Jinên Botanê: Em ê dawî li tecrîdê bînin 2023-05-16 09:02:54   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Botanê diyar kirin ku daxwaza wan a mezin şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û azadiya girtiyên sîyasî ye.   Tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û bi salan e tu agahî jê nayê girtin.  Bertekên li hemberî tecrîda ku bandora xwe li ser tevahiya civakê û hemû girtiyan dike jî roj bi roj zêde dibin. Jinên Botanê bal kişandin ser tecrîda ku her diçe giran dibe û daxwaza berdana Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî kirin.    'Divê serokê me azad bibe'   Nafîye Kuçuk, diyar kir ku tecrîd li ser hemû civakê bandora neyînî dike û got: “Aramî pêk bê. Bila girtiyên me berdin û ev şerê li dijî kurdan xelas bibe. Em jî dixwzin wekî her milletekî mafên xwe bidest bixin. Ewqas sal e serokê me di bin tecrîdê de ye. Divê serokê me azad bibe û ev tecrîd bi dawî bibe.”   ‘Em ê bi ser kevin’   Neslîhan Ablim destnîşan kir ku gelê Kurd dixwaze Abdullah Ocalan azad bibe û aştiyeke mayînde pêk bê û got: “Em bindestiyê naxwazin. Heta kengê em ê wiha bindest bimînin. Êdî bes e. Li dijî bindestiyê em ê dengê xwe bilind bikin.  Bila serokê me azad bibe.”   'Ji girtiyên siyasî re azadî'   Nurîye Sonmez jî bal kişand ser rewşa girtiyên sîyasî û got: “Tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Bi hezaran girtîyên me bi zilm û îşkenceyê re rûbirû dimînin. Em dixwazin Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû serbest were berdan. Bila ev şer biqede û aştî û aramî pêk bê.”   ‘Bila êdî xwîn nerijê’   Besna Bulbul jî anî ziman ku dayik aştî û wekhêviyê dixwazin û wiha axivî: “Bila êdî xwîn nerije û rondik ji çavên dayikan nebarin. Her wiha ev tecrîda ku bandora xwe li ser gel jî dike ku li ser Abdullah Ocalan dewam dike bila bê bidawîkirin. Girtî di bin tecrîdê de ne bila tecrîda li ser wan jî bi dawî bibeû girtiyên me azad bin.”   ‘Êm ê bi ser kevin’   Herî dawî jî Taybet Çelîk got: " Bila serokê me berdin, girtiyên me yên siyasî hemûyan berdin û tecrîdê bi dawî bikin."