'Bi saya perwerdeyê zewaca di temenê biçûk de kêm bûye' 2023-05-19 09:04:41     Mîdye Miqted   HELEB - Têkildarî mijara zewaca di temenê biçûk de Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Elîf Hesen Berdevaka Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê Xezal Şêxmus bal kişandin ser girîngiya perwerde û kampanyayên dane destpêkirin û wiha got:"Bi saya perwerde û kampanyayên ji aliyê Kongreya Star û Mala Jinê ve tên meşandin niha zewaca di temenê zarokatiyê de kêm bûye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî awayî xebatên me dewam dikin."   Ji ber şert û mercên dijwar, şer, koçberî, zagonên bi zihniyeta baviksalarî tên derxistin, êrişên dewletan li Helebê zewaca di temenê zarokatiyê de dibe mijara vegotinê. Li dijî vê yekê rêxistinên jinan li vir li berxwe didin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî rengî hewl didin. Têkildarî mijara zewaca di temenê biçûk de Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Elîf Hesen Berdevaka Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê Xezal Şêxmus axivîn.    'Dîroka jinê ya di şaristaniyê de'   Berdevaka Mala Jinê ya Taxa Şêxmeqsûdê Xezal Şêxmus, bal kişand ser kevneşopiya têkoşînê û wiha pê de çû:"Beriya ku em li ser mijarên girêdayî jinê diaxivin pêwîst e di destpêkê de em li ser dîroka jinê ya di şaristaniyê de biaxivin û girîngiyeke tam bidin wê dîrokê. Bi taybet jina xwedewand ku ked û têkoşîn daye malbat û zarokê xwe û wan jinên di dema berê de bi ked û têkoşîna xwe ku heya roja me ya îro tên nasîn em bikin mînak û weke perwerde di nava civakê de bidin jin û endamên civakê."    'Di Şoreşa Rojava de barê herî giran li ser pişta jinê bû'   Xezalê bi lêv kir ku jinan li dijî hişmendiya desthilatdar li berxwe dane û wiha got:"Di Şoreşa Sûriyeyê û bi taybet di Şoreşa Rojava de barê herî giran li ser pişta jinê bû. Jinan di riya azadkirina vê civakê ya ji hişmendiya desthilatdar de gelekî ked dane. Her carê jî bûne hedef. Bi taybet di sala 2018'an de, dema koçberiya şêniyên herêma Efrînê ya ji gund û bajarên xwe bûn hedef."   'Zewaca di temenê biçûk de zêde bû'   Xezalê bal kişand ser encamên koçberiyê û wiha got:"Piştî sala 2018'an di encama koçberiya welatiyên Efînê de, êdî di bin navê kevneşopiyan de zarokên keç hatin zewicandin. Vê zewaca di temenê biçûk de, bi xwe re lehiya xerakirina civakê anî. Zewaca di temenê zarokatiyê de dibe sedema hevberdanê. Her wiha ji ber her du alî baş hevdu nas nakin jî pirsgirêk rû didin. Li Mala Jinê li ser vê miijarê jî tê axaftin."    Hevjiyana azad    Xezalê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got: "Em wekî Mala Jinê li gorî rêziknameya xwe zagonan diyar dikin. Bi taybet zagona qedexekirina zewaca bi temenê biçûk û naskirina jinê ya ji bo hevjiyana azad girîng in.    'Bi riya kampanyayan em li dijî zewaca di temenê biçûk de derdikevin'   Endama Koordînasyona Kongreya Star a bajarê Helebê Elîf Hesen li ser mijara kêmbûna gilîyên zewaca bi temenê biçûk a bi riya perwerdeyê wiha axaftina xwe kir: "Di civaka me ya îro de mijara berdanê mijareke girîng e. Ji bo vê yekê ji aliyê Kongreya Star û komîteyên girêdayî wê Kampanyaya Hişyariyê û zanebûnê hat destpêkirin. Ji bo ku em li dijî zewaca bi temenê biçûk bisekinin. Ji ber zewaca di temenê zarokatiyê de bi xwe re encamên neyînî tîne. Yek jê ew e ku malbat ji hev belav dibe û zarok bi tenê dimîne. Her wiha serdana Kongreya Star û saziyên din ên mîna Rêxistina Sara bi hev re çêbûn. Bi riya vê yekê perwerdeyên me ji gel re hatin vekirin û civînin me tên çêkirin. Lê di destpêkê de gelek jin tevlî perwerdeyê nedibûn. Lê belê îro jin dixwazin tevlî perwerdeyê bibin û hîn bibin."   'Naskirina rastiya zewaca di temenê biçûk de'   Elîfê da zanîn ji ber ew çûne serdana malbatan loma jî ew nîqaşên li ser zewaca di temenê biçûk de hatin ziman û wiha got:"Di encama derbasbûna me ya di nava civak û malbatan de piranî nîqaş û gotubêjên me li ser zewaca bi temenê biçûk tê kirin. Em hewl didin her endameke malbat û civakê rastiya zewaca bi temenê biçûk nas bike û aliyên wê yên neyînî bibînin. "       'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatên me dewam dikin'   Elîfê wiha dawî li axaftina xwe anî:" Hejmara zewaca bi temenê biçûk her diçe kêm dibe. Ev yek jî bi saya perwerde û avakirina komîteyên lihevkirinê, Rêxistina Sara û Mala Jinê bû. Ev yek jî bi kedeke bêhempa hat kirin. Em di nava têkoşînekê de bûn da ku em li dijî zewaca bi temenê biçûk bisekinin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi vî awayî xebatên me dewam dikin."