Halîde Turkoglu: Di 28’ê Gulanê de darbeya dawî li faşîzmê bixin 2023-05-18 09:38:52     Rojda Aydin   AMED - Halîde Turkoglû ya ji bo Parlamentera Partiya Çep a Kesk hat hilbijartin, diyar kir ku AKP'ê li bajarên Kurdistanê winda kiriye û ji bo kêmbûna dengên partiya xwe jî got: “ Em ê têkoşîna xwe ya avakirina ji nû ve bidin meşandin.”   Di hilbijartinên 7'ê hezîrana 2015'an de li Amedê ji sedî 86,83'ê hilbijêran beşdarî hilbijartinê bûn. Di encama hilbijartinê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêjeya ji sedî 79,06’ê dengan 10 parlamenteran hilbijart û piştî biryara şer a AKP’ê, di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de dîsa bi rêjeya ji sedî 72,82’ê dengan bû partiya yekemîn û 9 parlamenter şand Meclîsê. Hejmara hilbijêrên ku di meha Mijdarê de çûn ser sindoqan jî bû sedî 84,97.   Piştî ku parlamenterên hilbijartî bi operasyonên qirkirina siyasî hatin girtin, HDP di hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an de dîsa bû partiya yekemîn. Bi biryara ku piştî referandûma guhertina makezagonê ya 2017’an hat qebûlkirin, hejmara parlementerên TBMM’ê ji 550’î derket 600’î. Li Amedê jî berê ku 11 parlamenter derxistibû bi vê hilbijartinê 12 parlementer derxist. Di van hilbijartinan de sedi 83,55 hilbijêr çûne ser sindoqan û HDP'ê bi rêjeya ji sedî 65,5 dengan 9 parlementer bi dest xist.   Ji ber doza girtina HDP’ê berdewam dike bi Partiya Pêşerojê ya Çepên Kesk (Partiya Çep a Kesk) ket hilbijartinê. Li gorî daneyên ne fermî di hilbijartina 14’ê Gulanê de bi 553 hezar û 845 dengan 8 parlamenter bi dest xist. Di hilbijartinê de dengên Partiya Çep a Kesk de kêm bûn, li aliyê din ve jî gelek bêhiqûqî hatin jiyîn.   Halîde Turkoglu ya ku ji Partiya Çep a Kesk li Amedê parlamenter hat hilbijartin, têkildarî hilbijartin û kêmbûna dengên xwe de nirxandinan kir.   ‘Planên hilweşînê ketin meriyetê’   Halîde, anî ziman ku ev hilbijartineke dîrokî ye û ew bi gelek pirsgirêkan re ketine hilbijartinê. Halîde, bal kişande ser wê yekê ku ji sala 2015’an ve partiya wan tim hedef tê girtin û operasyonên siyasî li ser gelek beşên civakî tên meşandin û wiha dom kir: “Helbet ev pêvajoya hilbijartinê ya dijminatî ne bi hilbijartinên 2023’yan ve hatiye destpêkirin. Polîtîkaya şer a hikûmetê ku ji sala 2015'an û vir ve bi hemû saziyên dewletê ve tê meşandin li ser esasê tasfiyekirina siyaseta demokratîk e. Carinan planên hilweşandinê ketin meriyetê, carinan jî qeyûm hatin tayînkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî partiyên siyasî û hemû aktîvîstên ku li ber xwe didin her carê rastî zextên hikûmetê tên. Di pêvajoya hilbijartinê de jî doza vê hat zêdekirin.”   ‘Hewl dan ku pêşiya hêviyê bigirin’   Halîde, da xuyand ku hilbijartinên 2023'yan ji hilbijartinên din cudatir pêk nehatine û wiha axivî: “Ji ber ku şer her roj kûrtir dibû, desthilatdariyê hewl da bi her awayî amûrên zextan li qadan bi kar bîne. Dema ku me hilbijartinên 2023’yan rêxistin dikir, me ev yek digot; erê, em bi faşîzmê re di hilbijartineke dîrokî re derbas dibin. Wezîfeya Partiya Çep a Kesk e ku vê faşîzmê rawestîne û paşve bixe. Dema ku me li qadan xwe birêxistin dikir, em bi partiya siyasî re şer nedikirin. Ji bilî ku li qadên ku em jê re dibêjin siyaseta dijber li ser hevrikên xwe nîqaşeke siyasî ava bikin, tifaqa ku partiya siyasî ya dewletê AKP-MHP’ê ava kir, nehişt ku partiya me jî li qadê xebatên xwe bike. Hikûmet ji aliyekê ve êrişên xwe didomîne ka em çawa dikarin rê li ber vê hêviyê bi rêxistinî bigrin ku gefa girtinê dixwe, lê ji aliyê din ve hêviya ku em bi Partiya Çep a Kesk re dikevin hilbijartinan de hêviyên xwe didomînin. 