Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tu hêz nikare îradeya gelê kurd têk bibe! 2023-05-13 10:34:49     Marta Somek    STENBOL - Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelek gelan e û yek ji rêyên herî girîng ên derketina ji pêvajoya şer e, destnîşan kir ku tu hêz nikare îrade û têkoşîna Gelê Kurd a li dijî tecrîdê bişkîne.    Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo gelek gelan rêberek e. Delegasyonê di hevdîtinên xwe de bal kişand ser têkoşîna li dijî tecrîdê.    24 sal berê bi komploya navneteweyî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat girtin û wê demê heta niha li Îmraliyê tecrîd dewam dike. Ji 25 mehan zêdetir e tu xeber jê nayê girtin. Abdullah Ocalan û girityên din Omer Hayri Konar, Veysi Aktaş û Hamili Yildirim nikarin bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Bi hincetên pûç û vala cezayên dîsîplînê li wan tên birîn. Li dijî qedexeyan parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan lê belê tu bersiv nehat dayin.    Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî    CPT'yê gotibû li Îmraliyê îşkence heye. Lê belê dema di Îlona 2022'yan de hat Îmraliyê piştî wê tu daxuyanî parve nekir. Herî dawî di 30'yê Adara 2022'yan de rapor eşkere kir û dîsa behsa şert û mercên Abdullah Ocalan tê de ye nekir. Li dijî vêya li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin. Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî hat avakirin.   Rojeva bingehîn ya heyetê Îmrali bû   Heyeta ku di du rojan de serdana 6 saziyan kir bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan. Rojeva bingehîn ya heyetê Îmrali bû.    Ji paradîgmaya Abdullah Ocalan bi bandor bûn    Heyet wê di 15'ê Sibatê roja komploya navneteweyî de bihata lê belê ji ber erdheja li Hatayê ev taloq kir. Di 11-12'ê Gulanê de dest bi serdanên xwe kir. Cara ewil çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê. Heyet ji paradîgmaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bandor bû.    'Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber e'   Heyetê da zanîn ku tecrîd bi qansî ew dizanin zêdetir giran e. Her wiha tiştên rû didin wekî komployê pênase kir. Heyetê da zanîn Abdullah Ocalan ji bo gelan rêber e.   Endamek heyetê diyaloga di navbera xwe û ciwanekî kurd de wiha rave kir û diyar kir ku gelekî di bin bandorê de maye:"Hûn me meraq nekin em ê şer bikin. Hûn bi Yekîtiya Ewropayê ya tenê navê xwe difikire mijûl bibin. Tirkiye heta di nava NATO'yê de be wê ji sepanên Yekîtiya Ewropayê netirse. Lê Tirkiye ji kurdan ditirse."    Ew ê xwe bigihînin kampanyaya îmzeyan   Bi dirûşma "Birêz Ocalan îradeya me ye" kampanyaya îmzeyê hatibû lidarxistin û di vir de sekna 16 milyon kesî bandor li heyetê kir.    'Rêya derketina ji şer  Abdullah Ocalan e'   Heyetê da zanîn ji bo tecrîd rabe ew ê zextê li Konseya Ewropayê bike. Heyetê got rêya derketina ji şer  Abdullah Ocalan e.   Serhildana bêhempa   Heyetê mijara belavkirina tecrîda li ser hemû girtîgehan ji kesên 30 salan di girtîgehê de mane guhdar kir. Heyetê li girtin, şewitandina înfazê, binpêkirina mafan guhdar kir û got serhildanan kurdan bêhempa ye.   Her wiha heyetê li Tevgera Jinên Azad (TJA) jî guhdar kir. Endamên heyetê li ber têkoşîna jinên kurd got:"Jinên ku cîhan hesûdiya wan dike hûn in."   Ew ê tu hêz nikaribe vê îradeyê têk bibe   Heyet ji pêşwazîkirina bi kurdî ya MATUHAYDER'ê gelekî kêfxweş bû. Heyetê da zanîn wê tu hêz îradeya kurdan têk nebe.    Wê azadiya fîzîkî bibe rojeva wan   Heyetê da zanîn ku bi hevdîtinan ew bûne xwedî tecrube û got:"Armanca me ew e ku em dengê we bidin bihîstin. Bi daxuyaniyên li Konseya Ewropayê heta ji destên me bê em ê tiştên hûn dijîn û daxwazên we bidin bihîstin. Ji bo tecrîda li ser Rêbêrê PKK'ê bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk were ew ê têkiliyên me bidomin."   Tê payin heyet ji bo dema pêş derbarê serdanan de raporekê amade bike.