Endama Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Wezareta Dadê derewa dike 2023-05-17 10:19:41   Marta Sömek    STENBOL - Ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî Laura Castel ji bo gotina Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîda Îmraliyê "Muameleya ne baş tune ye" wiha got:"Wezaret teqez derewa dike. Çareserî bi diyalogê encax pêk were. Berdana Ocalan hatina rû hev a vê pirsgirêkê ye û çareserî destpêkirina pêvajoya aştiyê ye."   Ev 25 mehan zêdetir e ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re agahî nayê girtin. Ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî Laura Castel li ser mijara tecrîdê nirxandin kir.   Ji Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî û endama Komîteya Şopandinê û nûnera Meclîsa Parlamentere a Konseya Ewropayê û Cîgira Serokatiya Koma Çep a Konseya Ewropayê Laura Castel ji JINNEWS'ê re axivî.    Armanca wan ew e ku tecrîdê di rojevê de bihêlin   Laura da zanîn armanca wan a hatine Tirkiyeyê ew e ku derbarê girtiyên siyasî û şertên girtîgehan de agahiyan bigirin û wiha got:"Pirsgirêka Kurd di nava Konseya Ewropayê de jî cihê xwe digire. Gelekî girîng e ku ez mijara tecrîd û meseleya kurd li parlamentoya Îspanyayê jî bînim ziman."   'Wezareta Dadê derewa dike'     Laura ji bo gotina Wezareta Dadê ya têkildarî tecrîda Îmraliyê "Muameleya ne baş tune ye" wiha got:"Diyar e wezaret derewa dike. Tecrîd wekî îşkence û binpêkirina mafên mirovan tê pênasekirin. Tecrîd astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re ye. Qutkirina ji derve re ye. Wezaret madem derewa nake bila bihêle em, CPT, Konseya Ewropayê, malbat, parêzer biçin hevdîtinê bikin. Ji vê helwesta wan diyar e binpêkirin heye."   Rapora CTP'yê   Laura da zanîn ku ew ê hewl bidin ku aqubeta rapora serdana CTP'yê ya Îlona 2022'yan a li Îmraliyê hîn bibin û got:"Ez difikirim ku wê talî raporê eşkere bibe. Ez dikarim di Konseya Ewropayê û di parlamentoyê de vê pirsgirêkê bînim ziman. CTP jî saziyeke girêdayî Komîteya Mafê Mirovan e. Em dikarin dîsa vê mijarê têxin rojeva xwe."   'Çareserî berdana Ocalan e'   Laura da zanîn ku heta Ocalan neyê berdan ew nikarin behsa aştî û demokrasiyê bikin û wiha got:"Tecrîdkirina Ocalan lawaziya Erdogan e. Helwesta wêrek û bi hêz berdana Ocalan e û dewamiya van nîqaşan a di qadeke demokratîk de ye. Ocalan di encamê de Rêberê Tevgera Kurd e. Ji bo gelê kurd semboleke girîng e. Em ê jî di civîna Konseya Ewropayê de van pirsgirêkana bînin ziman. Çareserî di diyalogê de ye. Berdana Ocalan hatina rû hev a vê pirsgirêkê ye û çareserî destpêkirina pêvajoya aştiyê ye."   'Ocalan kilîta pirsgirêka kurd e'   Laura da zanîn tecrîda Îmraliyê li hemû girtîgehan hatiye belavkirin û wiha lê zê kir:"Wekî ez dibînim Îmrali û Ocalan bi girtiyên siyasî re wekî 'laboratuvarekê' hatiye bikaranîn. Çalakiyên dermirovî, izolasyona kirine meriyetê piştre li hemû girtîgehan belav bûne. Ocalan semboleke girîng e. Bikaranîna wan a Îmraliyê ya wekî ceribandinekê ji ber vê sedemê ye ku Ocalan semboleke girîng e. Ocalan kilîta pirsgirêka kurd e. Heta tecrîd û izolasyon hebe wê çareserî çênebe û ne pêkan e ku ji pirsgirêkên girtiyên siyasî re çareserî bê dîtin."   Banga tecrîdê ya li mekanîzmayên navneteweyî   Laura da zanîn Konseya Ewropayê heta îro hinek gav avêtiye û wiha pê de çû:"Hinek gav hatin avêtin û hinek geşedan çêbûn. Lê belê ev têr nakên. Her tim hîn baştir dikare bê kirin. Piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê bi aktorên li qada navneteweyî dikare têkiliyên demokratîk bên dayin. Mekanîzmayên navneteweyî, dikare vê mijarê bike mijara ewil. Dikare hîn bêtir bînin rojevê."