'Dê beyanameya Rêveberiya Xweser aloziya Sûriyeyê çareser bike' 2023-05-17 09:02:24     Gulistan Şahîn   QAMIŞLO - Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Cizîrê Arya Ehmed beyanameya Rêveberiya Xweser ku di 18’ê Nîsanê de ragihandibû nirxand û got: “Xalek girîng li ser yekbûna axa Sûriyeyê bû. Her wiha Rêveberiya Xweser ji 2014’an heta roja îro projeyên wan hebûn ku li ser bingeha netewa demokratîk û wekheviya gelan hatiye avakirin. Vê projeyê cihê xwe girt û îspat kir ku çareseriya Sûriyeyê bê Rêveberiya Xweser û bê projeya netewa demokratîk nayê çareserkirin."   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18’ê Nîsanê de beyanameya çareserkirina qeyrana Sûriyeyê ku ji 9 xalan pêk tê pêşkêş kir. Beyaname li ser mîsogerkirina mafên pêkhateyên Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriya tirk û domandina têkoşîna li dijî terorê, vegera koçberan, pêkanîna edaleta civakî û belavkirina çavkaniyên Sûriyeyê li tevahî pêkhateyan rawe dike. Têkildarî beyanameyê Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Cizîrê Arya Ehmed nêrîna xwe parve kir.   ‘Beyanname di 18’ê Nîsanê de hat ragihandin’   Arya di destpêka gotina xwe de bal kişand ser beyannameya ku hatiye pêşkêşkirin û wiha got: “Di demên dawî de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beyannameyek di derbarê çareserkirina qeyrana Sûriyeyê de pêşkêş kir ku di demek pir girîng û guncav de derxist. Rewşa Sûriyeyê bi guhertinên pir mezin re derbas dibe. Aloziya Sûriyeyê ev 12 sal in dewam dike û heta roja îro riyek ku van aloziyan çareser bike tune ye, lê Rêveberiya Xweser ji bo gelên li Sûriyeyê û gelênli Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe berpirsiyar dît û bi beyannameyekê diyar kir ku dê ev alozî bi çi rengî bê çareserkirin ku di 18’ê Nîsanê de bi awayekî fermî ragihand.”   ‘Di beyanameyê de xalên girîng hatin pêşkêşkirin’   Arya da zanîn ku di beyannameya ku hate ragihandin de 9 xalên sereke hebûn û wiha domand: “9 xalên girîng di beyannameyê de hatin pêşkêşkirin. Xala yekem li ser yekbûna axa Sûriyeyê bû ku Rêveberiya Xweser helwesta xwe da diyarkirin ku yekbûna axa Sûriyeyê çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye. Xala din jî diyaloga bi hikûmeta Şamê re ye. Ger diyalog nebe çareserî jî pêk nayê. Xala din jî divê pergalek demokratîk û nenavendî bê avakirin. Xalê din dawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser herêmê ye. Heta dagirkerî li ser axa me hebe tu çareserî pêk nayê. Xala din li ser koçberên Sûriyeyê ye ku derbasî dewletan bûne. Rêveberiya Xweser diyar kir ku divê sînor bê vekirin û koçber vegerin welatên xwe. Xalên girîng hatin diyarkirin.”   ‘Peyama Rêveberiya Xweser aştî, aramî û wekheviya gelan e’   Arya diyar kir ku Rêveberiya Xweser li ser projeya netewa demokratîk hatiye avakirin ku riya aştî, aramî û wekheviyê esas digire û wiha dirêjî da gotina xwe: “Rêveberiya Xweser ji 2014’an heta roja îro projeyên wan hebûn ku li ser bingeha netewa demokratîk û wekheviya gelan hatiye avakirin. Vê projeyê cihê xwe girt û îspat kir ku çareseriya Sûriyeyê bê Rêveberiya Xweser û bê projeya netewa demokratîk nayê çareserkirin. Tu çareserî bê Rêveberiya Xweser cihê xwe nagire. Rêveberiya Xweser peyama wan her dem aştî, aramî û wekheviya gelan e.”   ‘Beyaname dê aloziya Sûriyeyê bi dawî bike’   Arya herî dawî bang li hêzên navneteweyî kir û wiha bi dawî kir: “Piştî ev beyaname hate ragihandin hêviya me ew e ku hêzên navneteweyî  beyanameya Rêveberiya Xweser li ber çav bigirin, bi awayekî cidî li ser bisekinin û niqaşên dewlementir bimeşînin. Vê aloziyê gelên li Sûriyeyê bêhêz kir û gelek tabên mezin dîtin. Gelek koçberî, kuştin û teror hate meşandin. Banga me ew e ku vê beyanameyê esas bigirin da ku aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin.”