Meral Daniş Beştaş: AKP li Kurdistanê winda kir 2023-05-16 09:12:07     Rojda Aydin    ERZIROM - Meral Daniş Beştaş a ku li Erziromê wek parlamentera Partiya Çep a Kesk hat hilbijartin, anî ziman ku rêjeya dengên ku ji Erdogan re hatiye dayîn nîşan dide ku piştgiriya berê êdî tuneye û got: "Erdogan hezîmetek mezin jiyan. Ew her çiqasî encamê wek erênî dinirxînin jî tifaqa Cumhûr û AKP’ê li Kurdistanê gelek zêde deng windakirin. Ji ber vê yekê jî AKP li bajarên kurd winda kir.   Partiya Çep a Kesk, li gor encamên nefermî yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bi rêjeya ji sedî 9,33 li 23 bajaran 62 parlamenter bi dest xist. Partiya Çep a Kesk dîsa li Meclisê bû partiya sêyemîn. Partiya Çep a Kesk ku ji partiyên din zêdetir jin dişîne meclîsê, ji van 30 jin û 32 jî mêr in. Li Erziromê ligel hemû bêhiqûqiyên ku hatin meşandin parlamenterek hat derxistin. Li Erziromê ku di rêza yekemîn de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê Meral Daniş Beştaş cih digire, bi dengek zêde hat hilbijartin û dê di meclîsê de cihê xwe bigire. Her wiha li Erziromê giştî 453 hezar û 933 deng hat bikaranîn. Her wiha 443 hezar û 170 deng derbasbûyî, 10 hezar û 763 deng jî hat betalkirin.   Di heman demê de li Erziromê di hilbijartinên giştî ya 7’ê Hezîranê de HDP bi sedî 17, 8 dîsa parlamenterek jin Seher Akçinar Bayar hatibû hilbijartin. HDP di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî sedî 12, 3 wergirtibû û parlamenter dernexistibû. HDP di hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an de jî sedî 11, 9 deng wergirt û parlamenter dernexist. Piştî 8 salan şûnde Meral Daniş Beştan di 14’ê Gulanê de yekemîn parlamentera jin hat hilbijartin.   Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Erziromê Meral Daniş Beşdaş, derbarê hilbijartinê û Erziromê de axivî.   ‘AKP li Kurdistanê winda kir’   Meral, anî ziman ku hilbijartinên 2023’yan dawî bûn û got dengên li gelek bajarên Kurdistanê ku hatine bikaranîn peyaman dide. Meral, bi bîr xist ku dema xebatên hilbijartinê de jî Gelê Kurd peyama xwe daye û wiha got: “Gelê Kurd li aliyekî jî îlankiribûn ku dê bersivek xûrt bidin dijminên kurdan. Gelê Kurd her tim bi zext û zilmê re rû bi rû man û di her aliyê de polîtîkayên zext û zilmê berdewam kirin. Mînaka vê ya herî şênber jî di hilbijartinên serokkomariyê de rêjeya dengên ku ji Erdogan re hatiye dayîn e. Piştgiriya berê jê re dihat dayîn tuneye êdî. Hezîmetek mezin jiyan. Ew her çixwasî encamê wek erênî dinirxînin jî tifaqa Cumhûr û AKP’ê li Kurdistanê gelek zêde deng windakirin. Ji ber vê yekê jî AKP li bajarên kurdan winda kir.”   ‘Pratîka îktîdara 20 salî li holê ye’   Meral, destnîşan kir ku encamên hilbijartinê hîn encam nebûne û ji ber vê yekê jî hîn nû ye û da xuyand ku li ser vê yekê dê gelek nîqaş bên kirin. Meral, wiha domand: “Em ê nîqaşan bikin. Mînak wek çi kirin, tespîtên çawa hatin kirin, çavderiyên platformên sivîl çi ne werin kirin. Her wiha nûnerên AGÎT’ê li Tirkiyeyê bûn û ev rapor hîn nehatine parvekirin. Komîsyonên hilbijartinê yên partiyê û komên çavderî hîn agahiyên xwe parve nekirine. Ev hemû dê hinek dem bigirin lê gelek îdîa hene derbarê encamên hilbijartinê de. Elbet divê ev îdîa hemû bên lêkolînkirin. Elbet em nikarin bibêjin AKP’ê bêhiqûqî nekiriye. Ji ber ku pratîka wan a îktîdariya 20 salî li holê ye. Ji ber vê yekê encamên vê hilbijartinê rojên pêşiya me de dê bi encam bibin.”   ‘Ev serkeftina gelê Erziromê ye’   Meral, diyar kir ku nûnertiya wan ku li Erziromê heye ji bo wan gelek girîng e û spasiya hemû gelê Erziromê kir û wiha axivî: “Ev ne serkeftina min e, serkeftina gelê Erziromê ye. Xwedî derketinek mezin pêk anîn. Bi hezkirin, xebat û hêstên xwe xebatên xwe kirin û xwedî derketinek mezin nîşan dan. Ji ber ku ez ne li Erziromê bûm gelê vê derê kêmasiya min nedan hiskirin, şev û roj bênavber xebitîn. Mixabin ku îktîdar û hevkarên wan dixwazin Erzirokê wek pişta baxçeyê xwe bikar bînin. Li vê derê netewperestî, nijadperestî, bendbendî, cudahî, dîkekirin û taybetî polîtîkayên dijminatiyê zêdetir tên meşandin. Dixwazin nasnameya Erziromê wiha bidin nîşandan. Ev bi zanebûn tê kirin. Di demên pêşiya me de li ser vê yekê bi tevî Erziromiyan xebatê me bên kirin. Kes nikare ku Erziromê wek faşîst bide nîşandan. Ev bajar nikarin bi awayek xirap bê nîşandan û naskirin. Tişta herî girîng ew e ku daxwaz û xwestekên gelên ku vê welatê dijîn bên nîşandan e. Lê pergal wisa tercîh dîkin û ji ber vê yekê jî hin bajaran ji xwe re wek parêzgeh dibînin. Erzirom jî ji van bajarên me yek e. Ez demek kurt li vir bi gelê Erziromê re mam. Lê min dît ku gelê li vir ji vê rewşê nerehetin. Ya yekem li Erziromê kurd hene. Gelê Kurd li vir bi nasname, ziman û çanda xwe hewl didin bijîn. Kurdên Erziromê di bin zilmê de mane û nasnameyên wan hatine redkirin."   Li Erziromê polîtîkayên cuda    Meral, da zanîn ku li Erziromê li hemberî kurd û gelên din polîtîkayeke cuda tên meşandin û wiha pê de çû: “Li vê derê li ser kesên ku dibêjin ez kurd im polîtîkayên zextê dimeşînin. Lê divê bê zanîn ku li Erziromê ne tenê tirk û dadaş dijîn. Li vir kurd jî dijîn û ev der welatê wan e jî. Wek hemû kesên dinê mafê wan jî heye ku li vê derê bijîn. Çawa ku kesên din dikarin bi awayek azad fikrên xwe bînin ziman, mafê kurdan jî heye ku bi awayek azad fikrên xwe bînin ziman. Lê em ê wek wan nekin, em cudakariyê nakin. Li Erziromê ji bo hemû kes bi hev re bikaribin bijîn, di nav rêzdarî û demokrasiyê bêyî êrişê li hevdû bikin. Dibe ku li Erzeromê bi giranî bi dengên kurdan hatim lbijartin, lê her çiqasî kêmbe jî kesên dinê jî deng dan. Ji ber ku di dema xebatan de min vê yekê ferq kir. Gelek kesên ku me xwe gihand gotin ‘me ji nîşandana yek nasnameya pergalê xilas bikin’. Gelek kes vê yekê gotin. Em li Erziromê ji bo namzetiya hemû gelan bikin amadene. Ji ber ku armanca me ew e ku komerek bi perspektîfa netewa demokratîk û demokrasiya bê avakirin e. Ev der welatê me yê hevpar e. Ev serkeftin û rûmet a gelê Erziromê ye. Ev serkeftina wan hêzê dide me.”   ‘Koçberî bandorê hilbijartinê dike’   Meral, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêkutiyên ku di dema xebatên hilbijartinê de derketine holê: "Bi taybetî ji ber zextên li vir, polîtîkayên cezakirinê û binçavkirinê hejmara ciwanan gelek zêdeye ku koçberê derveyê welat dikin. Ev yek jî bandorê dike. Îro bi hezaran ciwan çûn derveyê welat. Sedemek din a koçberiyê jî bê karbûn û aborî ye. Divê li ser sedemên dinê jî lêkolîn bên kirin."    ‘Têkoşîna wekheviyê em ê li Erziromê jî bimeşînin’   Meral, diyar kir ku dê li vir têkoşîna azadî û wekheviyê bidin meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erzirom di nava raya giştî de wek gotinên ‘mûhafazakar e, jinên Erziromê dernakevin derve, jinên Erziromê ji siyasetê dûr in, jinên Erziromê porê wan girtî ye’ tê pênasekirin. Lê Erzirom îro parlamenterek jin bijart. Jin, ciwan, kal û pîr û tu kesek din li hember namzetek jin a rêza yekemîn de bertek nîşan neda û negotin çima por vekiriye. Berovajê wê bi germahiyek mezin nêzîkî min bûn. Taybetî armanca min ew e ku bibim dengê hemû jinên Erziromê. Jinên Erziromê jî destûr bidin em ê bi hev re gelek karên xweş bikin. Pirsgirêkên wek tacîz, tecawiz, tundî û bêkarî li gelek cihan zêde ye û li Erziromê jî heman pirsgirêk hene. Êdî nûnerê jinan ê Erziromê jî heye. Jinên Erziromê her gavê dikarin xwe bigihînin min. Bi tevî jinên Erziromê em ê dengê wan li Enqerê û li hemû derê bidin bihîstin. Têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan em ê li vir jî bimeşînin.”