Dayika Tenzîle Acar Resmiye: Ne tedawî dikin û ne berdidin! 2023-05-19 09:03:55     Sema Çaglak   ŞIRNEX - Dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar ku rewşa wê her diçe girantir dibe û gelek nexweşiyên wê hene Resmiye Acar diyar kir ku keça wê ne tedawî dikin û ne jî berdidin.    Rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan her ku diçe xerabtir dibe. Yek ji van girtiyên nexweş jî Tenzîle Acar e. Tenzîle ku di 2'ê Sibata 1995'an de li navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bû, ji ber zextên ku di zarokatiya xwe de bi malbata xwe re dît, di nava partiyên siyasî de cih girt. Tenzîle ku li Şirnex û bajarên din di nava xebatên partiyên siyasî de cih girt, di sala 2017'an de çû Stenbolê. Tenzîl li Stenbolê hat girtin û 6 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin.   Tenzîle ya ku di lîsteya girtiyan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire bi nexweşiya zerika kronîk û bi nexweşiya jana zirav e. Tenzîle ya ku ji ber muayeneya kelepçekirî di dema sewkirina nexweşxaneyê de naxwaze biçe nexweşxaneyê nikare bê tedawîkirin û her ku diçe rewşa wê giran dibe.     ‘Tim li dijî zilm û neheqiyê derket’   Dayika Tenzîle Resmiye di destpêka axaftina xwe de behsa keça xwe kir û anî ziman ku Tenzîle xwedî kesayetek zîrek û dilgerm e û got: “Keça min ji biçûkatiya xwe ve zîrek û têkiliya wê bi civakê re xurt bû. Tu wextî zilm û neheqî qebûl nedikir û niha jî qebûl nake. Bi taybetî jî di mijara jin û dayikan de hestiyariya wê heye. Ji bo pêşxistina jinan gelek ked dida.”   ‘Dermanên wê nayên dayîn’   Resmiye, diyar kir ku dermanên keça wê li gorî nexweşîyên wê nayên dayîn û got: “Keça min demekê dirêj e nexweş e. Lê ne dermanê wê didin ne jî tedawiya wê dikin. Dermanê ku didin jî lê nayên. Li gorî serê xwe dermanan didin. Bi kelemçekirî dibin nexweşxaneyê. Keça min jî wê muameleyê qebûl nake. Her wiha qawişên wan gelek caran tên guhertin û her carê wan dikin qawişên qirêj. Gelek caran bi ser qawişên wan de hatiye girtin û dest dane ser pirtûk û eşyayên wan.”   ‘Ne tedawî dikin ne jî tahliye dikin’   Resmiye, bilêv kir ku ew demek dirêj e nikare biçe hevdîtinê û got:”Min zûde wê neditiye. Zarokên min hene û ez nikarin wan tenê jî bihêlim. Her wiha rê gelek dûr e lewra ji bo hevdîtina vekirî derfetên min zêde nînin. Ez dixwazim hemû girtiyên nexweş serbest werin berdan. Ne tedawî dikin ne jî tahliye dikin. Qanûna wan nîne. Ji girtîgehan cenaze tên derxistin. Em naxwazin wisa bibe. Dil û kezeba dayikan dişewite. Divê aştiyek çêbibe û hemû girtiyên me serbest werin berdan. Daxwaza dayikan tenê aştî ye.”