Li Amed û Botanê konvoya Çep a Kesk 2023-05-12 18:44:37     AMED/ŞIRNEX - Li Amed û Şirnexê bitevlibûna hezaran wesayîtî konvoya fînalê pêk hat.  Welatiyan eleqeyek mezin nîşanê konvoyan da û dîmenên rengîn derketin holê.   Li Amedê bi 500 wesayîtî konvoy pêk hat û namzetên Partiya Çep a Kesk, rêxistinên HDP û BDP’ê yên Amedê, Tevgera Jinên Azad, rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevli konvoyê bûn. Konvoy ji ber Stadyuma Amedê ya  Peyas a Amedê destpê kir û li navçeyên Rezan û Sûrê berdewam kir.   Seranserê rê namzetan nîşaneya serkeftinê kirin û gel silav kirin. Welatiyan piştgirî dan konvoyê û bi taybet jin, zarok, kal û pîra elqeyek mezin nîşan dan. Her wiha CHP’iyan jî piştgirî dan konvoyê.  Seranserê rê de her kes ji kargeriyên xwe ji bazaran derketin ser rê û konvoy silav kirin.   Seranserê rê de ji bo mîtînga Partiya Çep a Kesk a Amedê ya sibê saet di 13.00’an de li Qada Îstasyonê pêk tê bang hat kirin.    Şirnex    Li Botanê "karwana azadiyê' ya Partiya Çep a Kesk, bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin.    Partiya Çep a Kesk ku li Botanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin, xebatên xwe didomîne. Bi tevlîbûna namzetên Partiya Çep a Kesk Newroz Ûysal, Mehmet Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan û Bedirhan Osal, parlementerên HDP’ê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêxistinên navçeyan û Şirnexê yên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê bi sedan wesayîtê li herêmê geriya. Karwana ku li bajarokê Ereban ê gîrêdayî navçeya Hezexê dest pê kir, li navenda navçeyê, li Cizîr, Silopiya û heta Şirnexê bi girseyî geriya û namzetan gel silav kir. Karwan li her navçeyê bi tililiyan û bi coş hat pêşwazîkirin. Karwan, herî dawî hat Şirnexê.