‘Ji bo hebûna xwe divê Kurdî bê fêrkirin’ 2023-05-14 09:08:21   WAN - Evîndar Akbulut li ser zimanê Kurdî nirxandin kir û got: “Ji bo xwebûn ji bo hebûna xwe divê bi Kurdî bê nivîsin, xwendin û fêrkirin.”   Li gorî lêkolînên hatine kirin li Tirkiyeyê gelek ziman bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. Yek ji sedema herî mezin a tunebûna zimanan polîtîkayên asîmilasyonê yên ku dewlet dimeşîne ye. Zimanê ku herî zêde ji polîtîkayên asîmîlasyon û qedexeyan para xwe digire jî Kurdî ye.   Li Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet di salên 90’î de polîtîkayên qedexekirin û înkarê yên li ser izmanê Kurdî derketin asta herî jor û bi van polîtîkayan xwestin pêşî li jiyîna ziman bê girtin. Berdewamiya van polîtîkayan di salên dawî de bi tayînkirina qeyûman bû û çawa qeyûm hatin tayînkirin tabelayên bi Kurdî jî tehemul nekirin û hewl dan hemû îbareyên der barê ziman de tune bikin.   Kovara Hawar   Yek ji berhema di encama têkoşîna ji bo jiyîna ziman derket holê kovara Hawar e. Kovara Hawar di 15’ê Gulana 1932’yan de ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve li Şam a Sûriyeyê hat derxistin. Bi giştî 57 hejmar hat derxistin û heta sala 1943’yan hat weşandin. Hejmarên Kovarê her çiqas zêdetir bi Kurdî bên weşandin jî, zaravayên wê Soranî û Kirmanckî jî hatin bikaranîn.   Cejna Zimanê Kurdî   23 hejmarên ewil ên kovarê hem bi tîpên Latînî hem jî bi tîpên Erebî hatin çapkirin lê ji hejmara 24’an şûnde bi tîpên Latînî hat çapkirin. 15’ê Gulanê ku roja çapkirina hejmara ewil a Kovarê bû wek Roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.   Xebatkara Komeleya Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA) ku ji bo jiyîna zimanê Kurdî têdikoşe, Evîndar Akbulut li ser zimanê Kurdî û xebatên komeleyê nirxandin kir.    ‘Zimanê me li her derê cîhanê ye’   Evîndarê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dewletê ku ziman û çanda Kurd hedef digire û wiha vegot: “Li dijî qedexeyan li ser zimanê Kurdî xebat hatin destpêkirin. Xebatên gelek bi nirx hatin meşandin. Piştî wê zimanê me li her derê cîhanê hat naskirin.”   Perwerdeya bi zimanê dayikê gelekî girîng e   Evîndarê di berdewamiyê de da zanîn ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê bi zimanê dayikê bê axaftin û wiha domand: “Li dibistanan perwerdeya bi Kurdî tune ye. Dayikên me piranî Tirkî nizanin. Zimanê wan Kurdî ye. Zarok jî li malê ji malbatên xwe Kurdî fêr dibin û diaxivin. Dema diçin dibistanê jî perwerdeya tirkî û  îngîlîzî digirin. Di vî alî de bandorek ne baş li ser psîkolojiya wan dibe. Têkiliyek xurt navbera jin û ziman de heye. Zarok perwerdeya ewil ji dayikê digirin. Ev jî ewil ziman e. Zarok Kurdî ji dayikên xwe fêr dibin. Diçin dibistanê bi tirkî asîmîle dibin. Zarokên tirkî fêr dibin jî bêguman  ji çand, ziman, dayikên xwe dûr dijîn.”   ‘Em ê ji bo zimanê xwe bixebitin’   Evîndarê di berdewamiyê de wiha vegot: “Kesên li ser  ziman xebatan dimeşînin jî hedef tên girtin. Dixwazin zimanê me tune bikin. Dixwazin em bibin wek wan. Lê em dibêjin ku em her tim bi zimanê xwe hene. Em ê ji bo zimanê xwe bixebitin. ARSÎS li ser çand, dîrok û ziman xebatan dimeşîne. Gelek serlêdan hene. Gelek polên me hene. Daxwazên ji bo ziman zêde ne. Em ê ji bo zarokan jî polan vekin. Ji bo xwebûn ji bo hebûna xwe axaftina bi Kurdî gelek girîng e. Ez 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hemû gelê Kurd pîroz dikim.”