'Hewl dan ku pêşiya hêviyê bigirin.”   ‘Erdogan li Kurdistanê winda kir’   Halîde, destnîşan kir ku wan hemû xebatên xwe di bin dorpêça polîsan de pêk anîne û wiha pê de çû: “Tevî vê yekê jî gel di vê xalê de hem bawerî û hem jî hêviya xwe bilind kir û bi partiya me re rawestiya. Di dema amadekariyên hilbijartinên 14’ê Gulanê de ku li ser vê yekê xwe amadekirin, tişta ku balê bê kişandin yek jî parastina sindoqan e. Ji pêvajoya ku ev sindoq hatin vekirin heta ku radestî YSK'ê hatin kirin, em mecbûr ku şopdarê vê bin û banga çavdêriyê bikin. Partiya Çep a Kesk hewl da bi rêxistinê erka xwe ya parastina sindoqan bi cih bîne. Digel ku îro nelirêtî û guhertinên ku hatin kirin jî her çendî gelek dengên me derbasî partiyên wek MHP an jî Partiya Refah a Yenîden hatin kirin û vê yekê weke ‘xeta’ xwestin bidin nîşandan. Lê ligel vê yekê jî AKP li Kurdistanê nekarî bigihîje armanca xwe. Erdogan li Kurdistanê bi ser neket. Di tûra yekemîn de hat nîşandan ku li Tirkiyeyê rejîma yek mêrî nayê xwestin. Dibe ku me nikarîbû îdiaya xwe ya ku em ê bi tûra yekem AKP’ê bişînin pêk bînin bi cih neanîbe; lê di xala ku bi ser neketin de me faşîzm paşveçûn nîşan da. Erdogan negihîşt sedî 50 jî. Nîvê civakê Erdogan naxwaze.”   'Faşîzm wê bi eniya demokrasiyê bê şandin'   Halîde, bi lêv kir ku nîvê hilbijêran li aliyê muxalefetê de cih digirin û destnîşan kir ku pirsgirêka demokrasiyê ya li welêt êdî hatiye qonaxeke krîtîk. Halîde, da zanîn ku armanca wan a sereke ew e ku di tûra duyemîn de bi lidarxistina hevdîtina mezin a demokrasiyê de li cihê şandina “rejîma yek mêrî” faşîzmê bi temamî bişînin. Halîde, her wiha bal kişand ser nelirêtiyên di hilbijartinan de hatin kirin û ev tiştan got: “Fermîbûna xebatên hilbijartinê pêk nehat. Ji YSK’ê re îtîrazên ku hatin kirin hene. Ji hezarî zêdetir dengên Partiya Çep a Kesk ji MHP’ê û ji partiyên dinê re hatin nivîsandin. Di vir de nelêrî û dizî hatin kirin. Ger muşahidên me nebûna, girtnameyên me yên şil nebûna, bi rastî vê hukûmetê dixwest bi dizîna Partiya Çep a Kesk di binê bendê de bihêlin. Lê me wan bi rêxistinbûna xwe vala derxist.”   'Moral û serwerî li cem me ye'   Halîde, her wiha bal kişand ser nêrînên ku ji aliyê çapemeniyê ve tên afirandin û daxuyaniyên hikûmetê yên di hilbijartinan de û wiha li ser zêde kir: “Tenê di vê çarçoveyê de em vê atmosfera hilbijartinê binirxînin, mîna ku faşîzm bêexlaqiyê belav dike an jî ji ber ku ji gel re tu çare nîne, mîna ku ji sedî 50’î gel tercîh dike, bi feraseta ku ‘ji xwe binêrin naçin hilbijartinê’ here dûr. Na, divê em bi vê awayî lê nenêrin. Ger ji sedî 50 gel tercîh bike, ji sedî 50 jî gel naxwaze. Tu wateya ku kesên tercîh nakin ve dixwazin bêjin êdî gel naçe ser sindoqan. Moral û serwerî li cem me ye. Rejîma yek mêrî bi ser neket. Helbet me nikarîbû bi yek carê bida windakirin, lê ew jî bi ser neket. Ji ber ku nekarî bi ser bikeve, pêwîste em bi ruhê seferberî, demokrasî û li dijî manîpulasyonên YSK'ê li qadan xwe bi rêxistin bikin. Beşek civakê neçûye ser sindoqan û divê ev rastî bê dîtin. Dîsa ewlehiya sindoqan ne tenê li ser eksena muşahidan e. Lê bi girtnameyên şil şopdarê pêvajoya 28’ê Gulanê bikin."   