdogan re got na. Em niha diçin tûra duyemîn. Îro em meclîseke herî tarî ya ku desthilatdariya AKP’a 21 salî tê de ye dibînin. Em ê di şert û mercên ku Hîzbullah ketine meclîsê de, têkoşîna xwe bidomînin. Ya ku Peymana Stenbolê rakir, ya ku mafê kurtajê tune kir ev desthilatdarî ye. Huda Par bi aşkera ji bo îstîsmara zarokan dibêje ‘Hinek li gorî temenê xwe ji 15 salî mezintir xuya dikin’. Huda Par û Partiya Refaha Nû wek soza hilbijartinê xwest ku mafê mîrateya wekhev ji destê jinan bê girtin. Feraseteke ku jinan wek alav dibîne li meclîsê serdest bû.”   ‘Parlamanterên jin ewlehiya me ne, lê têr nake’   Ferîdeyê bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha dirêjî dayê: “Partiya Çep a Kesk tevî hemû lîstik û dizîya dengan di meclîsê de nûneriya wekhev bi dest xist. Partiya Çep a Kesk ji bo xwedî li îradeya gelan derkeve hewldanek mezin da. Bi rêjeya herî mezin a parlamenterên jin bi 31 parlamenterî ket meclîsê. Li meclîsê hebûna parlamenterên jin ji bo me ewlehî ye. Lê têr nake. Ji ber vê têkoşîna li meclîsê pir girîng e lê ji vir şûnde em jin jî divê li dijî zihniyeta tarî li kolanan li berxwe bidin, têbikoşin.  Encam çi dibe bila bibe têkoşîna me naqede.”   ‘Divê em hîn bêtir rêxistinkirî û xurt bin’   Ferîdeyê anî ziman ku piştî encamên hilbijartinan di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê de jina ciwan Kubra Ergun întîxar kiriye û AKP li şûna jinan biparêze, gumanbaran diparêze û ev jî dibe dawiya jiyana jinan. Ferîdeyê wiha bi lêv kir: “Em di şertên giran de dijîn. Dema kes tenê dimîne dibêje qey nikarin tiştekî biguherin. Lê divê em ji bîr nekin. Em ne bi tenê ne. Li vî welatî tevgera jinan, tevgera femînîst heye.  Divê em hîn bêtir rêxistinkirî û xurt bin.”   Ferîdeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên tûra duyemîn a serokomariyê û wiha dawî lê anî: “Em ê hem ji bo tûra duyemîn hem jî ji bo piştî wê têkoşîna xwe mezin bikin. Bi tevlibûna gelek jinên femînîst em hewl didin Koma Kampanyaya Femînîstan a ji bo Hilbijartinê çalak bikin. Divê em nebêjin ku Kemal Kiliçdaroglu me xilas dike. Em ê xwe xilas bikin. Divê em têbikoşin. Em berpirsyariya xwedîderketina li jiyanên xwe bizanibin.”   ‘Mekanîzmaya me ya parastinê wê hîn bêtir xurt be’   Newroz Unverdî jî daxuyakirin ku di hilbijartinên 14’ê Gulanê de wek hemû tevgerên civakî tevgerên jinan jî gelek wate bar kiriye. Newrozê wiha anî ziman: “Encamên hilbijartinan meclîseke ku tê de parlamenterên Huda Par, Partiya Refaha Nû tê de bin derxist pêşberî me. Ligel vê girîngiya mezinkirina têkoşînê jî ji bo me derxist holê. Ger ku ew ketibin meclîsê em ê jin jî têkoşîna xwe mezin bikin û xwe bigihînin her jinê. Mekanîzmaya me ya parastinê wê hîn bêtir xurt be.”   Partiya Çep a Kesk têkoşîna jinê xwedî dike   Newrozê bal kişand ser nûneriya wekhev û wiha dawî lê anî: “Ji aliyê Partiya Çep a Kesk ve nûneriya wekhev hat bidestxistin û ev di alî ku jin di siyasetê de bibin kirde gelek girîng e. Jin polîtîkaya xwe diafirînin û gotina xwe dibêjin. Zêdetir di meclîsê de cihgirtina jinan pir girîng e. Danezana jinê ya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk girîngiyê dide nûneriya wekhev. Ji ber vê partiya ku têkoşîna jinê xwedî dike ye.Têkoşîna me wê bidome. Di tûra duyemîn de armanca me ev e em bi desthilatdariyê bidin windakirin.”