'Di 28’ê Gulanê de darbeya dawî li faşîzmê bê xistin'   Halîde daxuyand ku di vê hilbijartinê de tiştên ku hem jê hîn bibin hene û wiha bi lêv kir: "Ji aliyekî ve em behsa partiyeke ku bi hemû saziyên dewletê re ketiye hilbijartinê dikin. Bi partiyeke ku di her cure manîpulasyonan de bikartîne, li dijî vê yekê bi rêxistinbûna qada xwe û zanîna teknîkî û tecrûbe re, divê em hîn bêhtir di 28’ê Gulanê de bikevin nava tevgerê. Di 28’ê Gulanê de ji bo ku hemû manîpulasyona vala derbixin divê zêdetir baldar bin, qadên ku îkna nekirine zêdetir li ser bikesinin û îkna bikin. Wek kurd, jin û ciwan ku rol û mîsyona vê dîrokê girtine ser milên xwe faşîzmê dane sekinandin. Niha bi vê derba dawî re dema şandina vê desthilatdariya faşîst a li dijî jin, kurd, ked û xwezayê ye û ji bilî van polîtîkayan tu soza xwe nîne. Di vî warî de serdestiya exlaqî bi tu awayî di desthilatdariyê de nîne, lê li cihê ku muxalefet lê ye heye. Ji vê şûnde xebatên me yên rêxistinkirî ya li ser hilbijartinê dê li ser şandina faşîzmê pêk were. Em hemû bi biryarin. Stratejiya me di vê xalê de gelek diyar e. Bi vê biryarbûyînê em ê faşîzmê bişînin. Em ê peywira xwe ya ji bo serkeftin ya jin, kurd û ciwanan be em ê rol û mîsyona xwe pêk bînin.”   ‘YSK xwest manîpulasyonê bike’   Halîde, destnîşan kir ku li hin cihan serlêdanên hiqûqî yên partiya wan hene û wiha domand: “Mîna meseleya kesên ku dê li ser sindoqan dengê xwe bidin û li cihên din wek wezîfedarên sindoqan nîşan bidin, ji partiyek din nîşan bidin û van kesan ji mafê wan ên dengdanê bêpar bikin. YSK’ê hem di aliyê teknîkî û hem jî di aliyê hiqûqî de bi qasî ku ji destê wan tê hewl da manîpulasyonê bike. Dema ku vî karî dikir, gumanên wî hebûn ku ew dikare heta ku derê bibe. Ev ceribandinek bû û bi rêya Partiya Çep a Kesk hewl da vê yekê bike, yan jî bi rêya hewldana bidestxistina dengên partiyên biçûk û belavkirina wan li ser partiyên din hewl da rêyekê bişopîne. Em şopdarê dengên xwe ne. Ji bo ku her dengekî xwe paşve bigirin nava liv û tevgerê de ne. Li hin navçeyan nobet tên girtin. Xwestin rê û rêbazek biceribînin. Lê partiyên muhalîf rê nedan vê yekê û astengkirin. Em van hemû lîstokan dizanin û ji ber vê yekê li pêşiya me hilbijartin heye. Ji ber ev lîstokên ku em dizanin zêdetir parastina sindoqên xwe bikin, girtinameyên YSK’ê  û yên li cem me pêwîste hev bigire û parastina dengan bê kirin. Tişta herî girîng jî ji bo gel biçe ser sindoqan divê em xebatên xwe di wê warê de bimeşînin.”   ‘Em ê bi rexne û xwe rexnekirinê pratîka xwe nîşan bidin’   Halîde, berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser dengên partiya wan ku li gor salên borî ketiye, got di vê hilbijartinê de dengên partiya wan ketiye. Halîde, da zanîn ku hem li Kurdistan û hem jî li Tirkiyeyê hin cihan dengên wan ketine, lê li hin cihan jî dengê wan zêde bûne. Halîde, wiha behs kir: “Mînak li Erziromê me parlamenterek derxist. Li gelek bajarên dinê jî me parlamenter derxist û bi vê yekê bilindbûnek çêbû. Helbet pêwîstî bi nirxandineke navxweyî ya vê yekê heye, her wiha faktorên ku em dikarin ji derve bijmêrin jî heye. Ya yekem ew e ku em di bin konsepta zext û şer de ketin hilbijartinan, ya din jî di meha dawî de me Partiya Çep a Kesk bi rêxistin kir û xiste hilbijartinê. Li hemberî xetera girtina HDP'ê hûn bi Partiya Çep a Kesk dadikevin qadan û hewl bidin ku di nava mehekê de ewlehiya kampanya, rêxistin û sindoqên xwe misoger bikin. Bi yekê re kêmasî jî zêdebûn jî hene. Bi rêxistinên xwe yên navend û navçeyan û navenda giştî ve elbet em ê civînên gel li dar bixin û li ser kêmasiyan nîqaşan bikin. Weke partî me got; heger dengê partiya me kêm bû, divê mekanîzmayekê ava bikin ku hesaba navxweyî di hemû aliyan de û  rexne û xwe rexnekirin bên kirin. Kevneşopiya partiya me kevneşopiyeke partiyê ye ku bi vê yekê li ser nigan dimîne. Piştî 28’ê Gulanê em ê bi rêxistinên xwe ve civînên gel li dar bixin û kîjan aliyan de kêm man, ji ber çi kêm man û sedem çûbûn nîqaş bên kirin."   ‘Em ê pêngava xwe ya ji nû ve avakirinê nîşan bidin’    Halîde di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêngava xwe ji nûve avakirinê: "Sedemên ji ber dewletê em dizanin, lê ji ber sedemên ji ber me çine em ê bikevin pêvajoyek nîqaşê. Bila di vê aliyê de gumana tu kesî nemîne. Ji ber ku îdîayek me heye. Ev îddîa ji rêvebirtiya partiyê ye û partiyek avaker e û bi gelê xwe re tevdigere û ji bo îdîaya xwe ya derbarê pêşerojê de pêk bîne tevdigere. Rastiyeke me ya partiyê heye ku peyv û peyama ku gelê wê jê re dibêje digire û li ser wê peyamê ava dike. Em ê van hemûyan biaxivin, lê dema em diaxivin, em tu carî dev ji doza xwe û mijara şandina faşîzmê ku berpirsyariyeke dîrokî ye, bernadin. Ji ber ku ev faşîzm divê di 28’ê Gulanê de biçe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, çûyîna rejîma qeyûmê û polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî jinê pêwîste faşîzm têk biçe. Em jî bi biryarin ku wê bişînin. Piştî hilbijartinan jî em ê bi seferberiyeke mezin a rêxistinî di xebatên xwe yên ji nû ve avakirinê de hem rêxistinbûn, hem xwe rexnekirin û hem jî ji nû ve avakirina vê pêvajoyê bidin nîşandan.”   ‘Ji bo hebûna civakek a azadiya jinê têdikoşin’   Halîde, da xuyakirin ku Partiya Çep a Kesk a ku di hilbijartinê de 63 parlamenter derxistiye nîvê wê jin e û wiha ev tiştan anî ziman: “Partiya me di kevneşopiya partiyeke ku xwe bi temsîliyeta wekhev û pergala hevserokatiya wekhev diafirîne, tê. Hemû pêvajoyên namzediyê, mekanîzmayên rêveberiyê yên ku me heta niha kirine, hemû xwedî pergalek fermûarê ne. Dema ku em vê dikin îdîayek me heye û ji bo em vê îdîaya xwe biafirînin dikin. Ji ber ku em dibêjin em partiyeke siyasî ya azadiya jinê ne. Em ji bo hebûna civakek a azadiya jinê têdikoşin. Ji ber ku em dibêjin li hemberî her êrişa li dijî destkeftiyên jinan em xeta parastinê ne û partiya misogerkirina hemû destkeftiyan e, helbet pergala fermûarê tiştekî ku vê piştrastiyê nîşan dide û rastiya siyasetê nîşan dide. Di siyaseta demokratîk de bi vê prensîbê rast tevdigerin, me ji sedî 49’ê parlamenterên jin ên partiya xwe şandin Meclîsê. Ev tiştek gelek girîng e.”   ‘Têkoşîna jinê bi rêxistinbûyînê mezin bibe’   Halîde, dawiya axaftina xwe de got ku jinan bi bedelên mezin û têkoşînê re ketine meclîsê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevgera jina kurd her roj bi awayek sîstematîk bi tundiyê re rû bi rû dimîne, tên girtin, binçavkirin û bi tundiya darazê re rû bi rû dimînin û îro hezara jin di girtîgehan de ne. Bi cezayên zêde dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixînin, ji Meclîsê bişînin. Pêwîste ev yek bê dîtin. Dema ku bi şêwazên siyasetê yên serdest ên mêr têdikoşin, ya ku herî zêde dikare veguherîna civakî pêk bîne û li dijî zayendperestî, neteweperestî û olperestiyê têdikoşe têkoşîna jinê ye. Têkoşîna jinê wê gotinên xwe di Meclîsê de ava bike, lê di heman demê de wê bi berpirsyariya dîrokî ya ku bi avakirin û bi erka xwe li Meclîsê bike. Di heman demê de têkoşîna jinê bi giştî li kolan û parlementoyê di demên pêş de wê bi rêxistin bibe û hîn zêdetir bilind bibe.”